Ax û xwezî…
rojên jiyana m`.. kom bibana
hemî gorî.. serê te bana
rojek tenê… ya min heba
ez û tu bana.
Em bi hevdû re.. şad bibana
Sing û beran
li ber çavên te pal bidana
Herdû bişkok..
li nav destên te şor bibana
Lêv û ziman
li ser eniya te … xwendibana
çav û kepî…
ji hilm û dîtina te têr bibana
Co û cobra bila vebana
dêmên ziwa…
ji kaniya te av bidana
" Heta sibê "
singa min palgehê te ba
bila " sibê " … bi rojê re…
" Ezazîl " mêvanê mi ba.
Erê yarê… xwezî
xewnên me bi cih bibana
çem û kaniyên me der bibana
çol û beyar jê av bidana
Bila yarê..
gul û gulçîçek şîn bibana
û ez û tu bana…
Mem û Zîn mêvanên me bana
li bin siya dara xwe bana
singa min palgehê te ba.
Li ser darê..
şalûl û bilbil xwendibana
" zana " û " sozdar " ên, me hebana
zêrevanên soza me bana
Ew dayika şêrîn ziman
bingeh û bindara me ba,
Li ser singa dilovanê
gora me ba.
Erê keçê
ez û tu bana…
herdem bi hev re bana.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rewan Bedirxan şiirlerine dön