Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nîhad Temer

Nîhad Temer

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi lez li pê Êlbatê pinpinêkan Li pê basikên sor û mor Bi rengê keskesorê Li dora bexçê gula gul bi gul meyze dikin Mîna gera çavê min ji şaxên ta xunçên gula Digeriyam li rengên wendayî dem bûrî ro bi kenê nazik Li paş çiya xatir dixwest Hîn çavên pinpinîkên wendayî li dora xwe derin û tên Ne Cî û ne War Vedigeryan li cîhên barkirî Bi destê xwe tariyê diçirînin Li pê albata ew çavên tirsonek Bê çare maye Bilind firiya … firiya Ji tariya bê bext Li ber çavan rawestiya Li hêviya albatên pinpinîkan Ku ew di hundirê xwe de dîl bikin Di valabûna şev wendayî Li pê pinpinîkan pêlk bi pêlk Soma çavên min xwe run dike şev bi şev ez diqelêşim Li wir ser milên girê pûç Li jêr hêla şikefta bê xwedî Xweya dike baskên rengên bê soz bi tariyê re dibim heval Tiliyên xwe dikim baqên gulan Bi lez bê tirs xwe ji şevê vedidizim Li bin xorişt ew mebesta min netirs ku ji tariyê netirs ku ji mirinê netirs ku ji dawiya destpêkê demên ku min tewanbar dikin bi kuştina bahozên min vegotin ku ez gunehkarê oxirya tariyê me gunehkarê gir … şikeftan gunehkarê elbata pinpinîka me gunehkarê toza li pê kerwan şev bi şeveqê re dikene xwe ji gunehên min vala dike bi hêrs feryada mirinê bi destpêka beyanî bi kerwan re zengil lê dixe li pê xwe tozê dihêle mîna estana stêrkên şevê der û dere bê rawestan ta ku bê berf û baran şevan ji roniyê dişo û kerwan bi lez û lez diçe şikefta li bin siya toza rê diqelêşe hêvî miryên şevê peyalek ji jarê diherike ta tîrêjên rokê şev bi tariyê dikene laş ji zemînê direve hudurê mehtabê ji dîroka çepel zemîn bê zare … xemgîne elbatên pinpinîkan li ser termên bê giyan difire ta şikefta bê dawî çûk lêne bê hêlîn bê hêvî bendewarê qêrînek ji leylanê qêrînek ji laşên bê giyan goran bû şîwaz û hovîtî mirin bû rastî pinpinîk bûne kisika kovî li ber deryê şikeftê pîreke bextreş bi zimanê şeytan daxive tê wergerandin zimanê efsane di nav asman û çiya di bin rehên gula şilêr de zarokên heftê salî li kemencê dixin bi hêrsên zemînê awaz lê dixin dîmên ar li pêşiya şikeftê bi hezaran nêgaran dişewitîne êlbata pinpinîkan dibin arî û kerwan dibe bend û hîn mendal di nav rehên şilêr de kemencê saz dike bi sitrana xorişt mebesta mine.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nîhad Temer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz