Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nehrî

Nehrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Basika bihejîne tu yê basikên xwe ji xweliyê biperpirîne bi nikilê xwe nexişeke bila di bîranîna de werê kolandin vaye binefş û gangulî hev hembêz kirin sirûd li pey hev rêz kirin rûgeşî li rûyê xunca vejandin di zindana rojê de buhar xemlandin. 2 dema li ser singê te dîlana pinpinîkan bê peyvên min porê xwe şeh dikin qij ranawastê dil germ dibin. 3 Di berbanga Xudê de em herdu vîndar di pacê de rûniştin ez û ûûû li gulistana talankirî bi çavê xulimaşiyê dimeyzandin li şûnwara xweliyê sipî reng daye di bin pêla bêdengiyê de veciniqî şev û roj bi xemla sipî hev hembêz kirin hev ramûsandin ala berbangê diperpirî. 4 Di nav tiliyê şevê de dema ez dilerizîm di landika xwenasiyê de di bin sîka heyvê de ezzzzzz payî bûm wa dîdariya me pênûsa min şiyar kir dîmê me bi hev re şeyda bû me xewnên xwe ji hev re hewal dan şevê bi poşmanî tariya xwe li milê xwe civnd û bi rê ket Hîn bû ku li nav axa zêrîîîn kuştina pinpinîka dubare nabê wa landika me tê da razayî xewnên me bi cih tînê wê hingê bi destê xwe li serê xwe dan lo me çi kir. 5 Ezê xweliya cîgerê xwe bicivînim li deşt û kohiya xwe di nav de wendakim xewna bibînim şeva biborînim parekê bi xama pênûsa xwe kim hêviyê binivîsînim şahiya bixemlînim ya din bi kil kim ji çavê nazelîna re diyar kim ji bûka re hilînim di rojên şahiya de yê li rê ne bi henekim. 6 Ezim vîndarê di kişwera te de me di şevên tarî de roniya heyvê me li havînê wez sîka li ser bejna te me bayê rojava me li payîzê civînokê wa pelê te me ji zivistanê wez sîwana li ser xemla te me li hember ba û bahoza wez perdeme di buharê em yekin di xewinên xwe û te de me.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nehrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz