Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Ezîz Şakir

Mihemed Ezîz Şakir

2 görüntülenme 0 beğeni
Mi ji kan’yên te dimêtî, ava jînê ey welat Lewra dilsizim ji bo te, min dil û can kir xelat Ew êzingê tête sotin, ezim bo newrozê te Ez xunavim tim dibarim, ser pelên lîlozê te Ez bi gorîkim welato, can û mal pez û kerî Tev ji bona te erzane, herdu çav cerg û serî Sed silavan rêdikim ez, bo kanî û lîlavê te Têr nebûm ez qet tucaran, ji ava solavê te Ez li zevyên te bibarim, wek reştavên bihara Avbidim wan gulşenên tî, mazî çam û çnara Mi j’ te hezkir ji dil û can, pirtir ji ronya çava Hezkirina te welato, day’ ser a dê û bava.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Ezîz Şakir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz