Yara min hat bi dev kenî
rivîn evîn kir wek benî
Evîndarê te me yarê
sêngê sêv da wekî darê
Buhara bexçên nû dêman
digel nîv laş bûye hêlan
Da min bi lez serî hilda
herdû çavêt yarê winda
Bi lez du sêv hilfirandin
çûme lêvan xweş mijandin
Tîr di dil û can de boşe
dev di bexçêd yarêd xoşe
Bi dest bi hêz hembêz kirim
bê hiş bê weş bê kêr kirim
Di ser de ta bûm koledar
bexçê jêrî radayê dar
Werbûm di bîra bê binî
da avdim bexçê ser binî
Bîrek mîna gula geşe
zuhaye lê kolan xweşe
Geh li jêrim geh li jorim
tev ku westyam hîn di kolim
Digel mû wê ceng û şere
sotim wêna ez bi xwe re
Qulaptim wê kirme jêrî
pê jihev dan bûye nêrî
Rada û berda xwe benî
ta jêr û jor tevda kenî
Di ser hev de mane danek
bê hiş bê weş bûne canek
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qado Şêrîn şiirlerine dön