Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Necîb Balayî

Necîb Balayî

2 görüntülenme 0 beğeni
Li destpêkê peyv e û... pîroztirîn peyv di ferhenga miletan de dîrok e. Li destpêkê peyv e û... pîroztirîn peyv di helbesta helbestvanan de welat, evîn û çîrok e. Li destpêkê peyv e û... pîroztirîn peyv di çeperên şorişan de peyva "şehîd e. ew jî îro li govendê rwîs e, bê karûkok r! Lê li roja îro milet, şa`îr û welat bûne peyvên romaneke bê serûbin. bûne werzên romana min qelema min jî serê xwe ranake di heft cihan da şikestî ye tê de derz, tîk û tok e. 2 Li destpêkê peyv e û... ev peyva dûmahiyê ye Li destpêkê peyv e û... ev romana dûmahiyê ye. Li destpêkê peyv e û... ev dîroka dûmahiyê ye. Dîrok xwe dubare dike... ev dubarekirina dûmahiyê ye. Peyv dê bête serjêkirin. Roman dê bête sotin û nivîser dê şehîd bin. qelem dê şikên bihar dê ji salê havî bin çunkî bên ji gulan kûvî bûne! gul ji baxçan disilin dîroknivîs gihîştin derazînka mirinê qelemê hilnagirin ji bo nivîsîna rastiyê bi du dil in! Destpêka dûmahiyê ye dîroka me dîroka me dubarekirin û dubare ye. ketiyên me gelek in ne yek, du û sê bîst û çil in. Da ku fihêt nebîn.. werin dest bidin tevr û bêran dîrokê bihelişkêvîn şikestiya binixêvîn îro rastîgotin şehîd û xwînrêtin bo şorişa kilçîv û kil in. 3 Ev destpêka dûmahiyê ye hêşta li welatê min dayik dîrokê wekî xwe dinivîsin! serpêhatî û çîrokên efsaneyî bi zimanê realîzmê werdigêrin! wekî cara dubare dikin heft zaroya bi sakoyekî dişînin xwendingehê! Heft birçiyan bi bi nanekî têr dikin! Heft birînên sava heft leşên nazik heft zaroyên şehîdên serhildanê bi nexşê diyayî yê welatê min dişînin şehyana dişînin NEWROZ û dîlanê! Hey wax... bo wê dayikê!! ya ku hêşta hisreta wê maleke ava û... landikeke tena û... buçkeka vekirî ji înandin û birinê hey wax... bo vî welatî dîroka wî hatiye tomarkirin li gizîrte û... deryayên jibîrkirinê. Hey wax... bo wî welatî siyasî lê bûne hevîrê mirinê bo wî welatî seyda û mamosteyên xwendingeha dersa rastiyê dibêjin pale û rencberan dest dahêlayn ji karkirinê ez jî berê qelemê û çavê kamerayê lê werdigêrim û çavên xwe lê diniqînim. Min divê romaneke serkeftî binivîsim. Min divê keziyên qîza bikime werîs û... qerqodên şehîdan bikime gemî û... li vê derya miştî zîvrok derbas bibim Min divê romaneke serkeftî binivîsim. 4 Ez û dîrok bûne du peyvên hezjêker ez bi hemî viyan û giyan ve ew bi hemî pîrozî û şehîdan ve îro bûne cotek li ber derazînka tariyê û... tarî paşa ye li ser erşê xwe razayî. Ez û dîrok du peyvên sava ne mamosta dergehê xwendingehê li me girtî. Ez û dîrok destpêka dûmahiyê ne peyama dûmahiyê ne birûska dûmahiyê ne hatine şandin. Em herdu gaziya dûmahiyê ne ku şehîdên HELEBEçE rahêlaye. Ey miriyên sax! Ey saxên mirî! Bîra we têt dema dehmana vî bajarî ji ser avêtî? berêxwedan bûye fihêtî me dehman berdaday lê hêşta avahiyên vî bajarî ji ser ve şûşe ne ji nav de dîwarên delingpîs in. dergehên bêderge ne. roj hatin û... roj borîn li vî bajarî li ser pelên vê romanê serkeftin nerabûne westîka guhurîn werarê nakin li vî bajarî mîlê saetê nagere! av li axê rawestiyaye û min divê romana xwe bikime bûk û zû veguhêzim tevnê dûmahiyeka bêdumahî deynimnexşeke dî birêsim lê dav, peyv û qelem ji min kûvî bûne û min divê romaneke serkeftî binivîsim! 5 Dîroka me dîroka me ye dubarekirin û dubare ye. Ji ferhenga me ji ferhenga mirovatiyê peyvên giran zû dikevin ev destpêka dûmahiyê ne. Werin, em hemî romanekê binivîsin ku kesên çîrokî û... pehlewan tê de nerevin peyva "Hemayon", "Atatürk" û Enfal" rûreş bin. Werin da ferhenga ketina serûbin bikin. Ji ferhenga mirovatiyê gelek peyv wenda bûne "Spartakûs" hîn nemiriye şorişa beniyan sirodek nemir e. û dîroka me... dîroka me ye dubarekirin û... dubare ye Dîroka me bûye stranek li çiyayê Cûdî ... û li Akrê pehlewan vedilorînin. Ya bûye tabloyên ji xetê bizmarî di entîkexanên biyaniyan de biyanî dixwînin! Hero spêdê dêmê wê ji resenatiyê tête şûştin. Hero êvarê diz dikevine werzê dîroka me ... û dûrkivan nabînin. çira helkin ev ronahiye ne bes e dîrokê vecemînin romana xwe li ber binivîsin çira helkin ev ronahiye ne bes e cejna bûnê li ber bikin hena bûkê û zavê li ber bişêlin mewkibê şehîdên serhildanê li ber bigêrînin. çira helkin destpêka dûmahiyê ye û roman gihîştî nîvê. çira helkin da ku şehîd poşman nebin hêşta Helebçe tarî ye term li pişt ewran veşartîne çira helkin: rabe, nerûne qelem dipeyive roman dihête nivîsîn gelek werz û gelek qonax dibûrin nav û nîşan jî xema wî kesî ne yê pirtir çira hil kirîn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Necîb Balayî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz