Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Perwîz Cîhanî

Perwîz Cîhanî

3 görüntülenme 0 beğeni
Were fêr be gula dil! Gula dilê tijî ‘kul! Were fêrî kurdî be! Dûrî hemû derdî be! Fêr bibe tu Alfabê! Bi zimanê bav û dê! A, a A, bêje tu wekî av Ax û ala û alav B, b Bê, wekî bira û bav Bide bavê tu silav Baş be di gel birayan Bi tore be li ba wan C, c Cê wek cante û cilik Conî û corn û camik Cano* cante hilîne! Coher*, qeleman bîne! Cûcikekê bikşîne! Perrê wê bineqşîne! Ç, ç Çê wek çem û çîmen e Çinar li dor çêm hene Çav û çeng,* çok û çene Endamên leşê te ne D, d Dê dest û didan û dev Paqij bişo roj û şev! Pê pirçe û didanşo Dev û didanan bişo! Dem û dilê dayîkê! Destî bide xayîkê! Tev herrin debistanê! Nas bikin Kurdistanê! Fêr* bibin zimanê dê! Bixwînin xweş alfabê! E,e E, bêje wekî Erez! Min got û dibêjim ez Ê, ê Ê, wek êzing û êvar Êzdî Kurd in li Şingar F, f Fê wek, fêrgeh û fêrkar Kurdî fêr be tu her car! G, g Gê wek gul û gulfiroş Ji gulê tê bêhna xoş H, h Hê wek Hêdî* û Hawar* Heval, Hogir û Hevkar Hirmî, hejîr û hinar Di havînê têne bar I,i I, herwekî istiran Yan istêra li esman Î, î Î, herwekî înîyê Ew tê li pêş şemîyê J, j Jê wek jîn û jîyanê Jîn xweş e gel vîyanê K, k Kê wek Kurd û Kurdistan Kurd namîne li, jêrdestan ‘K, ‘k ‘Kê wek ‘ka û ‘kadînê ‘Kelem çê dike birînê ‘Ka’kil, ’kuncîyên havînê Bavêj binê ‘kulînê Yan ‘kavirrê ‘kurrî ‘kel Tev ‘kûrr û ‘karikên bel Hemû bi ‘kê ya qelw Xweş têne gotinê ew L, l Lê herwekî lêv û lam * Li rû ew in du endam M, m Mê wek masî û mase Mezinên xwe binase! N, n Nê herwekî Newroz e Newroz bo me pîroz e O, o O herwekî ordekê Wek orîna çêlekê P, p Pê herwekî pişk û par Pembo, pîzav û pincar Q, q Qê qelem û qelemdan Dengê qaz û qulingan R, r Rê wek roj û rojhelat Ronî hat, reşî helat Rojbaş ronahîya çavan Rastîyê bêje li, her gavan RR, rr Rêya qelew du rê ne Wek ‘kerrê û ‘kurrê ne Wek birrîn û firrînê Yan jî wekî kirrînê S, s Sê, wek sênî, semawer Yan sîng û sermil û ser Ş, ş Şê şeh û şimik û şal Şev û şevçira û şemal Şevbihurk û şevşahî Şemalkan da ronahî T, t Tê wek tîrêja tavê Tarî nema li navê U, u U wek uro* ez kurdim Ji bo kurdînîyê dimrim Û, û Û wek tûr û dûr û nûr Rûbar hene gelek kûr Wekî Zê û Avaşîn Dicle û Furatên rengîn V, v Vê wekî vik û vala Velez nagihên hevala W, w Wê wekî welat û Wan Ew welatê me Kurdan X, x Xê herwekî xebat e Xêr û xweşî û xelat e Y, y Yê yad û yadigarî Yekî, yekîtî û yarî Yek bin yek û yek bigrin Yêkatîyê ra şagird bin Z Zê wek Zerî û Zîn e Zimanê me zengîn e Hey gulên gulistanê Şagirdên debistanê Hûn fêr bûne alfabê Bi xweş zimanê dadê Vêca fêr bin rêziman Silav li we şagirdan Ferhengok: Çeng: bask, mil Lam: hinarka rû Uro: iro, hero, ero, pirtika gazîkirinê ye ji bo mêran, hevrîşal e di gel peyva Herr ya almanî. Di kurdî da dema gazî mêran dikin dibêjin Uro, iro, hero... lê dema gazî jinan dikin, dibêjin: urê, irê, herê... Cano, Hawar, Hêdî: her sê navên mêran in. coher: hubir, reng fêr bibin: hîn bibin, hîm bibin, hû bibin, bihevîzin, bielimin, hûre bibin

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Perwîz Cîhanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz