hûn çi dibêjin
kengî bûye nêktar
ev ava ku di her hebek a tirî de ye?
kengî bûye nêktar?
ev rondik e,
rondikên baxvanê pîr ê betilî ye,
ku di rêwîtiya şevê de bû
her şevê heta siharê hişyar maye
daremêw av dane,
pişt lê tewîyaye mîna xemên du biskan
ji rondikên nûra çavan, daye dilê her hebê
laşê her gûşîyî bi xwîna dil têr û tije kiriye
hûn çi dibêjin?
kengî bûye nêktar?
ev xwîn e
xwîna baxvanê pîr ê betilî ye,
wisa hêsan wê hilnegrin!
wisa hêsan wê venexwin!
hûn ey bikirê helbesta min!
heke di hebê nazik ên peyvên min de
an jî di nav gûşîyê ronî yên helbesta min de
şerab û nêktarê dibînin, ji bilî rondikê xwîna min pêve ne tiştek e
kengî bûye nêktar?
ev rondik e, ev xwîn e,
şeraba wê ji ku dixwazin?
ev mestî ne ew mestî ye:
hûn ji xwîna min mest in
ji xwîna ku hûn vedixwin
ji xwîna dilê min hûn mest in
ji min re peyv, qêrînek e ku ji dilê xwe dertînim
ji min re her helbest deryayek e,
deryayek tije ji şeraba xwînê
kengî bûye şerab, ev rondika di nav heba peyvê de ye?
kengî bûye şerab, ev xwîna di nav her komika helbestê de ye?
wisa hêsan diguvêşin ser her hebeke lêvan û ser komika diranan
ji min re ev piyale xwîn e…
ji min re ev helbestvan rondik e…
wisa hêsan wê hilnegrin!
wisa hêsan wê venexwin!
*ji Farisî: Muhsîn Ozdemîr
*Bi destûra wergêrî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Nadir Nadirpor şiirlerine dön