Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Paul Éluard

Paul Éluard

2 görüntülenme 0 beğeni
li deftera xwe ya dibistanê li darên maseya xwe li xîzî li berfê navê te dinivîsim li hemû rûpelên nivîsandî li hemû rûpelên vala li kevirî li xwînê li kaxezê li xweliyê navê te dinivîsim li wêneyên zêrrkirî li çekên şerrvanan li taca paşayan navê te dinivîsim li çolistan û dehlistanê li hêlîna firrindeyan li nokan li dengvedana zarrokiya xwe navê te dinivîsim li seyriyên şevê li nanê sîs yê rojê li demên dezgirtî hev navê te dinivîsim li zeviyan li qeraxa esman li çengên çivîkan li aşê siyan navê te dinivîsim li her hilma elindê li deryayê li keştiyan li çiyayê şeyda navê te dinivîsim li kefa ewran li dilopên xuhokî yên bahozê li barana tund û bêtam navê te dinivîsim li dirûvên dibiriqin li demjimêrkên rengan li rastîniya fizîkî navê te dinivîsim li şiverêyên haybûyî li rêyên vebûyî li meydanên di ser kinarên xwe re berfire dibin navê te dinivîsim li lampeya hildibe li lampeya ditemire li xaniyên hatî hev navê te dinivîsim li fêkiyê awêneyê û odeya parvekirî li doşeka xwe ya vala navê te dinivîsim li seyê xwe yê hesûd û sernerm li guhên xwe yên durhîkirî li destê wî yê goc navê te dinivîsim li nêrdewana ber deriyê xwe li tiştên nas li hurmîna bayê pîroz navê te dinivîsim li rûyê pencereya surprîzan li lêvên hişyar li raserî bêdengiyê navê te dinivîsim li stargehên xwe yên ruxandî li bircên xwe yên hilweşî li dîwarên bêriya xwe navê te dinivîsim li dûriya bêbêrîkirin li tenêtiya tazî li gavên mirinê navê te dinivîsim li saxiya vegerrî li xeteriya rê lê hatî girtin li hêviya bêbîr navê te dinivîsim û bi hêza peyvekê dîsan dest bi jiyana xwe dikim hatim dinyayê daku te binasim da ku nav li te bikim Werger: Husein Muhammed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Paul Éluard şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz