Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Narîn Metînî

Narîn Metînî

2 görüntülenme 0 beğeni
‘Diyarî ji jina kurd re’ Zînê Xizanên te Ji dara jînê weşyan Li ber bayê nervînê hilfirîn Temenê teyî tayen Bi ronahiya rojê re çû ava Bes rondikan bibarîne Ji çavan mîna baran Ji hatina fermêskên te Kanî û cobra der bûne Derya hêsiran der bûne Derya hêsiran mezin bûye Bi bayê keserê te re Dem dilorîne Êş û jana dibarîne çiyayan tîne xwarê Dîrokê hişyar dike Bi gaziya te re Bi qîrîna te re Milet hişyar dibe Zînê Bi tariyê re şer neke şev dirêje Sitrana evînê bêje Kirasê tirsê li xwe neke û çarika sawê li xwe negerîne Hêviya li ser xaka xwe biçîne Stêrk li te guhdar dikin te bibînin Ristan bi rêse Agirê viyanê dade Xwe li ber germ bike Li ber ronahiya heyvê Li xwe binêre Porê xwe şeke çavên xwe kilke Serê xwe hilde Rahêje yelmûma cîhanê çîroka xwe binîvise Li ser rûpelê heymana Bimîne li hêvya peymana Peyala azariyê vexwe Bêhna xwe bikşîne şarê me beyar û şîne Li ser dîwarê demê Rewşa xwe bi neqişîne Peymana xwe bişîne Nelerize ji ber sermê Ji ber sawa sitemkaran Desmêj bigre bi xwîna pakrewana Di berbanga sipê de Limêja azadiyê bike Lava bike ji xwedan Bike berxwedan Bi hêvî be bi bawer be Bimêne li benda elendek Bi omîda te Sawa şevê kêm dibe Tarî bar dike Dem zelal dibe Roj derdikeve Tîrêjan diçirisîne Dîrokê dinîvisîne Buhar geş dibe Hêvî û kulîlk şîn dibin Bêhna evînê belav dibe Keskesor li asûmana vedibe Jiyana te rengîn di be Evîna te bengîn di be Zînê Zînê Zînê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Narîn Metînî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz