Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nahîd Huseynî

Nahîd Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Eva demsalake din e ji min serî hildide demsalek e sar û bi şewa dengek ji hinavê min dest bi hewar û qîjînê dike bila vê carê ji avê dest pê bikim belko baran tilsima vê leylana min bişkîne ev demsal di nava ziwabûna xwe de zeniqiye Ji giyanê min henasa mirinê dilop dike û ez sema dikim yek... du... sê... yek... du... sê... Ez û leylan dest bi dest sema dikin û asoyek bi rê ve tê ne sor e... ne kesk e ne zer e... ne spî Demsalek din dest pê dike demsala derewên renga, reng demsala eşqên riziyayî demsala dildarên hilweriyayî. şeytan di cendekê vê demsalê de geş dibe û cizbe dike de bila ji şeytan dest pê bikim belko şeytan elîfbaya vê toba min be secde dikim li pêş agirê semaya xwe û şeytan. Sarbûnek e dev bi volkan e û volkanek e dev bi qeşa ye secde dikim bo kufriyê demsala pakbûnê ji pakiyê.. Gotina tobe ji nava rûpelan hildiweşe Dest ji min berde... dest ji min berde... bila girêka çarenûsa min bi şeytan min ji gêjeloka loman derbîne şûşa şevê dişkînim sema ye... sema Dest ji min berdin... bila çavên xwe bi leylana asoya vê demsalê bi mij û moran ho bikim bila giyanê xwe bermalî bikim bo sûtanê... bo semayê... û ramûsana lêvên şeytên. Temaşa bike çawa ez li dergehê vê demsala evîndar didim û qedexebûna bihevgihînekê dişkînim Nerda viyanê ye min bextê xwe tê de avêtiye bila ji viyanê dest pê bikim viyan... Ew demsala keske ku tixûbên pakî û guneh di çêja şeveke min û şeytan de tê nivîsandin yek... du... sê... yek... du... sê... Ez û şeytan şûşa rojê dişkînin sema ye...sema çêja gunehê çavê şeytên di cama destê min de pêl dide bila vê camê vexwim û dîtina evîndaran bi tixûbên gunehekî bê çêj bi dar vekim secde dikim bo guneh pakiya demsalên zêrinî bi şevekê di himêza şeytên de li bin dixim dest ji min berde... Dest ji min berde şeva mey û helbestê û şeytan e. Giyanê min sema dike û şûşa rûmetê dişkînim yek... du... sê... yek... du... sê... Sema ye... sema mey min sor veduxwe helbest min kesk dinivîse şeytan ez bixwe ya xweşik im ez agir im secde bo xwe û agir dikim dest ji min berdin bila bi milyonan sal piştî Hawa bêzar ji zagonên Ademan pêkekê di gel şeytan de hildim bila mestî min ji vê gêjelokê derbîne û li pişt hebûnê pêlên serxweşiyê giyanekî bêçare berew eywana demsaleke şîn de bibin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nahîd Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz