Mêrî ji jinê re got:
-Ez hij te dikim,
lê çawa?
wek qeteke camê ya di nav kefa destê min de
dilê min biguvêşî
tiliyên min xwînî bikî
bişkênî
dîn û har bikî
Jinê ji mêrî re got:
-Ez hij te dikim
lê çawa
bi kîlometran kûr, bi kîlometran ripîrast,
ji seda sed, ji seda hezar û pênc sed
ji seda bêsînor carî sed…
Jinê ji mêrî re got:
-Min meyzand
bi lêva xwe, bi dilê xwe, bi serê xwe;
bi hijêkirin, bi tirs, bi tewandin,
ber bi lêva te, ber bi dilê te, ber bi serê te ve.
Niha çi dibêjim
Hemû te fêrî min kir di tariyê de wek kurtepistekî…
û êdî
dizanim:
Axê
Wek dayikeke rûroj
Herî dawî, zaroka xwe ya herî şirîn mijandiye…
Lê ka çi bikim
pora min aliyaye
bi tiliyên ê dimire
ez ê serê xwe xilas nekim Kabil
ne!
Tu
divê bimeşî
li çavên zaroka nû xwedê dide
binêrî û bimeşî…
Tu
divê bimeşî
dev ji min berdî û bimeşî
Jin kerr bû
Xwe avêtin hev…
Pirtûkek kete erdê…
Paceyek hate girtin…
Ji hev veqetiyan…
Ji Tirkî: Rênas Xendekî
(Bir Ayriliş Hikayesi: çîroka Ji Hev Veqetînekî)
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Nazim Hikmet şiirlerine dön