Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

N. Beyro

N. Beyro

2 görüntülenme 0 beğeni
Deng û fîxana bilbila li ser dar Qebqeba kewê di sibhê l`ser zinar çiv çiva çûk û tilûra li gulzar Mûsîqa şopan û helbestên hejar Li ber te tev bê zimanin ma hene? Zengilê aştiyê ku bike zimîn çemê Dicle ku bike mişîn û xumîn Bilûra şivanek jar ku bike nalîn çip çipa baranê, xunava nermîn Ger nekêmî tebin bi awaz wek tene Bi dengê xwey êzgeyî ku bike qêrîn Mêlak û cergê guhdaran dike xwîn Dilerizin dilê hişk bûyî dib heşîn Sermest dibin, bê hiş dibin, bê jîn Wellahî kes bi vî dengî qet tune Dengê azadî xwezanî li cîhan Pêt û brûsk û sernama berxwedan Nîşana jar û hejar û birçiyan Giryê sêwiyan, keserê bindestan Ma li jînê bi vî dengî hin hene? Awazê dilşad, Sinfoniya Neynewa Miş mişa sûlav, xul xula tê ji çema Ew dengê ku tê ji sema tirh û lema Saz û tembûr û keman û baxleme Gorî tebin tev l` ber te ew ne tine Xwedana dengê bninazî heyame çi hişmende, cî bilinde li ba me Bi helbestan te xweş kiriye jîna me J`ter diyar bin gelek rêz û silama Hiş û bîr çûn, ger me hebin rex tene

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
N. Beyro şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz