Qanî
Qanî
2 görüntülenme
0 beğeni
ke min xemxorî yaran im yeqîn qet xem be ba nadem
wekû tûtî şekerxorim çi meylî xom be ka nadem
wekû cêpê bebê ban û der û dîwar e kaşanem
kelawekonî wêranem be qesrî padişa nadem
ke min ustadî sermeşqî wefadaranî 'alem bim
dilî xawên û bêkînem be zuhdî parisa nadem
minî bulbul binallênim le kurdistan da bo gull
şehadey mektebî 'îşqim be îmzay Awrûpa nadem
le goşey zawiyey xem da bigiryem bo becêmawîm
durrî firmêskî giryan im be lûlûy şewçira nadem
dilî xunçey nepişkûtim le sîney tenig ba teng bê
henasey 'etrî efkarim be sirwey bay Seba nadem
Ela ey 'aşiqî fils û fîdakarî merr û mêgel
Bizane qedrî me'nay xom be parey narrewa nadem
Ewa parawî cergim kird be yekcarî le xwênî dil
Şerabî xwênî xom "Qanî'" be bîrey bê beha nadem
*Çavkanî: Hêmin Omer (bi rêya e-mailê)
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qanî şiirlerine dön