Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Omer Faruq Baran

Omer Faruq Baran

2 görüntülenme 0 beğeni
li ber dîwarê mizgefteke kevn bi îmana xwe ya nû kamilbûyî bêjingek ayet didizim ji hafizekî kor da û za yên bi xwe yekser li min digerin ne şêr im, xwe ve-dişêrim ayetan dikim belavok li ser gorên sê kalên wenda belav dikim xêra diya xwe ya dilrehm şop tê ser min û mirinê di rojeke têrşev de têm ”toros”andin, ditirsim spî, dûr, hêdî di pozê min de bêhna qeracekî lê kulê lê nifir û kafirên deştê min çê nas dikin stûyê min li tekerên kamyonan digere zimanê min deynê me î ceryanê dide emrê min qut dibe dixerbilim li min dikin ava bûzê çi’bkim memkê qîzê ji qasidê mirinê re çavan diqirpînim dikevim xeweke giran xwe giran dikim bi egal û dolbendekê ji ber dikim kilamên dengbêjekî zimangiran e z û … ji bîr dikim çemê çetelê jî ji xalê min xeyîdiye niha bêje çavê min ê bejî so heft bavan diajo û çawa be jî xew xweş e lê sêdaran qene be dijidînin qirikên serhildêr xwe didimê, bala xwe didimê bîîîîîîrrrr, dengan dişeniqîne bîrbîn im laşê min dişibe kaxetên tûrnosolê di çilkek asît de sor dibim du qirûş û nîvê min zêde lê terekeyê min têra telqînekê jî nake dizanim ji bîr nakim jiyana xwe ji dil didim Tionek-Sirûc / Havîn 2011 (Vê helbestê di pêşbaziya helbest û çîrokê a Huseyin çelebi de xelata duyemîn wergirtiye.)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Omer Faruq Baran şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz