Bargey xemim hellgirt û hatimewe bo şarekem
Hatim berew diyarî şengî kes û karekem
Bo baweşî be sozî dayke dill sûtawekem
Takû bizanê çende be soyiye azarekem
Hatim wekû şemallêk çill u gella bidwênim
Payîzî xerîbî dill be carê hellwerênim
Ke min nimey baran bim êweş awêney baxmin
Herçende lêtan dûr bim henisk u ahî naxmin
Dillim pirsexane ye, serim befrî zistan e
Hemîşe xem le çawim e, ballatirîn mîwan e
Wek ballendey lanewaz terew bê nawnîşanim
çend şîrîn e ke dellêm min xelkî Kurdistanim
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Nasir Rezazî şiirlerine dön