Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Royarê Amedî

Royarê Amedî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji kîjan dengî, Tu berzbûyî Ji kîjan şînê, Tu derbûyî - Ji lihevketina û mîdên kurdûnde? - Ji deş ta rewrekîya dîrokê? Deng lihev siwar dibin, û mîdan sazdikin Deng lihev siwar dibin şîna "kewan" saz dikin Deng lihev siwar dibin berdan/ neberdana dengê min sazdikin Hêvîya tovên evînê di kûrbûna dilan de peyva qedexekirî di çûyînên qonaxan de Hewara qurmiçî di dirêjahiya Ji kîjan dengî, tê berz bibî? - Ji li hevkitina ûmîdên kurdûnde? - Ji deşta rewrewkîya dîrokê? - Ji borîzanên min....? - Otonomî..... - Bijî Otonomî -Kuştin... - Bijî Kuştin - Linghildan.... - Bijî Linghildan - Pirstiroyka.... - Bijî Pirstiroyka - Mafê çarenûs... - Bijî - Balyozxane... - Bijî - Ev rêjîm bijî, ew rêjîm bimre -... Bijî.... bimre - Ew rêjîm bijî, ev rêjîm bimre - ... Bijî.... bimre Li ku ma dengê te? Li ku şîna te danîn? Li ku man parêzgarên damarên te? Bi ku de çûn temaşakarên te/ çapkdarên te Dengê her dengî Dengê ne tu dengî Ronaka her ronahiyê Mirina jiyanê Jiyana mirinê Karwan derbasbûn, govend xelas bû Meyger westiya, piştî ahengeke mezin Tu tenê, bi tenahiyê re ma Gotina pêşîn: navê te Mirina yekemîn: ji bo te Gava te bang kir Tu bêdeng mayî Gava tu bêdeng mayî Rojnaman tu himbêzkirin Gava rojnaman te himbêz kirin Tu bûyî gula balyozxanan Gava tu bûyî gula balyozxanan Tu, xwîn û kew, giriyan Gava tu, xwîn û kew giriyan Karwanên şînan, derbas bûn Bi hêrs te bang kir Lê tu bêdeng mabûyî Hê..hê karwanên şînê Bêhnvedana min himbêz bikin Hê..hê gulîstanên bi şînê avdayî Bi dengê bilbilan Bi bêhna sorgulan Birîna min, belav bikin Bilind bikin Hê hê gulîstanên şînê Di welatê kew û (na)yên Bêdeng de Xwe raxin, bibin pir Bibin çem û cobar Bibin rê, bibin derya Ta ko karwan, derbas bibin Karwanên ronahiyên Meydana çarçira Karwanên borîna Dêrsimê Senendejê, Zêweyê, Cirnikê Amûdê, Helepçeyê Karwanên xewnên Silêman Karwanên Xwîna kewan Qirêjiya demê ye Di hinava demê de Kirêtiya mirovaniyê ye Di mirovaniyê de Ketina mirov û rûmeta ye Tazîkirina hemû pîrozî û serfiraziya ye kuştina asoyên andeko ye Hûnana helbestê ye Stêrek sêwî bû, di ezmanê meyî tarî de Govenda rondikên rewanpakan bû di dîroka şîna Kewan de Hewarek berdewamkirî bû di dirêjahiya birînê de Deng bû.....! Reng bû.....! Hêvyek bû.....! Pirsiyariyek bû...! Geşkirina destana xweîna do bû Lê..... Dastan ger dastan ma Hêvî her hêvî ma Dîsan, bendewariyê, Cografya şînê, xemiland Siwarên pirsên mirî xurckên xwe, dagirtin lêkolîngêrên demên rizyayî borîzanên xwe, paqijkirin Lê.... Tu ma, li cihê xwe, Tu ma Tenhayî -dîsan- bi çavnêrîyê rê hate meyandin Siwarên hespên sipî, Hespên xwe, dan bi bûkan bûkên xwe, dan bi tûtûkan û tu ma, li cihê xwe/ bi şîna xwe ve/ tu ma û şîna te, bi te ve, ma Qîrîna te berztir bû Hewara te bilindtir bû Siwarno werin... Siwarno werin... Tenê werin Ne xeme, ku hespên we ne sipî bin, yan tunebin Ne xeme, ku tûtûkên we şikestîbin, Siwarno werin Tenê werin... werin... werin Siwar belav bûn piştî ahenga guherînê Aheng xelasbû perde -piştî henek çepik- hat berdan Hê... hê bajarên ku hûn min himbêz dikin Bi ûmîd û arama giştinê Ez, di hinava wede, Tême dalqandin Hê... hê hewara, ku bilind nabe wek kewên welatê min Ezê çawa te berdem? û mirov bimînim û mirov bême dîtin Ezê çawa te belav bikim? wek belavbûna kewên welatê min Hê... hê welatê gewde dinexşan de Hê... hê welatê bê nexşe di gewda de Ezê çawa bûka, ku nema, maye bûk û tûtûka şikestî, bi hespê spî re biguherînim Hê... hê kewên welatê min, yên ku hûn tenê, li gewdê cîhanê, sînûrên welatê minin Ezê çawa vê şînê, himbêz bikim? Ezê çawa birînekê, bi vê kûrbûnê ramûsînim? Ezê çawa cografyaya belavbûna we bi teşiyên xewnên xwe, bihûnînim? Ku maye? Ku maye, di qonaxên xewnan de, şîn, tê de, şînehatiye? çi maye? çi maye, di rista hêviyan de ne bûye, bendewarî? Kijan deng? Kîjan deng, di berdana dengan de vala nebûye? Kîjan şîn? Kîjan ş în, di şînan de, di hemû... şînan de, mezin ne bûye? Lê gelo... Ji kîjan dengî tê beriz bibe? Ji kîjan şînê tê der bibe? - Ji lihevketina ûmîkên kurdbûn de? - Ji deşta rewrewkî ya dîrokê? - Ji borîzanên min? - Ji....? - Ji....? - Ji....? Alek ji berdewamiya şînê re Alek ji kêferata jiyanê re Alek ji belavbûna kewan re

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Royarê Amedî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz