nema karim,
ji tu kesî bixeyidim
min ev maf jidest daye
nema karim,
bigrîme jî
min ev maf jî jidest daye
nema karim
li kesî jî bidim
mim ew dest jî jidest daye
nema karim hez jî bikim,
hin dibên
te ew dil jî ji dil daye
nexwe,
tenê mafeke min maye:
jîn bi janên xwe re
hevaltî bi birînên xwe re
çi yên dil, çi yên mil
kenê min jixwe yê min e!
03.01.2013, Batman
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Muhsîn Ozdemîr şiirlerine dön