Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Pablo Neruda

Pablo Neruda

19 views 0 likes
şevê gişî ez bi te re raketim nêzîkî derya, li ser giravê. Kûvî û evînok bû tu di guhertina nav bijokiyê û xewê de, di guhertina nav agir û avê de. Belkû xewnên me dereng, gelekî dereng dibûn yek, bilind li ser yan kûr li bin, li bilindî wek şaxan, ji ba bi xwe dihatin leqandin li kûrbûnê wek qurmên sor, digîhan hev. Belkû xewna te dev ji ya min berda û li ser derya reş li min digeriya wek wê demê, dema ko hîn tu tuenbû, ko min te derbaskir bê ko ez hayê xwe ji te bînim û li çavên te digeriyam, tiştê ko ez nûha - nan, mey, evîn û hêrs - bi destên tije didim te, çinko tu ew piyal i yê ko li bendî danên jiyana min i. şevê gişî ez bi te re raketim dema ko erda reş xwe bi zindiyan û miriyan digerand, û di dema hişyariyê de, di nîvê tarîbûnê de zendê min bi newqa te girt. Ne şev û ne xewn dikarîbûn me ji hev vekin. Ez bi te re raketim, û di dema hişyariyê de, devê te - nûh ji xewnê filitî - , çêja axê, av û kevz, bingeha jiyana te, da min û maçek gîha min, di torekî ji şeveqê de, wek ko ji derya tê ya ko li vêderê peşkên pêlanên xwe bi me werdiki Wergêr: Sîrwan Hecî Berko

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Pablo Neruda
🛒 0

Your Cart