Ji jînê te barkir siwarê kulan
De rabe bi sazê tu şake dilan
Tu bû perperîkek ji ronya welat
şima sor û talî ji ter bû xelat
Gelê min bi ahîne bavê Felek
Li dor te civîne ji rengê xelek
Nizanim çi bêjim dilo rabe bes
Eva çende salin ne dîtî tu kes
Buhar bû, ji mer ma tenê `tale dem
Ji lewra dimînin timî dil bi xem
Felek xweş neyare bi min re timî
Li ber wê tucarî serê m` na çimî
Bi gorê şehîdan bi sûnda giran
Di nav gel dimînî wekû pakrewan
Di rêza şehîdan jimara te ye
Bilinde cihê te di nav dil de ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mişel Osman şiirlerine dön