Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Elî Şakir

Mihemed Elî Şakir

2 görüntülenme 0 beğeni
Kurdistan ger tû nebî Jîn û jiyan bo çiye Mal û zêrê vê dinê Ew bo min tiştek niye Xabûr û dicle û ferat çem û rûbarê tene Efrîn û hewlêr û wan Neqş û nîgarê tene Li ser perda dilê xwe Min neqşê te lê kirî Di nav herdû çavên xwe Min cihê te çê kirî Kurdistan ger tû nebî Jîn û jiyan bo çiye Mal û zêrê vê dinê Ew bo min tiştek niye Ala tey rengînî geş Ji ferhenga qazîye Serhildana gelê te Ji cenga berzanîye Kurdistan ger tû nebî Jîn û jiyan bo çiye Mal û zêrê vê dinê Ew bo min tiştek niye Kurdistan dar û devî Deşt û mêrg û kanîye Petrol û kan û zevî Ji bo kurdan hêvîye Kurdistan ger tû nebî Jîn û jiyan bo çiye Mal û zêrê vê dinê Ew bo min tiştek niye Hêlîna kewê gozel Xezal û pez kovîye Mîna dayk û bavê min Ew ji bo min xwedîye Kurdistan ger tû nebî Jîn û jiyan bo çiye Mal û zêrê vê dinê Ew bo min tiştek niye 17-3-2009, Serê Kanîyê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Elî Şakir şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz