Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Narîn

Narîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Di vê êşê de, ger tu li ber serê min ba, sînorek li pêş û yek jî li paş çend mêrdewandi navbera min û dilberê min de cih digrin çend çûk û çivîk bi perekê dikarin min di hemêza te de biçînin Min bêrya te kiriye… Ez hewcedarî te me, ez bihewceyî wê hemêza germ im Bi vê serxweşiya xweş ez dixwazim… Ez te…. û em bibin yek, yek can, yek laş, yek quling Ji te hezdikim Hawar dikim, hawar nakim dengê min nayê te yezdanê dilovan, ma çima tu li min û dilberê min wa dikî? Ma min çi guneh kiriye Min çûk di berf û seqemê de ne peritandine Ez çi bikim tu dê li min were, ez çi bikim dê aştî bikeve nav me tu dêdilovaniyê li min bike. Ez westiyam di çavnêriya dilovaniya te de Di wê seva xweş de min dixwest ku, Ez di hemêza te de bama Ey dilbero, bazê evînê Qey tu û evîn nawestin Ji te hezdikim Dengê min tê te ? Ey evîndarê perîşan Te xwe di hezkirina min de winda kir û ez jî bi xwe re Kul û derdên min îro hatin der, Bi peyala meyêre Bi dengbêjê hêja M. şêxo re ( di ber dengê “M. şêxo” re) Bi bîranîna te Te yazdeh salan ez paş de vegerandim, Te ez dawerivandim, Mîna perçakî ji qeşa li ber kelagermê Ji te hezdikim, ji wî hezdikim Tu û ew yek in Tu bi stranên xwe û ew bi hezkirinê Hûn herdu mîna pêxembera ne Tenê hûn hezkirina mirovan dinasin û ji bo hezkirinê dijîn Evîna min, jiyana min û her tiştê min î xweş Ji were ne, ez dikim bi qurbanî we. Ez dikim diyarî we Ez ji we hezdikim…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Narîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz