Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nêrgiz Ismayîl

Nêrgiz Ismayîl

2 görüntülenme 0 beğeni
Beşa Yekem Kenên we binefşokên zozanên welatê çelengan in Xecxecokên qelaçên Sîpanê Xelatê ne Qeşmûşkên birînên rêvingiya xewnên me ranebûne Kildanka şîrînyarê, xelata kulîlkên Hemrînê Meşka eşqa hêviyên me dikeyînin Buxçika kenê me yê spî tijî av dikin Barê xakê bi we sivik bû Spehîtiya we neqşa koçeran e Peyvên payîza Agirî mîna vîna Cudî ye Bi dengekî hêrs, ser warê jibîrkirin û mirinê Siya tirsa weşîna rondikan nahejîne Lehiya evîna we peyvên têne bidawîkirin Di dawiya şevê de, di serê berbangê de Bi dengê kenê we pişkên keziyên buharê dibişirin Gava masiyên Gola Wanê dilîzin lorîka janên me dayik vedişêrin Ji we re behsa bêrîkirina xwe dikin Welatekî hêmin ji aşitiyê re xwînê dike gol Xaka ku hîna bêriya hilma zarokên xwe dike Zarokên wê keskesor ji xwe re kirine pirpirîk Birînên dapîran dihûnin De derman bikin cokên xwînê Hûn ne mêvan in Ne mêvanên dereng li ser lêvên razayî ne Evînên gewr her rêvingên rêkên dûr û dirêj in xemgîn nabe dara dilê lûtkeyan Çendîn rêçikên wan bêdawî bûn!! Ewqasî şopên wan dawî li êşên jînê anî Hîna eşqa we kesk e Ji demsalan re semayê dikin Sor dikin keziyên zeriyan Ji qurmê ve comerd in Ji bîr nabe... hûn evîna welat in Ger darê pişta xwe da darê ger avê nema li avê nêrî ger axê ji navê xwe şerm kir ger çûkan pirpirîk ji bîr kirin Wê gavê bila hemû kêliyên buharê vemirin henase nema ji bo azadiyê serî rakin! Ey xwedawendên vejînê!! hûn sirûda xweşiya welatê me ne dîloka koçeran, merhema dermankirina derdê axê ne Hûn rûmeta çiyan in Tenê eşqa we çavîkên avê teqandine Bajaran dilê dildaran keritandiye Çi bikin? Em bêriya spîbûna dengê we dikin Li kêleka peravên janbir mîna pelçemên dara gûzê ya kesk Tiblên sor ji xwîna xewnên veciniqî mîna wan salên bi lîstikên çavgirtinkê ne peyvên di gewriyê de sewdal mane... dadiqurtand Bayek e, ji Urukê tê dibe ku buhuşta 104 meyên we bin ji tenahiya xwe şerm dike awaz Dara çinarê pêjna siya we radixîne Şevê, kilê reş bi ser we dadike Mitêlên spêdayê rengê xwe davêjin gulistana we hişyar dikin û.. welatê ji hingivînê xweştir, Şîr dide payîza bîranînên me di her semayekê de berfa GOVENDÊ geş dike Beşa Duyem Ey koçera kenawer!! Neqşên dilê te ji warê Dêrsimê hatine Kulîlkên zazayî strandine awirên te Dereng geş nebe buharê Bimîne werz.. bimîne yarê Bibe pizooot Gur bike evîna wê li welatê du çeman Binax nabin kela jinên kezîdirêj Naqefile agirê hêviyên koçera zozanên evînê Derengmayîna te bawî dike wêneyên gundê me Şûna xwînê diherikîne avên zemzeman "Baniya" dilê te nema ji agirê bajaran hez dike Her bêriya gulên evînperwerên Dêrsimê dike Guharên darên payîzê diweşîne ser xemgîniyê Destanên veqetînê û rêvingiyên dirêj dişemitîne ji hestên te dilopên barana azadiyê dibarin De hine bike guliyên dayîkan, vegerîne kirasê buharê Tarîka şevan jî reviya ji ber awirên te, vegerand roja germ Parîsê ji navê xwe fedî kir. Beşa Sêyem Ha... Koçera beyarên Botanê Bi girnijîna te re lîstokên me zindî bûn Ji destê me hemû kêlî bûn mîna bedewiya Cûdiyê gerdena te Em bêriya wî şemala te yê koçerî dikin li bin hênikaya wê em hestên xwe radixin Zarokên welêt bi xewnên te re mezin dibin Bîstikên xewnên me jî bûn dengvedana xweziyên te Xunavên serê seharê hênik dikin germahiya havîna peyvên me.. bêrîvanê! Ji te re Koçera zozanên Botanê!! Ji van kêliyên hêvî hûnandî Em û dengê rika neyaran li hev digerin Rêvingî hevalên me yên şevên tarî ne, rojên giran in Tenê peyala ava azad dişikîne têhna me Hûn bûne zingilê çavên minalan tabloyên şkestî diqeşitînin Peyvên xeniqî bi giyan dikin Xweliya wan diyarî şevên bêstêrk dikin Em fêr nebûne gornan bikolin Çîrokên xwe tê de têxin xewê! Weke qereçiyan ku bêjingên xwe dihejînin genimê dîrokê li tevna êşan dixin zîwan diweşin û genimê me her ew genim e Em jî di ber re lorîkên bengiyên vî welatî dibêjin her mezin dibin keser.... Em dixepêrin bexçeyên şeydaya xwe Li xewnên azweriyê digerin Bi milên me felek rûpoşên neyaran dirûxîne Carinan rastî ji qehran re dikene Lê kenê rastiyê jî hesretên dapîrên me ne Gava bêriya zeviyên tiriyan dikir helîl û bastiqên Omeryayê dihatin xeyalên wê Pênûsên me yên serhildêr Weke qazmeyan dîrokê dikolin.. dikolin û her dikolin... Li baskên me digerin Piştî ku serê peyvan dişon Yeko yeko bi guhê çiyayan ve dadilqînin Xweşikiyên me gava dikevin nav heriya reş nema ji rûkê xwe şerm dikin! Em natirsin ji dilopên xwînê Xewnên me jî çîroka lehengiyê dinivîsînin Em li ser xwîna xwe negiriyan Li ser hêviyên xwe nekeniyan Dicleyê; em fêr kirin çawa dilê xwe bicûn destanan biafirînin Herikîna Feratê ew fêr kirin çawa bibin lehî paqij bikin axê ji "Nemrûdan" Hîna dengê "Nemrûdan" erdê dihejîne Xezeba bablîsokê dibarîne Kenên me ji kaniya hesinan in Kederên me jî dilnişîn in Di cengê de em bedew bûn Di pirtûkên zêrîn de em xweşik bûn Niha jî zindî dîrokê digerînin Xweziyên neyaran dadilqînin Ala mirinê ji me re rakirine Nizanin ku me ji zû ve xatir ji mirinê xwestiye Dîsa li we digerin, li bin dara spîndarê digerin Kêleka kaniya gundê me bi dîwarên girtîgehan ve pelên kulîlkan hiladiwestînin Dawa welatê me fireh e, jê bîn dikim bêhna we Şervan in em, ser sînga vî welatî bûne rêwî Hozan neqşevanên kederên wî ne Va ye xewnên sêwiyan dişon Diyarî buhara welat dikin Aramî li agirê me nayê Agir azad dike bêkesan, nanê çavên wan spî dike Havîn e, baran dibare asoyên bilindahiyan bûne keskesor Hest nabin xwelî, çem têr nabin ji herikînê Zozanan awirên xwe kor nekirine Bedewî asmanekî şîn e biskên we sulavên şitî ne Wêneyên te welato mane wekî şenga çiyayan Vê seharê, bablîsok e, erê hêlînên şervanan asê ne Li bejna me nehat xemla bajaran Mizgîniya serpêhatiya dapîra min berbang e Kela stranên me nav ewrên avis raketiye Her dilekî we, her eşqeke we, bûne stûnên dîrokê Gola hêviyan masî tê de distirên aso Xeyidiye Dema bajar demsalên çiyan li xwe dikin Beravêtî dibin kaniyên deştên me Baran bariya zozanên me şerm nekirin Werzên teyrokan nemabûn Her bi ser hêviyan de qamîş dişkandin Ger kulîlk nekenin Dê kî wekî Munzir û Zapê zanibe bikene? Em li ber libikên tiriyan nakevin Tiriyên me dibine mewîjên sersalê Himehima me ji kîna zikreşan wêrektir bû Bi rondikan destan nayên nivîsandin Ma Cudî li ser kîjan çîrokên me dê bigirî Agir dijwar e disojîne canê xweziyan Tenê navê te Kurdiya me ye Va ye em dengê eşqa hêrsdar dibihîzin Careke din bi ser rûbarên xemên me de dîrokê xwe verişand Nexeyide ger em di nav kelegirîna kederan de dimînin Ji me nexeyide ger zû bêriya te dikin Şev sar e, nehatina te hîna sar dike havînê Tûrikên hêviyê bişirîna we ye Her li ser milê me ye Ti caran cihê vegerê tune ye We em jî kirine sîma şadiyê Ger hatina we dereng be Wê dayîk nema bikenin Wê zarok nema yariyan bikin Wê lîstokên dilên me bi tenê bimînin Stirî kelem in, xatirên we lez dikin Dereng nemînin, deşta Feraşînê li benda me ye Bê we ax geş nabe, bextê welatê me dê reş bimîne Em ê peyvên we bixwînin!! peyvên we yên welatê me yê wêrek e Serê seharê ye, lê mîna keleşê tariyê ye Bi ken pêşwaziya we bi kulîlkên buharê re bikin Bo peyv ji axa germ a hundirê me şerm bikin Bawer bike me tu caran navên heskiriyên xwe li ser bejna dara gûzê nenivîsandine me tenê binya qalikên dara çinarê xêz dikirin û keser pê de dikişandin Dê çi bikin? Tenê navê te li ser bejna latan bû dîrok Gelo çima ew qas em wêrek bûn? Artêşan li dûv artêşan xwe rêz dikirin! tu jî mîna gûzekê bû! Comerd.... dipekî û dipekî!! Lewre şkeftên me, lehengtiya te bêtirs dinivîsandin ger rojek were û navê te bê jibîrkirin Wê dara kizwanan bi morîkên xwe navê te bibîr bixe! Ji dîrokê re bibêje: serkeftin dijî û nemiriye jiyan li cem me ranaweste Lewre dara gûzê du kenan nikare ji bîr bike! Bê te hemû dar bênav in Te reng da me, me jî navê te li xwe kir Biaramî te bayê fênik da me Me jî aramiya hezar salan jiya Lê tu ji me ciwantir î Carinan di kêlîkên bêbextiya çavên xwe de Tenê em di nava bîranînên xwe de wê diteptipînin Ma dara biyê dikare mîna me, pişta xwe bide hênikayiya werzên we? Na...Na! Qalikek diçe ... yek tê Tu caran winda nake dengê me! Loma her ku demsalekê pişta xwe dide me em tên bîra rêwî û karwanên rêdûr.. Şilêr dibe roman, dibe çîrok, dibe peyv Me dihêre, radike ser piyan. Ew tenê dikare eşqê vejîne awirên hêvîdar di kêlîkên nedîtî de nefretê dike tiraf dikare geş bike rawestîne bayê bêriya aştiyek bedew Agir dikare giyanekî bike ronahî lê nikare bazan razîne Hest mîna axê ne her şîn tên û bêmirin in! Bê herikîna hêsiran em digirîn Tenê awirên me xatir jev dixwazin Wiha jî em ê bifirin .... Wê pinpinîk vegerin geştê Em fêr nebûne hestên xwe bikin bênder Bikin diyariya bayê, ku bi xwe re birevîne Hestên me bi peyalên zêrîn vedigerîne xweşiyê Û... zerya tîne semaya jiyanê Em ê bilîzin, erê! Bila keskesor xwe paye bike Bi xeyd me pêşwazî bike Wêneyên me yên xweşik xwedî bike Em ê nebin mirovên ji tozê Û tabloyên me ber ba herin Evîna şîn a pişkivî dê geş bibe Weke bejna çiyayan em ê bilind bibin Mîna wê li ber xwe bidin Xanîkên barên me ji heriya xakê ne Hêviyên me weke bûkên baranê ne li bendî barînê ne Hevîrê me hişk nabe, axa me axeke sor e Bi civata we şevên me dimizicin govenda azadiyê li ser milê te li dar e Dayîk dilîlînin Çavji sînoran natirsin têlan jî hîna serê xeyalên me koh nekirine xêzik û mêzikên wan nikarin rêya me bibirin Her em li ser kulava gundê xwe man her kes henekê xwe bi hêlana me dikir Rêbîwariya me ji wan re bûbû pêkenok Lê me ji heriyê kiras hûnand Li xwe kir û her keniyan! Qelaçê bêxwedî sînga xwe ji me re vedikir Seqem û serma di himêza wî de diçûn Jora konê vedayî esmanê sayî bû Lewma di girinijîna awirên stêrkan de heyv û rojê "Ez Xelef im" xweş gerandin Bîrhatinên xwe me ji devên çeka neyaran direvand ma mirov ji lehengiya xwe şerm dike?! Pîrozahiya rizgariyê li her derê radigihîne Me bi rojan xewnên xwe hêraye ava zelal ji eniya me dibariya Pênûs û stran mistana armanca me bûn Em dizanin çawa rastiyê bixemilînin Xêliyê êş û derdan rêya xwe guhertiye Potînên leşkeran şiverêyên me gez dikirin Lê tîrêj nayên gezkirin Porê konê me bi têlan qetandin Xwestin dereng bixin hatina me bêkes bimînin sosinên me Lê nizanin em av in, em damara jînê ne Em jî weke werzan, werz in baran dibare ji asmanê Cîlo Sûra Amedê bi xanîkên me şa dike Zozanên xwe ji qeşabûna bûzê jî germtir dike Me kefiyên kevrîn bi dilê xwe dakirine Xizaniyê hîna nikare nebariyê têxe çavên me Keziyên dayîkên me Ji tîjên kezîqirmizî ne Awazên solînên me li ba ne Bazin û gerdenî qetandin Solên ji qîrê; hevaltiya rêkên dûr dikir Ji bîr kirin ku rengê vîna me Newroz e Vejîna dilê me Çarê Nîsanê ye Şadûman e... Ji keskesorê nebûne Ji kezeba dayîka dîrokê bûne Nan û pîvazek têra hêviyeke me dikir! Û ... Hîna dike! Beşa Çaremîn Va tu hatî koçera Silêmaniyê Mizgîniya agirê newroza çavên keçan î Neviyên helmet û qurbanî bi te serbilind in Va tu tê yî deşta hêviyên me tev didî Kişwera azadiyê ji mirovahiyê re vedikî Şalûlên Deşta Silêmaniyê bûn şahidên stêrka te Gelo napalimê dikarîbû miradê enfalan bin ax bikira Da qêrîna te bitepisanda? Xêzikên tang û topan qehpikên tarîtiyê ne Mezopotamiya bi te dibe welatê evîna xwedawendan Gava tu bûyî agirê sibatê Giyanê te aştiya hezarê salan e Were û şad bike çavên sêwî Ma em çi bikin, barê pênûsê giran e? Bi agirê evînê, yarên welatê min vejîn dibin Li ser zinaran, li ser latan Li Heftenîna qehreman Bilûrê melûdiya te belav dikir.. Erê koçerên eşqa bêdawî Wisa em ê kari‎bi‎n bêrîki‎ri‎nên di‎jwar bi‎ni‎visîn‎in? an jî tayê peyvan j‎i ku derê bi‎hûnin?! Da kari‎bi‎n wê çîroka ku nehatiye gotin bi‎rêsin? Em nehati‎ne ji‎bîrki‎ri‎n, çîrokên me winda nebûne Ger hêza pênûsê nemîne, da bîne zi‎mên evîn‎a me, Dê ev z‎inar, lat û çi‎ya behsa wan di‎lên me yên wêrek bi‎kin... Em ê ne bi‎ tenê b‎in, dê Sîpan û Perwînê serî raki‎n serhildêriya gulan vebêji‎n Gulê‎n ku aw‎irên me ji xwe re ki‎r‎ibûn peyv û m‎isk dê bi‎ ser her kerwanekî dabikin û bi‎lîlîni‎n Em ê her li‎ hev bi‎geri‎n, em ê ne‎miri‎n û bi‎qîri‎n her bi‎jîn û mîna qirax‎ên lêvên çeman bi‎ge‎rni‎ji‎n Pelên tiriyên baxçeyê daleqandî dê neweşin Ji ‎heyvê re bibê‎je: Bila bayê bêrîki‎ri‎na me ji‎ bi‎lî van kavilan nebîne ji tu kesî re behs neke... Û... mi‎nareyên mi‎zgeftan tewandî û şermok nehêle bila navên me werin bîra helbestvanan bila tenê ‎şopên me bikin rist Dema her du can di nav xwînê de di‎qiçqi‎çîn, Û di nav vîzevîza guleyan de di‎gevi‎zîn çi‎ya fêr dikirin çawan ew jî li pey ‏bêhna me bin Mîna em li‎ wan di‎geri‎n Pi‎rsên me jî li qiraxên rêkan dihiştin... Carinan me d‎igot: Belkî li‎ bajarekî te bi‎bîni‎n Lê m‎ixab‎in, ç‎i bi‎ki‎m?! Me tu ne li‎ vî warî, ne jî li‎ wî bajarî jî dît! Li mlazaroka Medyayê me te dozî... Çi‎ma xewa we nayê?! Xewê ji‎ me re got: Çavên we bihêrs i‎n Ma hûn ê çîroka çend hêsi‎ran biçînin?! Û dengê çendan berz bikin?! Hemû rûyên sorgulî efsaneyan di‎hûnin.. Çîroka te jî hîna di guh de deng vedide ji‎ kovan û keseran re bes e Kez‎iyên f‎incana qehweyê bi‎xem‎lîne! Û... li nav çeman mûman vêxîne! Dîwarên zindana Amedê pêjna xweşewîstan dike Ma nayê bîra te delala min gelek caran Pencereya zi‎ndana me veki‎rî di‎ma Lê dema tu di‎hatî, g‎irtî bû?! Ç‎ima dereng d‎ihatî?! Ew qas azadiyê dilê te revandibû?!!! Ger tu hatî, xemgîn mebe bi‎la kîna te "Zindana Îmraliyê em ê bişkînin" bi‎bêje û hey bibêje... s‎trana welatekî gi‎rî û di‎lekî ‏şew‎itî Wê demê, bi‎ tîrêjên kazîwayê re dê pencere ji‎ mi‎n re bi‎bêje Û di‎rêj behsa te bi‎ke.. Dê behsa mêvandariya te ya biheybet bi‎ke Ji axê re vê çîroka xwînê û m‎ij bi‎bêj‎e Ew çîrokên ‏firdayî dibihîze û dikirkire Ser sînga me ‏dilebitîne û çav li agir dihêle De şa bibe, bibêje û bi‎la dilê te aram be. Xakeke delal e û hîna xwîna wê di‎kele Carinan li paş‏ daran d‎ig‎irî, carinan jî bi‎ qîrînî dipeke di‎ her du bîstikan de deng dide cîhanê Em bêri‎ya dawetên xewnên xwe di‎ki‎n Lewre qîmeta dawetan jî nemaye Êdî xewn nema ji‎ dawetan hez di‎ki‎n Bi vê darê ve me termê evîna rastiyê dal‎iqand, Û hêvi‎ya çîrokeke xweşi‏‎k jê re ki‎r Behsa di‎lê te yî bi‎çûk ji‎ ç‎iyê re d‎ik‎in Behsa çavên te ji‎ axê re di‎kin Behsa ti‎li‎yên te ji‎ darê re di‎ki‎n Behsa bi‎lûra evîneke ‏şewi‎tî j‎i çûk‏ Şalûl û bi‎lbi‎lan re d‎ikin ‎pepûle behsa wê çîroka bedew di‎k‎in Em n‎izani‎n, ne em dereng hati‎n warê te Ne jî tu dereng hatî buhara m‎e? Em dikelin weke dilêr, dojeh diheje Evîna ji agir wek Cûdiyê Miradan te li bedena xwe pêça Te jî nivişta rêya dûr bi sînga wê ve kir Û... hemû pîrozmendiya evîna welatê me yî pakî bêguneh vêxist... Te Heftenîn kire agir, te agir kire agirê eşqê Te poşmanî temirand, te di nîva dilê berfê de kevir kirin koz Û canê te ji axa Başûrê serhildêr afiriye! Dilê te yê pêldayî ber bi roja jîna me ve xuriya Agir û destaneke hezê geş kir Hilweşand gilokên destên zaliman Û qirêja kînê.... Lewma pêta te vêketî ma Û tîrêjên rojê xwe pê germ kirin Qonaxa tarîtiyê derbas dike agirê te Peyaleke ava azadiyê bi ser bêbextiya dijminan de dirijîne Dilê te yê bêtirs û perwa paye kir qîrîna berxwedanê Ne li Rojhelat, lê li ser sînga dayê, Dibe ku nivîsandin romana Staran hêsan be, lê ya herî giranbuha jîna azad e Dê her zindî bin peyvên te Çendîn ev dil dilekî hişbir e ku hemû serxweş li ber dinoşin! Bi velerizîna êşên sibatê re, ronahî ji xwe şerm dike Û li ber awazên elendê ritma pakrewanan lêdixe evîna te agir gur hişt Û li ser rûkê heyvokê pazdehê sibat neqişand Xwestin ji hêviyên me darbestan çêkin Lê ji fediya te darbestan dilê xwe şewitandin li kevanên bêbextiya zordaran gur ma agir.. her gur ma Ji esman dengek hat: "Em ne xwediyê binkeftinên sar û herifî ne. Em ji agir gurtir in Û ji bêbextiyê xurtir in" Beşa Pênçemîn De koçerê!! Vegerin zarok, zarokên bin konê bêrîvanan Vegerin zarok, ne zarokekî sînema Amûdê Vegerin zarok, ne zarokekî têrgiryayî Û hîna bêriya hilma paxila dayîka xwe dike Vegerin bibin axa buharê, axeke mistandî Çi qas kevir bî tu yê dereng bikenî û bibî axeke şil Bo her li ser em biçînin werzên xewn û xeyalên xweşik Vegerin axeke şil, lê bê mistandin xweşikbûnên keçeke çiyayî Bibin aveke aram Bila kevirên reş bes bibarin Nema bêriya wî şûrê tûj ê nav tiliyên wî dikin Tûj e, carinan serê peyvên me jê dike Û davêje newalên saw û tarî Hestên me ji buhara peyvên we hez dikin Hûn vedigerin zarok, zarokên axa welatê me yê spehî Bi we re zaroktî dibe xwerist Ava eşqa we şewqa jiyanê geş dike Bi we re hêvî bibask dibin Cîhan şev û rojên xwe xweş dike Bi we re em ji dayîk dibin Bi eşqa we re em dibin zarok Zarokên Amedê destşkestî serhildanê dikin Bi keviran vejîna hêviyan bale dikin Em ew zarok in ên ku ji êşê lingên me dişewitin Bibe zarokekî welatê me yê birîndar Û bi zîpika payizê re bilez were jiyaneke nûhatî Demjimêr qediya! Em peyva dawiyê nebêjin Kêlîk li kêleka peravan Nenasên sêwî xwe dixin şûna gewdê şeveke lal. Xatirxwestin ji peyvan şoreşek e Û şoreşa tê dadan a peyvan e Ji nişka ve em dilê xwe dajon ber bi şewata kuleke xemgîn ve "Peyv" gewdê xwe diçine ji nava dilê me Loman nekin ji veqetînê Bi sedan bilbil ji gulan veqetiyan! Em sêwiyên xewnên xwe ne, dilê me jî me bi tenê dihêle Lewre destbirîn şirîn dibe! Xwezî te kulmek xwêya sûr Bi dilê me de dabikira û birîn bikewanda.. Ne bi peyvên bêdengiya te Ya ku kêr li hestiyan da û helbesta me xwînî kir Lê bi evîneke dirust... Qendîlkên vê şeva dilê me ronî kir Û kozên germ tîna germa bêrîkirinê diarîne Ji goştê laşê me bipirs Wê bibêje wateya peyvên me carinan bêpeyv in Carinan şerm dikin, lê tu carî pîr nabin Koçerê!! Me li ser sînga Kobanê îro hevdu dît Ava Feratê amadekariya dîdara hezkiriyê dike Çiya ji me re konê hevdîtinê vedigire... Ba xwe li bejna me dide Hişyar dike.... Û dengê dilê me li zozanên wê dîlan dike! Em veqetiyan! Lê ne çarenûs bû!! Çarenûsa azadiyê em yekta kirin Em in şêtên xaka zêrîn... Koçerê!! Me konê xwe li her derên welêt vegirt Ji bilûra şivanan me newayên xweşiya cenga jînê gerand Ew bû çîroka me Heyv û roj di kêliyekê de gihiştin hev!! Zayîna peyvan jî bêjinga geniman gerand Em weke qereçiyên kolanên azadiyê Li zêrên hebûna xwe geriyan Koçera ber dilê dayîkan! Dê xezal bê tirsa ji kuştinê biçêrin Siya darên gûzê ji hemû deman dirêjtir e Dê hênikaya xwe bi bayî re bişînin Dê çav nema ji hev şerm bikin Gava roja azad bejna xwe raxîne nav asoyên quncikan Dê her demsal di nava axa xwe de bizê Û hinavên jiyanê dawerêvin Ji bêhna napalm û tangan dê damsal beravêtî nebin Veqetîna hezar salan dê xwe bi tenê nehêle Da di welatê dilê me de bextewerî bê tamkirin Welatê bedew, Kurdisatana evîndar û bindestan Bila di hîmê azadiya xwe de bikeyê Û sawa şevên bêdawî me nexwin Mîna vî welatî bigirîn û mîna wî bikenin Gava zarokên wî pêxwas nemînin Xewna me ew bû ji canê me destan bibarin Çirûska vejîna zarokatiya nepenî bike Xunava laşê me ji dilopên deryaya jînê ne Tolhildan û veciniqîn e Bêxem xwe berde û berde Û vegera poşmaniyê meke Gava mêbûn nav pîroziya çiyan xwe bişo Bila peyv binoşin ji qirêjiya hezarên salan xwe pak bike Qirêjiya xwe ji axbûyînê derxistibûn Şev û roj, li me hildiperikîn Dikolin.. dikolin, Axê bi wê dojehê dadikin vemirînin agirê bişewat Canê gulan û zarokan Di berbanga sibê de bi rê dikevin, Û kefiyên sorikî, gulgulî û rengîn, Xezeba bahozan, tînin xwarê Şa dibin xwedawendên axa giyanê me ax dikare barê peyvan rake şînahiya asmanê dilê te dilê xwe kiriye morî Û rêka heca pîroz hilbijartiye Ew tenê temendirêj in! Moriyên ku di bin tava rojê de xwêdan nedan Û bi zîpikê payîzê re pişta wan neşkest Çi qas hêja ne.. çi qas bextewer in Çêra gihayê şîn, li binê daran Daweta azadiyê geş dike Me destê xwe da bedewiya wê Me maç kir û bi hilma westiyayî laşê xwe şûşt Çavên me pir hêja ne, ku pîroziyên wê têr dîtin Dayik e Av e Ax e Kaniya dayîna jîn û vejînê ye Ser sînga wê fêr bûne, ku jiyan ji mirinê xweştir e Û mirin ji jiyanê dijwartir e! Fêr bûne hestên xwe kedî bikin Da bikin xwarina birçiyên azadiyê Lewma ji me re digotin: Hûn bîrhatinên STIYAN dinivîsin! Ma hûn neviyên kîjan STİYÊ ne?! Em naxwazin hûn dînan şermezar bikin dînên ji av û axê dikarin Bedewiyê bibînin û bidin dîtin Koçera me!! Ev çîroka te ye Zayîna pişkivîna Kurdistanê ye Vê bedewiyê ez dîn kirim Û barê xilasiya destê wê da ser milê me Dibe carinan em piçûk bin Kenê me têra hewarên wê neke Jana birînên wê ji qama me bilindtir e Wiha ye hêjano! Carinan helbestên me dereng tên serdanê Wekî tiyên çavbeloq Vedigerin bi ser rûpelan de Ew bihêz e me ji xwe re hilibijart Kirine dîlek û lalekî ku nikaribe raweste! Kirine xezal ji bo şa bike axa wê Û di oxira xwe de deh xezalan bizê Niha jî tu hîna di gera xwe ya nêçîra xezalan de yî.. Ma çend xezal ji bo yî te di latan de wer bûne? Tu ji bo çend xezalan ji bilindahiyên xwe hatî xwarê?! Ma heskirina xezalên azad hêsan e?! Xezal dikarin qurbana azadiya xwe bin Heyv û roj ji rengê çermê wan dihesidin De ji hesreta dîtineke tirsok Peyvên şewitî nerijîne û vê çîrokê nekuje Di kuştinê de wate tar û mar dibin Carinan peyv li min kom dibin Geh bêdeng in, geh di qada êrîşê de ne Geh destvala li me vedigerin Geh jî bi şûr û mertalan dibezin Qet nayê bîra wan dilovaniya dilê me Wisa diqîrin û tepa xwe li sîngê xwe didin Stêrk li hev digerin û hev winda dikin Windabûn dîdariyê tîne Hewara me baranê tazî dike hevdîtina me ya dawiyê binivîse Xewnên ahînên xwe yên nîvkuştî Bide nivîsandin û biguvêşe... Çavên we nexapînok in xezala baranê dibînin Xezal barana demsala evîn û çiyan e helbestên te dibin gîhayê şîn Maçeke lêvên şilok her wextan davêje... Tu qederê mîna destarê digerînî Tu bi kenê vî welatî şa bûyî! Xwe davêjî bextê memikên me yên zêrîn Memikên şîrdayî, ax û esîmanê şîn Çîrok nû dest pê dike, peyv wê nû bipişkivin Hîna li wan deran, li gel wan warên nedîtî Li xaka ku me lê kenê xwe dît, Me êşên xwe lê nas kirin Bigerin binasin Zînên vî welatî gulî hine kirin Ji deşt û newalan bangî hev dikirin Têr maçî çiya kirin û têr nebûn, Destên xwe dan axa wê ya sor û têr nebûn.. Ên mîna te li ser dilê rastê yê eşqê mezin bûn Ma evîndariya xelazan li welatê min hêsan e? De bihêle baran hûrik... hûrik bibare... Dilop nabin kevir Û siya berbangê nakujin Bihêle em ji te têr bibin Dilê me dibije azadiya te Mîna neqşên wêneya dawiyê Bihêle em bibin av û li te ranewestin ji bin lat û zinaran biherike bibe ba û di nav porê me re derbas bibe da ku guliyên xwe li ber bejna te hine bike Zincîr nikare canê xifşan biêşîne Bila tu çiyayê yekem bî Û em spehî û azadiya te binoşin Helbestên me agir bi zindanan dixin Gur dibe... Dihelîne sitemê Em nikarin kolika peyvên xwe Di nav xewnê spehîtiya destê te de nehûnin nebedew bin.. nenazdar bin tu dizanî em ava çemê te ne herikîna dawîn in Ji xwe tu neviya heyvê yî... Em jî neviyên rojê ne! Dê helbestên me di bin tava heyv Û şewata rojê de xwe bişon Ger asman ji helbesta me tûre bibe, Em ê nebin Leyla û Mecnûn Em ê di rojê de mîna temenê salekê bigihin hev Û helbestan bidêrin Mîna hevdîtina kêliya desptêkê Tu yê careke din destpêka buharê neqş bikî Gerdûn û xakê em ê bi hev re bidin jiyîn Tûre nebe ji firehbûna dilê me Em ê perçeyê Kurdistanê bin Û tu yê neviya zemîn û jiyanê bî Nebêjin: Jin ji pelan in û zû diweşin Jin gava dibe tu, dibe ax! Û zemîna her tiştî Gava ax diza û qolincên xwe bi serbestî didan Gelek bêbextan nalet lê tanîn Roviyan Rojhilata Navîn gêre kirin Jiyan reş û spî kirin.. Lewre nizanîbûn çi ye hilma axê, giyanê avê? Zû bawer kirin Şirîn û Zînê li vî welatî mirine Û Bekoyan firavîn bi xweşî xwarin.. Gava wan Şirîn û Zînê nas nekirin Me pir nifir li wan kir Vêca, tu rêwiya dilê me yî Û barê zemînê her radikî Tu hez dikî û rengan tîj dikî Tu dikarî nêviyê dûr nêzîk bikî Em jî mîna te fir didin Çemê hestan ji bêrîkirinê namiçiqin! Em jin in... bargiran in Tûrikê me gerdûn e... dilê me xaçerêkên xwedawendan e... Ey dîrok ji bîr meke; Meyeyên me nalûsin... Wê qet nelûsin... Beşa Şeşemîn Erê... koçerên şeng!! Nisêbîna me disoje, warê Omeriyan dinale Derdê me guleya kilêşê dizane li ber dengê topan, li kêleka kaniya Spî bayê pelên daran li hestên me dida Li kêleka vê kaniya xemgîn Li ser vê axê bêdengiya welatekî heye qama çiyan, şanaziya daran govan in Em dikarin silavekê rê bikin Ew çend roj bûn kevokan ji me re digot: Mizgînî bi bayê lezgîn re tê Wê were... wê bi şînahiya asman û mêbûna axê re were Wê roj bixwe were... Bi rengê welatê evîndarên rojê Bi hestên zarokan wê were Gav bi gav Wê were û maçî sirûda vê axa pîroz bike Wê were û tuxûbên awirên xwekuj bişikîne Di kêliyekê de em ê hev bibînin Em tirsiyan bibînin û windakirin; me bikuje Rêwîtiya welatekî tiyê azadiyê berdewam kir Di çend kêlîkên biçûk de çavên me tu winda kirî Lê xakê bêhna te winda nekir Avaşînê xwest te li ser sînga xwe biherikîne Awir hev winda dikin, lê tu carî rastî nayê winda kirin bê te nabe, roja me tu yî Welatê xwedawendên zindî Dirêse helbestên berxwedêr Dibin gotinin ji êgir Û bi êşan re tê şûştin Mezinahiya van çiyayan tu yî Dilên biçûk mezin dikî Gulistan bi te rengîn in welatê me spî û sor e hîna li benda hatina buharê ye Wekî her demsalê sema bikin Û rengê spî bibişkive Spî tê, tariyê diçirîne Pêxwas pîroz dibin Kê gotiye li kurdistanê temenê evînê mîna pekîna zîpikan e? Dibare... dibare... û dipeke! Kê gotiye rêwîtiya me mîna temenê buharê ye? ên gotine nejiyîne, kor mane!! Hey koçera bisaw!! Doh darên Helebçayê şewitandin îro birînên Şengala me vebûn Hestên me ji rêwîtiya helbestê vegeriyane Ne xewa me tê, ne ya peyvan katjimêr çend e? Tenê çikçika dilê xwe dibihîzin Li jor balandeyên bêwext û tirsonek Guleyên mirinê avêtin û avêtin... Nobil werdigirtin û şanaz bûn!! Li her derê agir dibarandin asman reş bû ax hişk bû Qendîl birîndar bû... (Wedatê) min jî lehengiya xwe di nav napalmê de Deng dida... Diteyisand!! Bezî û negiha xewliya avê jî vexwe Henase fetisîn berî bezîna xelasiyê Ma xewliya zuha jî bêbextî kir û keniya? Erê, keniya, lê şeş cergên welatekî azad bin ax kir Û çavên qehremanan xiste xeweke bêdengiyê Li wê erdê kaxezên spî bitenê man.... Napalmê rê neda peyvên bêhempa bên nivîsandin Û qelem bi tenê ma Her şeşan, guneh nekiribûn Zinar, gul, kulîlkan çi guneh kiribûn? De mêze bikin delalê... birîndar e ev welat! Me dît... Bi her du çavan me dît a me dît... me bihîst jî hûn nebînin.. Nebihîzin Asman hişîn bû Şaxên darên kizwanan ji berfa spî giran bûbûn Kundekî di kuna wê darê de dixwend Çi dixwend? Dê çi bibarîne bi ser me de? Kewa pepûk li wir çi dike? Pepûk Pepûk Dê xweliya germ bi serê kê dabike? Haya teyrik û çûkan ji tiştekî tûne bû Pey zikê xwe yê birçî ketine Çi bûye? Ma dê çi biqewime? Dilên me mîna yên çûkan Bi ser hev de hatine guvaştin Lê didin mîna ku bixwazin ji sîngên me werin der Ne me karîbû dengê dilên xwe rawestînin, Ne jî çûkan bilûsînin, Ne jî ew pepûka pepûk bixeniqînin Çemê paş me aram diherikî Bêxem, bêdeng diqîriya Cara yekem bû ji peyvên avê tênedigihiştin Ji hilma axê em tirsiyan Ji nişka ve asman û zemîn navê xwe winda kir Asman bû qada ejdehayên çavsor Koçerê... tu dizanî! Hîna axa welatê me sor e Îro baran dibare, dilop dilop tê xwarê, Dengê tipetipê li ser naylona "manga" me... Derve tarî ye, ewrên reş stêrkan dadqurtînin carinan bayekî payîzan me xemgîn dike Pêşwaziya zivstaneke nû dike Bi kirasê spî û bêdengiya Şewata berfeke qerisî... Hêlîna tilûran bin ahenga herifîna hêlîna eşqê Û xezeba volkanekî dilorîne sivorî di zikê darên berwan de seyr mane Bîna axê bejna pungê kaniyan dipelîne Careke din kizwana kesk û zer dilop dilop diweşîne Û xatirê kulan ji bafirokan dixwaze... Pêjna bahoz û bageran ji bejna bakurê birîndar e Bakurê axa sor, axa lingên bazên rojhilat e Çendîn belek in janên berjêrî hîman remdan kirin çeqelên şevên mijokî şopa lingên şeydayê buharê dipele Dipijin peyvên bayê sergêjên rêkên dûr Gêj dikin ba, dibin civan Geh gilover digirîn, geh jî şewitî Geh di bin xezeba firok û tangan de Ji tirsa pêjna hawanan dihebitin Bi şaxên daran ve û di kêlîkê de ji bîr kirin Kîjan buhar jiyan û kîjan payîz? Geh navên xwe, geh sîsikên xwe, Geh jî qamdayîna xwe... Jibîrkirin jî bêzar dimîne ji bîr bike Baran e.... Carinan aram carinan lezgîn e Tîne bîra stêrkan pêlên wê deryayê Deryaya ku pîroz nekiriye mêvanên xwe Ji asman anî xwarê Û bi çend henaseyên nemerdiyê dikeve Nimêja bangewaziya fetisîna wî mêvanî Hîna hewl dide, hîn hewl dide... Bobelata sor e, penç davêje ser rûkê baranê Pê li gaziya çend canê derwêş dike, Têr nabe ji pakgiyanên liviyayî Hîna civaniya parzemîna termê çîrokan dike Okyanos têra xewnên gulan nakin Ji bîna wê lavayê, qurimîne Û bendewarê zayîneke nû ne... Erdhejê janê sînga vê axê berbangekê sar dike Awirê rastiyeke çemandî bin baskê pepûleya siyem Tuxmê vê dayîkê ranazên her serî radikin û zîl didin Bala xwe davêjin vîna rûmeta bilindahiyên serberziyê Lat û zinar diparêzin bilindahiyên kurdewarî Û ser belgeya her gulekê neqişekê datînin Kesk û sorbûna çelengan Lal nahêle axa sor!! Jinên pakrewan diçin û paş xwe mêze nakin Bihuşt e û bihuşta janên mirovahiyê ye Ew axa dayîkê ye Bi qasî bedewiya biskên wê Ew qas şîniya bedewiya xwe dikelişîne... Di nav herikîna fermanên felaketa Zerdeştan bin tang û topan gundên me jî serî radikin Û bêbextiyên wan, çawa qêrîna xwe digihînin asîman? Jina vê axê evîna jiyanê ye Asman kêm dimîne Ji çend dilopan û çend kunên laşên vê axê pê ve Ahenga evînê li dar dikeve Deng û reng tevlî zayîna nûxwezayê dibin Pîroz dikin, Kevana Zêrîn geş dikin Vedigerînin kirasê bedewiyê Ev e welatê me, ji mêbûnê afiriye Winda nekiriye nasnemeya şaristaniya xwe Li her lûtikeyên dibarîne berf û baran Bilindahiya me her berf e Mîna bejna Aararatê dibarîne gulolîkên berfê Dixepêre nava revîna xemên karwanan Her bedewiyan Ji bo tîna tava rojê vegere Û... pirpirîk dest bi semaya jiyana heft hezar sal dikin Erê ne qalikên peyvê mane, ne jî rûtbûna rastiyan Her welatê me welatê axa azad e... Welatê rojê geş e! Di bin konê koçeriya dilê me de Xemên penaber dinalin Delalê!! Hestên me konên xwe Li ser serê Çarçêla û Ava Zê danîne Ji Avaşîn re merqeda hêviyan disepîne dilopên dengê dilê me herikîn Çeman ji xemên welatê me şiverêkên me şîn kirin Barê tûrikê me yê koçerî giran bû delalê!! Weke tava heyva çavên te li serê Cûdiyê Miradan Şewqa evînê herikand ser xemên dilên mişixtan Kenê te weke bêhna nanê tenûrê fûriya Me jî pêşwaziya we kir... li dadgeha jînê her hestên me keniyan Serpêhatiyên keçên koçeran li keviyên kaniyan, Ketin cezbeya eşqa xwedawenda dayîkê... Em bûn dîlberên gerok Û konê me li ser hêviyên azad vegirtî man Havîna me qerisî û sar dikeniya Zivstana me li ser bedena konê delala dil tûzik kesk kir... Deşta me wekî tûzika Kanî Gûzê ma Bêhna pûnga welatê egîdan Bêhna evîna asîmanê şîn belav kir hilma nanê sêlê li ser gora Lawikê Xerîb Xirbeyên ser destên me, konê xwe li dora Sînga kîna wan vegirt Û... nema xema mirinê kirin Di bêdengiyê de dilê dayîkan vezilî Staran hebûna evîna dilê cengê ye Weke xwe man stranên me Ji xwe spehîtir, ji xwe mezintir, Û bi qasî xwe biçûk û nazdartir ji xweşikiya me kolanan xwe rût kir Bi cezba eşqa çiyayan ketin... De bêjinga xwe bigerîne koçera dilê dayîkan De bigere û em ê konê xwe vegirin Keziyên hinekirî ji xemên zarokan Em ê li bejin û bala kewan bigerînin û bigerînin Biniya warên civaniya me yên bendewar Bi qasî buharên fetisî û xemên westiyayî Ji rakirina barên berbangên bilindahiyan Ji xwe nema tê Xwe hiltavêje gerdena spî a çoleke zuhabûyî Û gerdelûlên qederên xwe avêtî biniya deryayê Beşa Heftemîn Bêrîtana koçeran serî radike Bûye xwazgîniya hemû bûk û zavayan Bêrîtan kofiya xweşiyê li dilan digerîne Vezilandina ser axa dilê bav û kalan dike Çi tişt ji axê pîroztir tune ye Jiyan tê de namire û xweşî her berdewam e Ji hestên delal xatir xwestin De koçera me serî rake Û bila dayîka Bêrtanan bikene Bila kon vegere civaniya dilê me ji kulîlkên buharê re Bêrîtana me xwe bihejîne Silavê bide bejna Şîlana welatê evînê Îro xemgînî lêbûrîna xwe dixwaze Ji hebûna kîna xwe Mîna bênderan bêjnê ditewîne Gerîlaya me di nêv newalan de dibîne Gazî bajarê evînê dike Dêrika Hemko ji Ava Mezin re bi gorî dike Nûdaya me ji gulhinarê şengtir e Bikene Koçera welatê eşqa rojê jîna me bi evîna xwe geş bike Dansê bike Saryaya gula zer a Çiyayê Agirî û Çarçêla Kaxezên spî ne, li ser rêsa konê helbesta me ne Ne xatûn in hûn, ne Leyla û Macnûn in Heyranokên dayîka me li ser dergûşa evînê ne Birîndar e konê me û dermanê wê strana we ye Kêliyê şeverojê ne, termê peyvan dixirikînin Diqetîne kirasê şevên tarî Diponijin êşên me bi ser berbangê de Lêgerîna deryayên bêsînor xwe hilavêtin bextê me awirên we çîçek kirin pelên keskahiya xwe Digirnijîne hezkeran Rê dide mêşên hingiv kom bikin gulavê Hesreta hevdîtina me welatê me distirîne û bi kenê te şewata şevên westiyayî dişkîne Beşa Heştemîn Delîlaya dilber melûdiyên zinarên asê dibêje Koviya dilê çiyayê Medya û Agirî Dilê te ji qeşayê germtir e, ji havînê hêniktir e Ne hunermenda nêçîra hestên weşiyayî ye Ji rêkên dûr û tirsê, wêrekiya me hat strandin Li bejin û bala te hat buhara welatê me Dilovaniya te ji rengê azadiyê hatiye hûnandin Di qadên cengê de sînga fireh warê Feraşînê geş kir Dîrok pesnê xwe bi dengê te dide Li dilê me nayên cil û bergên derewan Guliyên hinekirî li ser milan Tu dilnizim î Tu mezin î... Xunavê xwe li pela gulên te kire mêvan Te ew pêşwazî kir Ji fediyan serê xwe li ber te xwar kir Di xweşiyê de gulazera deştê Di dilê mirov de hebû Dilbera me jinek bû, hemû xweşikbûn kom kiribû Di hizrê Mem û Zînê de heliyan hêvî Tu keça Dêrsimê, Botanê, Mehabadê, Hewlêr, Qamişlo Çi bêjin? stranên te semaya evînê heland dê dengê te çend konan vegire Û welatê evînê di daweta azadiyê de bireqisîne? Her binefşokek dixwaze ya te be dilê tîrêjên rêsayî dixwazin yên keziyên te bin rengê dilê te şîn e! Avaşînê pesinê te dide Matmayî dibêje: Ev çi bedewiya neqişkirî ye? helbest û stranên hingivîn.... Dilê kulîkan dibije kenê wê Û xemgînî diperte ji kerba xweşikbûna wê Dahola cengê te lê dida Û Kilêşa reş li ser mil dilîland... Canê.... Îro tu bûyîna "roniya reşka çavê me" Kenê te xweşikbûn û azadiya welatan e, herikîna çeman e Meryema xezala koviya axa jînê!! Rîhana ber keviyê çemê jînê!! Ji te re rîhan Cûdiyê Miradan Ma kî dikare ji axê tore bibe... Û piştê bide konê di kêliya rengê axê de şîn bû? Kêliya em û çiyayan li bin dilopên hûrik keniyan Îskaneyeke şeraba kamiranî bide Arasê keseran Serxweş bike reşmalên eniya Kurdistanê Bayê kîjan bêrîkirinê xwe dizivirîne? Ji nava kelînên sar xwêhdanek e... Ji Çarçêla didize temenê kêliyên zaroktiya nepenî Û tenahiya di nav henaseyên xwe de helbestên li xwe geriyayî da zayîn xwe ser axa şil a dilê bêtuxûb dît Em ji pirsan pirsa bersivan nakin Bersiv di bêdengiya xwe de vedişêre bersivan!!! Gelek deman em gerîn li şehê keziyan Bajar xilmaş bûn û pişta xwe dan rextê me Ma ji avê pê ve kî dikare ma ragire? Ji bêhna vê axê pê ve kî dikare bibêje Tama sorî qehweyî çi ye? Ji bilî çiyayan kî dikare bilindbûna dilê te bibêje? Keybanûya me?!! zanibe hîn helbest hene nehatine nîvisandin li benda buharê mane? Ma tu nizanî "buhar li benda te ye" Rastî carinan dibe pêkenok, dibe dîwar Lê rastî rastî ye û jê xweştir tune ye ên mîna me tenê dizanin Barê koçeran çi qas giran e!! Çi qas rojçûyîna ava bêreng giran e! Bibe jîna axê Bo her zindî bimîne welatê hêviyên hestan Biherikîne mêbûnê, wê peyv ji dilê me tore nebin Kî diwêre dilê koçeran bidize Û diyarî welatê heyvê bike? Kî?!! Bila nefetisin peyvên azad Ji kefî û paçikan merqed nema bi kêr tên Ma em konê xwe li ser deryayê vegirin?!! an li nav keziyên hinekirî yê Dicle û Ferat? Deşta Heranê bêbîn namîne Helbestên me bîna qedexeyan li xwe nagerînin Lê di herikîna rengan de em diherikin Û jiyan bi me re dikene Gava dil ji jînê tore dibe, nema helbestan rêz dike Û xweliya germ bi serê wê dadibe Ma bi xweliyê çend goristan ji helbestê re çêdibin? Helbest nabe gorsitana lehengan, nabe ya peyvan Ser axeke sor ji te re em dilê xwe naguvêşin Îro ax şîn e Û ji asman diziye bedewiya xwe Em jî xweşikiya wê dikin bêhna giyayê şîn ê deşta peyvên me û ji te re rê dikin Nema dibêjin biparêze tûrikê xewnên me li zinaran Êdî em bi xwe hatin gel dilê xwe, Û dikarin ne tenê yê xwe bin Te jî helbestên şîn himbêz bike Tu tenê dikarî bayê kêliyekê ji kêliyên buhuştîn Têxe ser rûpelên lênûsa giyanê xwe Pê de neke perdeyên spî Pêwîstî nemaye em pey spîbûnê bikevin Me ji bîr kiribû ku em spîbûn bi xwe ne Çima em ew qas lê geriyan? Û gava me dît ku em ew in, Wê kêlîkê em girnijîn... germahiya havînê em qefilandin Navê wê kêliyek dilopên baranê bû Bikene û keziyên xwe ji himbêza tuxûban re veke Û bazde, Bazde ji dil bazde Sobeya daran gur neke agirê bêrîkirinê jê geştir e Bi destê helbestên me negire Em bêkêl in!!!! Sermedî ne!!! Em dibezin helbestê didin jînkirin Zindanan diherifînin Ev kêlî bû, ew perpirîk firîn Em li ser baskên xwe kirin Û Li her çar terefên dinyayê gerand! Pê re bezîn semaya heftan Lê paş çiyan semaya heştan hebû zor e ger dil neyê guvaştin dilopên azad bêsînor in! Carinan em naxwazin têbigihêjin Peyvên te ser kîjan axan dixwazin xwe derbirînin? Têdigihin, kela girî dikeve qirika me, êşeke cuda çêdike!! Destûrê ji te dixwazin Em ê çend rondikên zuha bibarînin Çima em dixwazin bibarin? Hebitiye kenê me! Seyra hest dixwaze li ser neynika eniya te nexşan bike Hawara Xatûna Zembîlfiroş ji nava lepan derxîne Bike diyariya wan demên xweşiyê Koçera konê koçeran!! raxîne kulavê derdên me Bila keziyên te bibêjin: “Ez maf im” bi ava bexteweriyê dilê xwe bişo Eger hate şûştin, neguvêşe Bila dilopên peyvên me biwerêvin Wê peyvên me bibin karwan Û li welatê koçeran bigerin Şivan dê bilûrên li bixînin, Û dîlana azadiyê li dar bikeve Gava peyv bi avên şîn neyên şûştin nabin helbest Û di hestên mirovan de cih nagrin Tu jî wê ahengê dixwazî Çiya dixwînin û ji te dipirsin: Gelo çend rojên temenê me wê têrê bikin? Xuya ye ne temenê me, Ne jî ev dem û dewran têra te dikin! Şoreşa te dirêj e Û em jî bilez tevlî dibin... Wiha em xewnan dighînin xweşiya rastiyê Ev car kofiya te dikeniya Û bayê dilê te dinivîsand!! Tenê sînga te li Botanê mabû Besta û Gabarê govend digerandin Govenda serfiraziyê.. Xêza te Kurmancî ye, strana te li konê koçeran vedeng e? bilûra xwezaya tu lê dide diweşînî pelên hişk û dibişkivînî kulîlk Gava sînga berfa spî berê xwe da cenga peyvan Neyar ji te bitirs bû Ji me re rê bike, helbestên çelengiya xwe Koçera deşta Wanê û Serhedan!! çavên xilmaşbûyî nabînin firîna me Pênc hezar sal bi te re axifîn heyv û roj Pênc hezar sal bi te re nivîsandin destan Mehan ji xwe şerm kir Her kêlî me xwe bi tîna te dişûşt Xwe weke te xweşik dikir û dixemiland.... Em ji tembûra rojê ji dayik bûne Weke têlên zirav deng dibin Nema dizanin serxweşbûna azadiyê bê te çawa ye!! Mîna qehwebûna her du çavên te Me welatek ji rengê qehweyî ava kir Çiya bi heybet in winda nakin rûmeta xwe Nikarin bi hatina buharekê ji heriyê bixapînin xwezayê Gava herî raneke dengê xwezayê, Çi wateya qehwebûnê dimîne? Va ye, tu ji rengê heyvê germahiya rojê dikî diyarî Bendewarî zor e heval!!! Dizanin niha tu di xewa azadiyê de yî, Û bendewara hatina me yî Mizgîniya hêviyê didin te û bibêjin: Êdî zarok dikenin Nema dayîk digirîn Ax nema dişewite Av mîna xweşikbûna çavên te diberiqe Em ê mîna hemû çirikan xwe nevêjin bextê dîwarên hesinî Û genimê nekutayî bidêrin Em ê ne zarokin çavbirçî bin Wê giyanên me aşopên pak bixwin Ev car dê buhar benda dîtina çavên me be Em jî bendewarên dîtina hev bin Em ê bîna azadiyê diyarî hev bikin Û bijîn.... Gava kenê te ji bilindahiyan neşikestî tê xwarê, çavên te ji bo bêrîkirinê dikelin Tenê pelên dilê te dikarin bêhna xwe rê bikin Bigihînin me û bigerîne.... Kenên xwe yên kovî ji bîr nakin Bendewarê destên me be Em dê werin û porê te şeh bikin, Keziyên te bihûnin, Ji rengê Avaşîn kitanekê li eniya te girê bidin Û Pev re bikenin... helbestên yaran ji axê re bibêjin... Hestên me demsalên bêhûde li xwe dipêçin ramanên pêxwas li xwe nakin Ji ber çîrokên me yên veşartî Buhar û havîn ji me xeyidîne Dilên piçûk her li yariyên jiyaneke bextewar digerin Li nav şeqamên rûqetiyayî Zivistanên çolên sar bêdeng in Dixeniqîne rondikên şahiyê Pêwîst nake pirtûk çîrokan rêz bikin çîrok zindanan diçirîne Di hemû dîmenên zuha û bêreng de Ser rûkên her dayîkekê Hin zarok zindî ne û li yariya xeyalên xwe digerin Hesp hilma buhiştê dizanin Hesp bo azadiyê dibezin Ew tama giya dizanin.. Ji bo dilê me venemire Bo her azad bijîn Em mîna hespên kihêl bi çol û çiyayan ketin Hêviyên me ne ba ne, geh sar in, geh germ in Hêviyên me ne av in bê vexwarin, bibe xwêhdan Hêviyên me ne peyv in li ser kaxezan ku bişewitin Gava av aram biherike, hesp bêtirs vedixwin û dilxweş dibin Av dipilpile, çavên hespan xweşik dike Dilê me dikare wêneyê hezar salan bide guhertin Em in ên ku li welatê xweşikbûnê geriyane bi sedan car li kêleka çeman canên xwe şûştine Meyên xwedawendan tenê dikarin Avên çemên westiyayî û rawestiyayî biherikînin Ew dikarin bibin jîn û jiyan Di vê gerdûna kelandî de nezan bêbext in Em jî bextê te ne Û em ê bextê jiyanê bidin afirandin Em jiyanê di windabûna rengan de venaşêrin! Em li cihê ku jê hatibûn birîn li xwe geriyan û Li van çiyayan me xwe dîtine Ger em windayî bin wê cihê we li ku derê be?! Ger xweşikbûnên me hatibin dizîn, Ma wê çi wateya canê me hebe?! Welatê zindiyên bêguneh Xemên te em nanivîsin Xemên xwêhdana gerîlayekê, Ji biniya axên germ derketî Bikin peyv û çîrokên te yên ku hîna Li tam û rengên wan digerin Dibe ku janên te jî mîna yên helbestên me be Û serberz bin, digerin li warê rastiya xwe Dibe jî mîna peyvên me yên sermedî Her şevê deh caran ji xew hişyar û şehîd bibin Serpêhatiyên warê xwe Di bîrhatinên xwe yên veşartî de dibînin Belkî karibin wî agirî careke din vêxin Hin serkeftinên muhteşem bi dest bixin Bila her kes bibêje: Ma ev çi lehî ye? Em ê newestin, rêwîtiya hezar salan bidomînin Bê ku piyên me bibêjin: Ax Hemû werzan tev bidin û axê tevlî hev bikin Rengan di nav rengan de winda bikin Ta em karibin rengê axa dilê te bînin der Şahiya hemû demên zarokatiya xwe vegerînin, Careke din mîna serxweşiya kenê xwe bilind hilfirin Asmanê te yê şehîd zindî bikin Carinan bi xeman bikolin wê çîrokê Carinan jî bi hêviyên ku çi kesî himêz nekiriye Bixepêrin hestên te Bo karibin vegerînin rengê buharê û kalê serê salê Em ê ne mîna bêdengiya te bikenin Û ne mîna kenê te bigirîn Mîna xwe û wê zarokatiya xembar A têr nebû ji xewa nav şevan bimînin Deşteke ji xecxecokan tijî bêrîkirinan em ê bigerin Lê wekî xwe û wekî eşqa we Wekî wê ya çav bendewar, A nedikarî mîna me dîn bibe, Û bikene ji berfa pilûr re We dizanîbû çawa berfa sar germ bikin Çawa sor bikin Û rengên wê yên sar û zuha Biguherînin havîneke avherikî, hênik... We dikarî hunera pelgeyên zer biweşînin Tabloya şoreşan jê bafirînin Lewre we tenê hunandina tabloyên buharê Ji bîr nekiriye Jibîrkirin wêneyan dikuje Çi qasî janên vê axê kûr bin Ew qas tiliyên pênûsê dirêj dibin Û rêwîtiyên rêyê tijî stirî dest pê dike Te nedîtiye dayîk çawa digirîn Gava dayîk digirîn hemû bejn digirîn Wê gavê nav li êşê nayê kirin Bihêle her şivekî guleyên te li ber ba biçe Azad here û were Peyvên xwe hişk neke Bêdengiya te dê çîrokên şervanên azadiyê raxîne Tu bahoz î Bila carinan bêdengiya te qêrîna welatê me be Her awirên me man yên zarokan Û dilê me yê mezinan e Gul in hestên vê şevê yan jî kul in Ger gul be ew gul tu yî Ger jî kul be ew kul jî ya meşa me ye A wan bîranînên bêdawî ne Wan bîranînên pîroz ên Kurdistaneke bedew in Me çend kulmê kulên vê axê xwarine? Bêrûbar, bê dîmenên buharê Ger ax şirîn be, dê veqetîn jî tal nemîne Wisa ye em di nav şirînahiya xatirxwestin rêkan de dijîn tama talbûna axê dikin Me ji dûr ve dît, bala me kişand Ser zinarekî mezin rûniştibû Carinan qîr dikir, carinan hawar Carinan bêdeng daxivî Zimanê xwe li kîjan waran hêliştibû? Dilê wî ji bo çi lê dida? Pirs pey pirsan dikeniyan û digiryan Nav tayê porê wê Çima destê xwe hêliştibû nav ava sar û germ Û giyanê xwe diyarî buhareke xemgîn dikir bêriya girnijîneke hevaltî dikir Zarokên xeyalên wê, çima çûn? Çima xatir xwestin? Çima pêlên awirên asman ew birin? Lê dilopeke awiran, Û gijlokên stêrkan dipekîn ser destên te Bihêle bila bi hezaran çemên kesk, sor û zer Biherikin nav canê te yê zarokîn Û xwezî keskesor bibin stêrkên rojên te Hîna dilê te li rengê wê wêneyê digere Tu di nava kîjan rengan de winda bûyî Difire, diçe, dûr dûûûûûûrr? Ma firîna te ew qas har e Ew qas şêt diçe kîjan bilindahiyan? Û... careke din vedigeî... Keviran bi ser çend cangoriyan de wer bike Ditirsin ji firîna te, firîna te kuştina wan e Firîna te dilê wan dixe zindanê Kengî pêwîst e tu bitirsî? Gava firîna te bilidahiyan derbas neke, negihe asman, neghe tîna rojê Gava kevirên giran baskên te giran bikin Bo nefirî Beşa Nehemîn Koçerên rêçên bêdawî... Şal û şap li bejin û bala we tê Hûn ji kulîlkên bedew re xewnên welatekî azad in Bila dilê we şad be! Roja li jorahiyan hênik in hûn her winda nake hestên bendewar Em ê şermezarê mirineke bêdeng û sar bin Gelek zor e jiyan di kuna mirinê de derbas bibe Gelek zor e mirin serê jiyanê bikelîne Û nede tama wê Gelek zor e dil û awir bê dengvedan Bê girtin û ji nişka ve winda bibin Em dikarin dilê we tîştîşî bikin Ji rengê keziyên we yên şehîd û spehîbûna biskên we Çîvanok nema li ser defteran tê nivîsandin Quncik nikarin eşqa we binixumînin Netirsonek in, hûn keroşkên kovî ne... Hîpatiya şarazayiyê ne, we tirs şkandiye Qehremantiya we zindî maye Hûn li vir in, koçerên her warî ne! Ji paş şkêran in, zêrevanên qadê ne pê li mijûlankê neqişandî nakin Bi we em ketin rê Dixwazin fêr bibin buharên hêviyan bibişkivînin bendewarên bayê hênik ên paş çiyayan Serxweş bibin venegerin ji nav wan qadên hêrs Kenên we yên di rojên zor û zehmet de Şevên hevaltiyê geş bikin Çi qas şev bi we şad bûn nobedarên dengê û dîtina we bûn Bêwestandin her paye bûn Rengên hemû wêneyên geş in hûn... Û bêriya we dikin Çiya Dar Çem Deşt û Nesrîn.... Em ê şermiya çavên we yên wêrek bişopînin Bibin rêwiyên henaseyên nû pişkivîn Û li xwe bipêçin bayê bêrîkirina we... Em ê newestin ger we pala xwe da çenteyekî Û çixareyeke tûtinî we pêça... Em ê nebin bendewar Û li ber ava kaniyê nebûnijin xewn û xeyalên xwe ji bîr mekin Li kêleka we em ê rûnin Û hêdî hêdî goveda "Bablekanê" bigerînin... Wê carê xewa azadiyê şîrîn dimîne Em ê bi tenê namînin Wê mîna her govendê guliyên we Hêrsa xwedawendan li lûtkeyan bi şefeq bikin... em ê bi we re bibin siwar Zerya û deryayan li hev bidin Helbesta me li ku derê peya bike? Me ji zû ve perda şermê qetandiye Êdî mirov ji rûtbûna giyanê me ditirsin Naxwazin li me temaşe bikin Em dizanin hûn tê dikoşin... Tava we ne derewîn e, me naxapîne Rengê we buhara me ye Vîzevîza bayê ye, seqemeke germ e Bejna dara gûzê bêriya çayeke şîrîn dike Her em li we digerin Ev zinar bê we cemidî û rawestiya ye Çûkên geliyan bi we dihisin fîxanên sermest berz davêjin Bi çi pesnê we bidim koçerino?! Ger peyv têrê nekin? Bi çi bihûnim delaliya we? "Rojê" jinbûyîna xwe ji we vegerand Pênûs dibe tevzînokên laşê we Em tên sotin, lêdan û sêdarkirin Lê çiyan e, me li ber xwe da Em man Zîlan, man Çîdem, man Newroza teqandinê Mezra Botan di meşka êşan de dikeye Bûye hêvî Bûye lehî Dibe hîmên mezin û mezin... Keziyên we li bejna çiyan geriyan Aşûtên beravêtî ser sînga mijdara şilmayî Dilên serhildêr rêwîtiyên şevên tarî hilbijartin Ji tarîtiyê lêgera ronahiyê dest pê kir Spîbûn; rûtbûna hemû gunehên me ye Heriya bin piyên siwaran pîroz dikin Hûn tenê dikarin dilên xwe bîn bikin Raxînin bin tava rojê Hûn tenê dikarin ji avên sermedî, Axa hestên xwe mist bidin Tenê dilovaniya çiyayan Dizane dilên zêrîn xwedî bike... Ji çiyayan efsûnên nebûyî we çêkirin Ji bo ku xweşikbûn bigihe xweşikbûnê Pêwîst e bi xwînê bê şûştin Ji bo rizgariya welatekî em bi rê ketin... Lê cihê bi hezarê welatan We bi sînga çiyayan ve çikiland.. Em ketin Terpilîn Birçî man Şewitîn Lê her awirên me li esmanekî azad geriyan Gotinên we naqedin! Bi dawî nehatine hêviyên we! Rêwîtiya şevên dirêj newestand eşqa lingên we... Rast e destpêka peyvan destpêka hevokan heye Dawiya peyvan dawiya hevokan jî heye Lê guliyên eşqa we destpêk û dawiya wê tune ye.... *Ji pirtûka Guliyên Eşqê, 2019, Çapxaneya Şilêr, Qamişlo. **Bi destûra helbestvanê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nêrgiz Ismayîl şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz