Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mewlana Celaledînê Romî

Mewlana Celaledînê Romî

2 görüntülenme 0 beğeni
Min bihîstiye ku tê me bi berdanê ezim bikî, neke. Te meyla yarek din, dostek din kiriye, neke. Tu çi digerî di cîhana rehmetiyan de biyaniyo? Tu kîjan dilnexweşî qest dikî, neke Nedize me, me ji me, neçe bero wan cihan Tu nezerê li yên hatî dizî dikî, neke. Ey heyv, felek felişiye, serobino bûye ji bo te Tu me welê xerab, welê serobino dikî, neke Ey kesê meqam li ser heyîn û neyînê Tu qada hebûnê welê diterikînî, neke Heger tu rûyê xwe biqulibînî, heyvê tiptarî bibe ji xemê Tu qesta xirakirina mala heyvê jî dikî, neke. Heger tu hişk bibî, lêvên me yê hişk bibe Tu çavên me tejî rondik dikî, neke. Heger hêza te ya karina evîndaran nebû çima tu welê şaqiz dimînî ji evînê Ey kesê biheşt û dojeh di dest de, neke Tu ji me re welê biheştê dikî dojeh, neke Di şekirdanka te de jehrî xusarê nade me Tu wê jehrê bi şekirî re dikî yek, neke. Tu me şad dikî, aramiya me direve welê Tu aramiya min xera dikî, tu tertebilav dikî, neke. çavê min yê tevlî heramiyê bûyî, dizê delaliya te ye Ey yê li ber diziyê dikeve, tu diziyê dikî, neke. Serhildanê bike ey hevalê min, ne demê gotinane Tu çima bi serxweşiya işqê meşqê dikî Ji Tirkî: Dildar Botî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mewlana Celaledînê Romî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz