Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nûredîn Kermîtî

Nûredîn Kermîtî

2 görüntülenme 0 beğeni
Vê buharê Keçek biçûk Li çolê ye Bi hostê xwe re. ji nivkê çûkin rengîn Li nav Qadek cotkirî danîn Di cî de Keçik pey wan ket û hoste pey wê ket Bang wê dike: veger, Qada cotkirî ziyane, û çûk bi firrê pêlewane, Dev ji wan biqer. Lê keçik venegerî û li pey wan ket Heya likumî û ket çûk jî firîn Keçik jî bi poşmanî bi girî Nuh vegerî Hostê reben jî …. Ne bav û ne dê ye Ne xuşk û ne bira ye û ne dilovantirê dilovana ye Teqez û haşa ne Xweda ye Wê çi bike ji keçkê Piştî gotina wî şikenand û xwe ji destî wî Revand û çûkên birçî Tirsand Ne wan girt Ne xwe Rehet hişt. Ji ber ketina xwe Birîn bû Destê wê xwîn bû Hew ji bo Mirovatiya xwe - Ev hoste - Bi êşa wê re Êşya û bi giryê we re Nalya …. Pê şa bû Li ber dilê wê da Heya ev keçik Dîsa kenya. Hegr mirovatî Ev dilovaniye Ka îja Xwedayî Bi çi hawî ye … ?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nûredîn Kermîtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz