Dudu bûn
dimeşiyan bi hevre
di rêyên Wêran re
ji wî difûriya bîna Tutinê
û ji wê diweşyan Pelên Lêmûnan
wek du Stêrkan
hatin xwar.
*********************
Du du bûn
yekî distira
û yê din ji guhdariyê hezdikir
ji nivkê de Rawestiya ji stiranê
û ew rawestiya ji guhdariyè
dema Bilûr şikest
**********************
Dudu bûn
diyarî wî kir Pênivîsik ji bo nîvisandinê
û diyarî wê kir solek ji bo Seyranan
bi Pênivîs
ji wêre nivîsî (BI XATIRÊ TE)
û bi sola sivik hat ko Xatir ji wî bixwaze.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Riyad Salih Elhusên şiirlerine dön