Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rizoyê Xerzî

Rizoyê Xerzî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dema biçûkbûm Min dipirsî Dayê ka para min ji mewîj û bastêqê Wê jî her digot Kurê min di qubalê de veşartiye Dema hinekî din mezin bûm Min got: Ka para min ji nîvişkê serê sibê Digot: di kuîzê binê kulînê de ye Dema bejna min têra rext û tivingê kir Min heroj dipirsî Dayê,bavo Ka para me ji jiyanê Digotin di nav devê guran de ye An jî Kesekî bersiv ne dida Hevalo Dosto Yarê Bira Ka para me ji jiyanê Tevan serê xwe dixistin ber xwe Tenê çiya ez himbêz dikirim Di guhê min de dikir kurtepist û digot: Para te di himbêza min de veşartiye Êdî tu mezin bûyî kurê min çawa ku berê dayika te Te bi şîr vekir Niha ezê jî êdî te bi şîr vekim Tu têra xwe mezin bûyi Lê niha dûrî himbêza min nekeve Para te ya jiyanê Di paxila min de veşartiye Ezê nêzîk azadiyê Li hemû zarokên xwe parve bikim Gelekan ji we şîrê min li xwe helal kirin Erê kurê min Min hemû xuşk û birayên te Bi evînê mezin kirin Bi çîrok û dîroka Dêrsim Geliyê zîlan Mehabad û Qazî Mihemed şêx seid Qewmê çiyê Seid Riza Berzan Helebça Enfal Sînema amûdê Serhildanên Qamişlo, Amedê, Mehabadê Serê şevê min çîrokek digot Lê şevan têra çîrokên me nedikirin Her roj min çîroka lehengekî ji wan re digot Lê şevê têra çîroka wan nedikir Her şev dibû sibeh û çîrok nîvco dima Stêrka serê sibê em xilmaş dikirin Lê tîrêja rojê zû silav li rûyên me dikir Da ku em dest bi rojek nû bikin Min çîroka Zîlan, bêrîtan, sema, zekiya, hogir, serhed, sefkan, delîla, Xelîlê çiya Tev nîvco hiştin Bi sedan lehengên bê nav Lehengên bê gor Di himbêza vî çiyayî de veşartîne Zarokno êdî hûn mezin bûne Dîsa dipirsim Dayê ka para min ji azadiyê Dîsa dibêje Di paxila min de veşartiyê Nêzîk ezê li we parvebikim Zarokên minê bejin bilind Êdî azadî pir li bejna we tê Êdî ez jî dixwazim çavên xwe Bi şahiya we kil bikim û hinekî van gule û topên di sînga xwe de ji bîr bikim Li şûna bîna barûdê Dîsa bêhna gul û peybûnan ji laşê min bifûre Erê zarokên min Min têra xwe dît Tevî ku destê min ji we nabe Dîsa ez soz didim ku azadiyê li we parvekim Lê hûn jî soz bidin min Ku hûn dûrî himbêza min nekevin Êdî ez jî nema karim bê we bijîm Êdî hûn mezin bûne Êdî hûn nema ji gurê manco ditirsin Êdî gurê manco ji we ditirsê Lê li ber dilê min Hûn hê zarokên minê delalî ne Dûrî himbêza min nekevin Zûrîna guran tê Gurîna fîrokan tê Bîna barûdê tê Ji himbêza min dûr nekevin Ez bêriya bîna we dikim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rizoyê Xerzî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz