Bi navê xwedayê dilovan û mihrîban
Mûlida pêximber hezar mêj lê bê xwar
Em bidin hemdê xwedê ey misilman
Daye me pêxemberê axir zeman
Ew xwedayê ku hîdayet daye me
Ni`meta xweş dîn islam daye me
Ni`meta ji her Ni`metê xweştir eve
Mineta ji her minetê meztir eve
Go me îman aniye bi rebê ezîm
Em muşeref bûn bi qurana kerîm
Ew xwedayê xaliqê erd û sema
Tu ne hêlî umeta ha der xema
Em gunehkar çav li xifrana tene
Hêvîdarê rehm û ihsana tene
Em bi îman têne erda mehşerê
Pey muhemmed her ne hewed kewserê
Ey muhemmed Ey şefî`ê umetê
Hadî û mihdî hebîbê izetê
Ey tu bûyî çê tire ji kewn û mekan
şehsiwarê alemê fexra cîhan
Ey muhemmed ey resûlê ins û cin
Xwedî tac û beyreqa roja mezin
***
Hûn ji i`şqa dil bibêjin berdewam
Ser mûhemed eselatû weselam
***
Ew kesê go talibê xêrê pire
Go bide vê mûlida pêximbere
Her weha şêx û welîyan yek bi yek
Wesfê mûlida pêximber dan gelek
Gotinê go ew mirovê qenc û zan
Pakê çend ahl û birayê musilman
Wer kirî libsê munasib bêhna xweş
Mûlidik da xwendin bi dilekî xweş
Wê here heşrê di gel sefa berê
Dê vexwe avê ji hewda kewserê
Ê go xwendî ser pera zêde bûyî
Ji bo mûhemed nabê vala destê wî
Go sûal jê tê kirin bi izna xwedê
Ew di gorê da bersivek xweş didê
Xaniyê mûlid go têda xwendina
Tê hemandin ji diz û dijmina
Hem ji şewt û xerq û afat û bela
Hem hesûd û çav xerab û xela
Civata mûlid go tê xwendin li wê
Lê heta salekê melek naçin ji wê
Ew didin rehm û selatan ser kesê
Daye xwendin mûlida wê civatê
Kêb mûlidê ra deynî xwarinê
çend musilman guh bidin vê xwendinê
Ê bixwe zad û ava mûlidê
Têne dilê wî hezar rehmê xwedê
Ger bixwe hin xwê genim ya şerbetê
Ew ji dilê wî bibe her i`letê
Ew kesê i`şqa mûhemed pêre be
Go bike qesda ciyê mûlid hebe
Go here wê civatê bivê niyetê
Her wekî wî kirye qesda cinetê
Kî dixwazê go mûhemed şabibî
Qîmeta vê mûlida wî zanibî
Lew bi hezkirnê îman kamil dibe
Buhişta baqî bo wî hasil dibe
Ê go qîmet dane mûlida nebî
Bûn xwedyê qedr û keramet ey ebî
Pir ji i`şqa wesfê wî mesref kirin
Wan meqamê a`lî xêrê pir kirin
Em bi çêbûna mûhemed pir xweşin
Em musilman ser bilindin dilgeşin
Ej dana wesfê wî dûrim heqîr
Nîne i`şqa dil mirîme ez feqîr
***
Hûn ji i`şqa dil bibêjin berdewam
Ser mûhemed eselatû weselam
***
Ey mûhemed ey hebîbê min bizan
Dê ji bo te çêbikim gerdûn cîhan
Ewelê xelkê tiwî axir nebî
Tiştê mayî wê ji te beyda bibî
Heq te`ala gote cibrîlê emîn
Tuj ciyê gora mûhemed axnê bîn
Ava tesnîmê bi wê axê bikîr
Tev li wê şewqa mûhemed bik hevîr
Bû weke dura sipî pir birûsk da
çû sicûdê hem kirî hemdê xweda
Heq xwedê gote pênûs binivîs heme
Go çi binivîsim li ber emrê teme
Got binivîs la îlahe ile lah
Hem mûhemed bû resûle lahî şah
Lew pênûs got ya îlahe la`lemîn
Kî mûhemed ew çi nave pir şêrîn
Ê di bin navê tera dînim kiye
Mihebeta wî pir li min xweş hatiye
Lê xwedê gote pênûs ger ew neba
Erd û ezman û felek wê yek neba
Her çi mexlûqê hene ta axirî
Min ji bû navê mûhemed çê kirî
Wî selam daser mûhemed kir xîtab
Ji ber mûhemed ve xweda da cewab
Go e`leyke selamû we rehmetî
Lew pênûs bû serxweş û hem dil ketî
Hê ji hingê bûye sinet ev selam
Wacibe reda selamê berdewam
Ew ji ber i`şqa mûhemed bû du şeq
Hem li ser lewhê nivisî emrê heq
Wî ji adem ta here axir zeman
Umeta pêximbera kirna beyan
Kê ji xwedêra go bike hin ta`etê
Wê bi rehma wî here nav cinetê
Ê gunehkar wî bişîne cehnemê
Umeta pêximbera danîn hemê
Ew heta navê mûhemed peyde tê
Kir weke wa deynê halê umetê
Heq te`ala go te edib ey qelem
Heybetê girte pênûs ma der elem
Lê pênûs gote xwedanê i`zetê
Ez çi deynim der heqê vê umetê
Gote deyne umeta ehmed binûr
Ew gunehkar rebê wan rebek xefûr
Wî di lewhêda nivîsandin temam
Madibin hukmê xwedêda weselam
***
Hûn ji i`şqa dil bibêjin berdewam
Ser mûhemed eselatû weselam
***
çûn xwedî xwestê go adem çê bikî
Hem ji wê zuriyetê zêde bikî
Wî li wê şewqa mûhemed kir nezer
Nuqtê xwêdanê ji şewqê hate der
Dakete ser axê adem bû herî
Emrê rih kir ket laşde wî çêkirî
Ji law e`bas yek rîwayet hatiye
Go nebiyê me mûhemed gotiye
Ez nebî bûm çend hezar salhê berî
Bavê me adem go hê av û herî
Rihê adem ket laşde ew bûne yek
Ji pêv şeytan çûn sicûdê tev melek
Heq te`ala gote adem ba wefa
Hilgire şewqa mûhemed mustefa
Go xwedê şewqa mûhemed danî pişt
Birûsk da nav cinetê bax û bihişt
Go tû û hewa herin nav cinetê
Herdû ser bestin li kêf û lezetê
Her tiştê go hûn bixwazin jê bixun
Ji pêv vê dara genim hûn jê nexun
Ew di nava bihiştê da man gelek
Dê ji piştve tên temaşe ew melek
Hate hewa gote adem ey hebîb
Ev çi şewqa safî nazik reng e`çîb
Gote ev şewqa hebîbê e`zeme
Ew ji her pêximbera re xateme
Dema wan bê emrî kir waj darê xwar
Dîse ew şewq çûye piştê bû sitar
Qet nema parçek ji erda cinetê
ile wan lê kir li mêj û ta`etê
Nêzîkî dara genim nedibûn yeqîn
Hate xapandin bi iblîsê le`în
Sûnd di xwar şeytan di go ez nasihim
Namirin ger hûn bixun dara genim
Ew ji rê çûn ketne dava hesedê
Wan genim xwar ji bîr kirin emrê xwedê
Mane tazî ew ji libis û tac û per
Lew xwedê go ji bihişta min herne der
Ket ser nedîbê li erda hindê tek
Pir girî ah û nalîn çûn felek
Ew di wî halî girî dida li e`rş
Ew di bin navê xweda navekî xweş
Dîtî la îlahe ile lah heye
Hem mûhemed bû resûle lah heye
Tû bi heqê wî ke adem gotiye
Te dibin navê xwera ew daniye
Wî mûhemed daye ber xwe tobe kir
Heq te`ala deryî tobê lê vekir
Hate cibrîl gote adem ba isol
Toba te ji bû mûhemed bû qebûl
Her bibîne qiseta pêximbera
Pir bi cah wî e`fû bûn ey bira
Ya îlahî tû qisûrê me bida
Xatirê navê mûhemed ey xweda
***
Hûn ji i`şqa dil bibêjin berdewam
Ser mûhemed eselatû weselam
***
Bav û bapîrê mûhemed ta bi jor
Bihiştîne merd û mirxwas û cesûr
Silsîla wî tev esîlin faxirin
Dê û bavê wî temîzin tahirin
Bavê wîj adem heta i`dnan hene
Lê ne ser rasitin rîwayet tê hene
Lê ji i`dnan bê heta bavê dêwî
Bîst û yek bavin temam rast û qewî
Ewela şewqa mûhemed mustefa
Go ji adem çûye şîşê ba wefa
Neqlê idrîs nûh û sam bû her weha
Ta bi ibrahîm û isma`îl geha
Ta gîha e`dnan mû`ed nîzar mûder
çûye ilyas mûdrike xûzeyme her
Hat kenanê nedr û malik çû fehir
Xalib û lûey bi ke`b û mûrre bir
Hat kîlab û çû qusey e`bd ûl menaf
Haşim û e`bd ûl mûtelib bê xîlaf
çû ji e`bd ûl mûtelib şewqa hîmam
Hat ji e`bd ûlah re bû piştek temam
Riwê e`bd ûlah go şewqê lê veda
Bû wekî heyva li çarde birûsk da
Heq te`ala emrê cibraîl dike
Bêje ridwan ber derê bihişt veke
Bêje malik bigre derê cehenem
Paşê her mizgînê bide vê a`lem
Hate keyfa erd û ezman û cîha
Dengê tesbîha bi her erdê gîha
Hate cibrîl daye mizgîn û xeber
Erd û ezman şerq û xerb û behr û ber
Beyreqa şewqê li ser ke`bê veda
Gote xelkê ew zemanê ehmeda
Ev şeva şewqa mûhemed bû neqil
çûye zikê amîne pê bû hemil
Hate dewra xatimê pêximbera
Hat dema dînê mûhemed eşkera
Hat zemanê heq di destê dil yeka
çû zemanê pût perest û mûşrîka
Wê şevê pir bûn e`lamet bê jimar
Text û kursîyê milûkan ketne xwar
Textê qeyser hat qulabtin ser devê
Distû hev werbûn senem e`ynê şevê
şeq bû eywana melek kesra yeqîn
Hem ji kestê textê iblîsê le`în
çû çiyayê bû qebîsê barkirî
Hemû şeytan lê gihan hev dan girî
Jêre gotin ka reva te ji bû çiye
Ta bi canê te ji tirsa girtiye
Gote şeytanê li dûrê têne hev
Ya di destê min de maye îro rev
Ew go çê bû hurmeta me qet nema
Wê hilîne dînê pût û senema
Qîmetê hîla nema go ew gîha
Wê bi şûrê heq bike fetha cîha
***
Hûn ji i`şqa dil bibêjin berdewam
Ser mûhemed eselatû weselam
***
Amîne go hemil min şeş meh temam
Hate e`bd ûlmûtelib da yek selam
Gote e`bd ûlah xwe rabe kar bike
Ber bi şam tacirîkê her bike
Tûj medînê xurmena ji bû me bikir
Hin te`am û xwarinê bîne veger
Go xweda kurkî bi amîne bide
Xwarinek baş tû bi şêranî bide
e`bd ûlah rabû xwe kar kir çû ji mal
bîst û pênc sal e`mrê wî xortê delal
çûye şam hat medînê ahû we ah
Go wefat bû hate ser emrê îlah
Hesreta bûna mûhemed di dilde ma
Hem mûhemed bav neda bê xem nema
Karwanê pêre hatin ber bi mal
Wan ji e`bd ûlmûtelib ra gote hal
Hem bihîstî amîne bû dil birîn
Da girî û dar û ber pêre girîn
Go hebîbê min wefat bû ey xweda
Hem kurê min ma yetîm canêm fîda
Daye e`bd ûlmûtelib sebrek ema
Hesreta e`bd ûlah carek dilde ma
Hem di nava erd û ezman bû hizin
Ê bihîstî ma di vê hizna mezin
Hem melek gotin îlahê bakirin
Em bi çê bûna mûhemed şakirin
Ya go îro zêde kirye kerbê me
Go mûhemed ma yetîm ey rebê me
Heq te`ala go ji we zane tirim
Ej mûhemed ra ji dê û bav çêtirim
Mij ezelde daniye emrek e`zîm
Wê mûhemed bête dunyayê yetîm
Ey birayê musilman guhdar bin
Qîmetê zarwê yetîm pir zanibin
* * *
Hûn ji i`şqa dil bibêjin berdewam
Ser mûhemed eselatû weselam
Amîne go neh meh hemilê mi çûn
Pir îşaret hem e`lamet zêde bûn
Zehmetî qet min ji hemlê xwe nedî
Wek jinê xelkê eziyet min nedî
Bîstê nîsanê bû sala şerê fîl
Hem şeva dûşembê bû şahî celîl
Di wazdehê heyva rebî `il ewel
Amîne go mam tenê der menzil
Amîne go çar teref şewqê veda
Ew şeva go çêbibe dostê xweda
Min di wî halê e`cîb nûrek didî
Qesra besra erdê şamê min didî
Sê e`lem min dî ji nûra misle berq
Yek jê dane xerb û ya dî dane şerq
Beyreqa sisya ji wê nûra letîf
Dane ser beytê go ew ke`ba şerîf
Heq te`ala gote cibrîlê emîn
Hin melek bib dakeve erde zemîn
Razî bûna min li ser xwe wergirê
Vê şevê mizgînê bide her derê
Ber veke ridwan derî her çinetê
Perî serbestin li kêfû da`wetê
Bêje malik bigre deryê cehenem
Gazîke nav erd û ezmana hem
Anî cî wî emrê xwedê yek bi yek
Hate xwarê pêre hatin pir melek
Hindûr û dan ber bixûr û e`nbera
Dan selata ser mûhemed eşkera
Bo mûhemed tahir û sinet kirî
Dev li ken şewq jê hilat çav kil kirî
Yek nerîn da ezmana şewq veda
Wî go tilya şehdê rakir şehde da
***
Hûn ji i`şqa dil bibêjin berdewam
Ser mûhemed eselatû weselam
***
Hat mûhemed merheba sed merheba
Hat mûhemed bû şefî`ê mûznîba
Hat mûhemed ser ser û çavare hat
Hat mûhemed roja îmanê hilat
Hat mûhemed ewelê xelkê bira
Hat mûhemed axirê pêximbera
Hat mûhemed xwedyê qurana kerîm
Hat mûhemed merd û mirxas û rehîm
Hat mûhemed hedyê qenc jêrene
Hat mûhemed ne`metê xweş pêrene
Hat mûhemed pişt û banê dewletê
Hat mûhemed ser şivanê umetê
Hat mûhemed mestire ji her miletê
Umeta wî çêtire ji her umetê
Hat mûhemed bû şefî`ê a`sîya
Hate dermanê e`lîl û qasîya
Hate şewqa erdû ezman û cîha
Hate imdada gunehkarê niha
Hate siltanê cemî`ê enbîya
Hate nûra her dû çavê ewlîya
Hat yekî wek wî nebûj qewmê berê
Hat yekî wek wî nema ta axirê
Hat mûhemed rehmeten lil a`lemîn
Hat mûhemed xatemen lil mûrselîn
***
Hûn ji i`şqa dil bibêjin berdewam
Ser mûhemed eselatû weselam
***
Ey mûhemed seyidê kewn û mekan
Ey şefî`ê mehşera roja giran
Ey tû nûra xerb û şewqa meşriqê
Tu xwedyê tac û bûraq û beyreqê
Xatimê cumle resûl û enbiya
Rohniya çav û wan dikê ewlîya
Ya hebîbe lah resûlek sadiqî
Ya resûle lah birastî natiqî
Nav şêrîn û ser bilindê a`lemê
Merd û mêrxas tir ji texmê ademê
Sor gulê baxa ji rêwê te fedî
Wek te şêrîn û xuşik kesik nedî
Lew ji şewqa te şeva reş bû şefeq
Yek îşaret go te da heyv bû dû şeq
Nuqteke nûra teda erd û sema
E`rş û kursî heyv û roj tev têde ma
Ger ji adem bê heta dunya hebe
Her ser insanekî sêsid dev hebe
Her di devkî de hebe sêsid ziman
Wesfê husna te bibêjin her zeman
Ew ji milyonekê yek nakin temam
Lew ji nûra heq tû çêbû ey îmam
Hêviya vê umeta ha her tiwî
Rehberê me bal xwedanê heq tiwî
Nefes nefes go kete nav a`lemê
Tû şefa`et kê ji bome ew demê
Em bi cahê te dikin nalîn û zar
Bal xwedêve dil şikestî istûxwar
Tabi`ê pêximberê vê umetê
Pê mûhemed herne baxê cinetê
Ya îlahî ya xefûrû ya helîm
Ya letîfû ya kerîm ya rehîm
Hêviya me ey wedanê a`lemê
Tû e`fûke ehlê îmanê hemê
Ger çi em e`bdê gunehkar pir hene
Lê tiwî rebê me em e`bdê tene
Deryê rehma xwe vek li me ey kerîm
Me e`fûke tû bi qurana e`zîm
Tû qebûlke vê dû`a û xwedinê
Ecr û xêra ê dide vê xwarinê
Bighê rihê nûr mûhemed mustefa
Hem rihê al û eshabê wî teva
Adem û hewa cemî`el muminîn
Ê ji wan çê bûn nebîyû murselîn
Fî sebîl lah şehîd û xaziya
Hace lilah cemî`ê ewliya
Ê xerabî kir û ya qencî bi me
Ya xerabî dê û ya qencê ji me
Ê go mûlid daye ya lê bû sebeb
Ê go hadir kir ya lê bû teleb
Dê û bav û hazir û guhdarê me
Mêr û jin sax û mirî hem zarwême
Bighê rihê musilmana mêr û jin
Ehlê îmanê go saxin ya mirin
Ya semî`û ya mûcîbe de `ewat
Ya cemîl esetrî i`nde `eserat
Bo mûhemed al û eshabê wî
Bo rihê etba`û hem ehbabê wî
Ê go telîf kirye mûlid ey bira
Bû feqîrê heyderê hem hazira
Hûn bixwînin fatîhe ser van temam
Ser mûhemed eselatû weselam
*Wergerandina Latînî: Dilbend Xelîl
**Mewlûda Nebî cara pêşî 25 adara 1899´an de hat çapkirin.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mihemed Emînê Heyderî şiirlerine dön