Têr dikenim, piştre digirîm
Gava di zanava min de tê gotin:
Ku ez "Ereb im" ne "Kurd im"!!?
Gava di paseporta min de
Navê te yî şêrîn nayê nivîsandin!!?
Gava navên gundên min
Bi bihîstekê têne guhertin!!?
Gava ez di welatê xwe de
Ji navan tême xistin!!?
Gava ku ji min re dibêjin:
Ez ji welatê xwe re dijmin im!!?
Wê demê .....
Ez Selahedînê Eyûbî
Li bajarê şamê
Ji xew radikim!?1
Ez Ibrahîm Henano
Bi gotinên wî bi bîr tînim!?2
Ez Yûsif Ezmê
Hişyar dikim3
Lê sedhezar car
Tifdikim ser dîrokê
Têra xwe dikenim
Piştre
Ez hêstirên xwe dinalim!!?
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mohammed Djdju şiirlerine dön