Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Gercewsî

Mihemed Gercewsî

2 görüntülenme 0 beğeni
Zewq û sefa bû ye cefa. Jiyan ji mer nabê wefa. ............. Qet nabê rojêkî xweşî Dûr ket çû bi lez dimeşî ............. Gulle bombê tank û topan Dijmin êrîş li ser gelan ............. Gel radibin bi milyonan Yek dikujin dibin hezar. ............. Gelo mirin para me ye Eyb, fedî , şerm û fihêt ê ............. Rabin wî çaxî ser pîya Belav bikin koletîya ............. Serhildan û raperînan, Bilin bikin ala Kurdan. ............. Her çar parçe ji bindest e, Çar alî bibin yek bi hev re. ............. Gazîya min keç û xortan Jin û mêr û pîr û kalan ............. Ji bîr nekin wa dijminan Heyf e rewşa dest-girêdan. ............ Rakin bilind bikin tolê Xwîna şehîdan li erdê ............. Nehêlin ku dijmin bijî Lêxin ku bimrin ew nêjîn. ........... Her dibêjim ez Gercewsî Fedî dikin ji bindestî. ............ Ger xilas î bi yekîtî Yekîtî nebê, koletî .............. An azadî an azadî Bi tenê ev e daxwazî. 15.12.2015 01:20

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Gercewsî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz