Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Reşîdê Kurd

Reşîdê Kurd

2 görüntülenme 0 beğeni
Zivirîn çerx Bas liviya Dolab geriya Gêr bû bas Bas firiya... Wek colek berx Rêwî Bi ser hev de bûne kerx... Hin rûniştin, hin ji piya Bi çeng ve daliqîn Qor qor sik sikîn Pev zeliqîn... -Nere bas! -Here bas! Şofêr Zirezop Çav li serî bûne tas Bi tirkî dike çêr -Kuro, ka bijmêr! Çend kes? -Bist û neh -Eh! -Bajo bes! Liviya bas Gêr bû bas Kilek li pêş Du kil li paş Hejiyan bîst û neh laş.... Motor Ji ba Morgan Karesor Hosta Vartan Li ser Çar dolavan Bi textan Şîngirandiye... Bi giştî deh peya Rûniştî... Ên mayî Tev ji piya Bi çenga ve daliqîn Qorqor sik sikîn Pev zeliqîn... -Nere bas!- Here bas Sofêr Çav lê bûne tas... -Hop! Berdestî mîna top Got: -Ne rrr....rit Va ye çar cot Xirrrr....rit... Lêxist frên.... Hosta Xorên... Dakişiyan rêwî... Hilkişiyan rêwî... Mîna laşên pezkûvî Bi çenga ve daliqîn Sik sikîn... Pev zeliqîn... -Here bas! Gêr bû bas Kilek li pêş Du kil li paş... Hejiyan bîst û neh laş... *Bêrûd, 1964 **Çavkanî: Ez, Weşanxaneya Avesta, 1995

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Reşîdê Kurd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz