Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Muhemed Îbrahîm Ceferî

Muhemed Îbrahîm Ceferî

2 görüntülenme 0 beğeni
Gewr, gewr, gewr Sibeh, mij, baran Ewr, nihêrîn, bîranîn Li cem min awazek nebû, te xwend Li cem min neynik nebû te nihêrî Rîşeyek bûm di xewên axên pîroz de Bê baran di nihêrînên te de şîn hatim Birûskek ji çavên te rabû Nihêrînên min bûn baranî Lamên te şiliya baranê Çavên te tavî Gur dizên, em hay ji berxan hebin Tu bi çavên xwe min bistirîne Çovê min ê şivanîyê wê bibe çekeke tesîrdar Piştî cengê bi çovê xwe Ez ê hêjîrên nûgihayî ji te re biçinim Dê bi te re bimînim Dê bi te re bixwînim Û ez ê te di matmayîna te ya ronak de ramûsim Heke ewr bihêlin. *Wergêr: Muhsîn Ozdemîr *Serastkirin: Rênas Xendekî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Muhemed Îbrahîm Ceferî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz