Wiha rûniştî ne
Bi tenê......bêrîkên wan bi kulîlka leymûnê
Têne dagirtin
Dilên wan bi masiyên zêrîn
Rûniştîne ....gupikin ser erdê diweşin
Heydana pirtikê ji qulingê
...... ......
wiha.....wiha
salên wan di pirtûkan û şahberûyên birajtî de
dişewitin
kulîlka zer li paş wan …û neynik pirsa wane
tiliyên xwe di balkonan de dişewitênin û
di demê de xwe derman dikin
wiha ….wiha
rûniştîne ….bi guhên xwe yên sivik
bendewariya ringîna zengilan dikin
çirsîna salan
şeva hezkirinê
û termê hevalê wan yê bihinpêketî
daran dixwînin , û tê nagihin çima payîz zer tê?
û kemançe zerin?
û dengê pîano yê dûr
kêmreng bûne di piyala qehwê de
qehweyî bûne di tûtina temen de
û dawî dimrin
ewên di bin kulîlka leymûnê ya zer de rûnştin.
Ji Erebî: Zîn Emîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mihemed Efîf Huseynî şiirlerine dön