Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qaçaxê Mirad

Qaçaxê Mirad

2 görüntülenme 0 beğeni
Bahar hela ji mehela Xwe teze rahîşte gund, Gava besa qencenevsa Dinê hilda gelek tund: Welatê min, qanatê min, Vekir dewreke teze, Bû meydana hunurvana, Erşa "Vostok" dibeze: Ser Gagarîn, bengzî narîn Geriya renga nebeled. Sîyaneta me, rûmeta me, Bilindkir bê hed û sed. Lê dû wî ra nolî şêra, Pêncek jî çûne ezmîn, Ku bi sirê li wî sorê, Eşkerekin boy Wetîn. Wan bê talaş hewa qelaşt, Dewra kosmîkîê danîn Û navê wan, her gavê wan Dinê ra bû mizgînî. Ezman anî merd merdanî, Qefesa xwe ber vekir, Û xasêd me— mêrxasêd me, Hemdî xwe lê mêzekir. Tirê hîvê ji paşîvê Rabe, here reqasê, Deyn steyrka ke, xwe şitavke, Bona heyr û hewasê. *Ferhengok: Dewra Kosmîkiyê: Esra Fezayê, eng: Space Age mehel: muhît, dever rahîşt: gihîşt qencenevsa: merivên nefsa wan qenc, pak qanatê min: sitara min (per û baskê min) hunurvan: hunermend Vostok: (Vostok-1: Rojhilat-1) Navê teyara ku yekem car mirov pê derketine fezayê dibeze: hereket dike, digere Gagarîn: Yûrîy Gagarîn, cosmonotê ûris bengzî narîn: yê sûret spî-çîl nebeled: nayê zanîn Pêncek jî çûne ezmîn: şayîr behsa teyara Cosmos-5ê dike Ku bi sirê li wî sorê: Sirên/efsûnên Pergala Rojê / Solar System Tirê hîvê: Tîrêjên heyvê nolî şêra: mîna şêra Deyn steyrka ke: bangî stêrka bike xwe şitavke: xwe hazir bike, xwe çêbike *Qaçaxê Mirad: 1914 -1979 *Çavkanî: Medya Civakî, @mount_ararat

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qaçaxê Mirad şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz