Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nûbar Hesen

Nûbar Hesen

2 görüntülenme 0 beğeni
îsal weke her sal Hat û tûr li milê wî Lê îsal ne wek her sal Diyariyên zarokan anîbûn Tenê hinek kul û xem û barek hêsir û çend xewnên pînekirî di biniya tûrê wî de bûn * * * îsal berf nehat û tû nehatî û evîn nehat tenê xewnfiroş rahişte birînên xwe û di kolanên şevê de çû û hat * * * ser salek e sar e ne roj der ket û ne germiya lêvên te da dilê xewnfiroş! û bîna birînek e pîîîîîîîîîîr ji kincên wî tê û çend xewnên birîndar di nav qermûçkên riwê wî de xwe veşartibûn * * * ser salek e tarî ye û roniya dêmên te der nehat û evîna xewnfiroş weke binefşek e pûûûûûûç...........herifî û dilê wî mîna kulîlkek e piçûk bi baranê kêfxweş bû û di kêfa xwe de.....mir!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nûbar Hesen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz