Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mem Zînistanî

Mem Zînistanî

2 görüntülenme 0 beğeni
18. Berê wê l'behrê Esman sor, porê wê reş Ro diçe ava 19. Kes ne gazin e Li dora kaniya sar Ji tava nîvro 20. Pêşa dêya xwe Girtiye qîzka porkej Ser tirba bavo 22. Wêje afirand Xwe da yalîkî Xwedê Qelem da Başo 24. Laçika jinikê Peyama xef l'devê rê Li çiqlê darê 25. Moriyên pîrkê Diçûrisin hê, li ber Gerdena dayê 28. Dengê dêrî hat Veciniqî dayka min Payîn e pîrtî 29. Li hewşa malê Du valahiyên bêwext Dê û bavê min 33. Sê zarokên min Her yek gulek e li ser Gorra bavê min 31. Çiyê serma kir Qapûtê xwe lê wer kir Fêrîkê Ûsiv 36. Daralînka har Hilkişiya paca keçkê Xweziya min lê 38. Kalê por şutî Xeyalan diçêrîne Li seyrangehê 40. Di ber ewran re Pirpitîn wek nexwaşan Tîrêjên tavê 46. Pal daye darê Kilaman dimêjîne Dengbêjekî kal 48. Çivîk firiya Ji perwaza paceyê Fîqa gardiyan 50. Çend sal kuta bûn Her roj dikevî dilqê Kêzika Kafka 51. Piştî baranê Serê kulîlkekê fît Ji axa tirbê 53. Ber siya darê Şerê du kalemêran Bi "Nehbelek"ê 54. Gede dilketî Eksa neynikê li ser Rûyê keçikê 57. Dara li bestê Ewr di ser re diborin Tenahiya kaw 62. Rojên Şemiyê Laçika bêmorî l'serê Gilîdaxê jî 72. Pal daye palê Lêv li lêva bilûrê Lorîna çolê 75. Mija vê sibê Mîna devê 'hûtekî Çiyê 'hûf dike 77. Bi hukmê tavê Kumê çiyê revandye Meha Avrêlê 83. Ewr kiriye kofî Balexaneya qurre Keçka bajarî 88. Sûravêlk li jêr Roj diçe ava li jor Erd û esman sor 95. J'kolmişkê fît bû Seriyekî reş î çûk Mişkê bêminet 111. Li qerexa çêm Çima dikutkute, hoy! Dilê te, beqê? 112. Masiyê hêsîr Hewarî da kî gelo? Liva axirîn *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mem Zînistanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz