1.Destpêk
Dest dikim navê Xudayê mihrîvan
Xwedyê bêruh û temamê xwey ruhan.
Hemd û pesnê xweşik û şîrîn ji can
Em didin bo te Xwudayê ins û can.
Tu birêjî ser nebiyê şehsuwar
Hem selat û tev selamê bêjimar.
Tu bibî razî ji me ya Reb eman.
Ehl û yar û hogirê wî her deman.
Em dixwazin çend kelam pêşkêş bikin
Da kelamê xwe'b Muhemmed xweş bikin.
Behsa jiyana Muhemmed em bikin.
Da nezan wextê bixwînin fêm bikin.
Da jiyana rêberê xwe em bizan
Em herin pê re û rêça wî biran.
Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin.
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin
2.Hatina Nebî
Evdila ye navê bavê wî biran!
Amîne ye navê dayê hûn bizan.
Wextê Evdila giha çaxê jinan
Wî çû xwest e Amîna nazik ciwan.
Gora ‘urf û adetê xwe tam kemal.
Pêk anîn li Mekkehê bûka delal.
Bûk û zava wusleta işqê gihan
Hem ji wê işqê çêbû fexra cîhan.
Umrê Abdullah bû bîst û pênc jimar.
Şerbeta mirnê-l Medînê wî vexwar.
Pîştî Abdullah wefat kir du mehan
Hat Muhemmed ruhniya heft asuman
Wextê sibê meh Rebîûl Ewwel bî
Dozdehê heyvê, duşembê hat nebî.
Hat Muhemmed qasidê emrê Xwedê
Hat Muhemmed xwediyê Qur’ana Xwedê.
Hat Muhemmed ew gula nav cennetê
Hat Muhemmed ew tebîbê ummetê.
Hat Muhemmed bêhna miskê jê diçê
Hat Muhemmed nûr ji wechê wî diçê.
Hat Muhemmed her ew e şahê zeman
Hat Muhemmed rêberê zan û nezan.
Ger dixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
3
3.Zarokatiya Nebî
Wextê ew nûra zelal hat ser zemîn
Bona şîr da Helîmê dayka emîn
Piştî Helîmê nebî bir mala xwe
Her tişt lê zêde dikir dît çavê xwe
Dema li cem Helîmê pênc sal qeda
Teslîmê daykê kirin nebyê Xuda.
Wextê nebyê pir şirîn ket şeş salan
Çûn Medînê da biçin ew mal xalan.
Ew li Medînê mehek man mal xalan
Ew zîvirîn da bên Mekkê nav malan.
Wextê ew nêzîkî Ebwayê bûne
Amîne mir, ew her du dil kul bûne.
Piştî daykê ma ye ew cem kalê xwe
Cem maye heta giha ew heştê xwe
Wextê kalê wî mirî heşt salî bû
Bav û day û kalê wî kes nemabû.
Piştî wan her sêkan çû cem mamê xwe
Wî hewandî heta paşya umrê xwe.
Ger bixwazin emrê xweda pêk bînin.
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
4.Xortbûna Nebî
Ew sêwiyê Mekkehê bibû ciwan
Nav û dengê wî hebû li her ciyan
Çi kesê ew nas dikir heyran dima
Lewra ev ji hîl û vira dûr dima.
Ji mirovên xwe re qenc û camêr bû
Hem ew xwediyê exlaqek pir taze bû
Wî arîkariya miletê xwe dikir
Ê ketî re destê xwe dirêj dikir
Çi kesê birçî bû wî ew têr dikir
Ê sêwî û êtîm wî xwedî dikir
Wextê bîst û pênc temam kir umrê wî
Xetîca Kubra re nîkah kir ewî.
Navbeyna Xetîc û resulê Xuda
Şeş zarok çêbûn jı wan izna Xuda.
Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
5.Hatina Wehyê
Ew nebî wextê nêzîk çil sal bûyî
Xweda alîkî ji millet dûr bûyî
Ew diçû her dem Şikefta Hîra Nûr
Da bikê îbadetê Rebbê Xefûr.
Rojekê Nebî-l Çiyayê Nûr de bû
Demkî de Cibrîl bi wehyê hatibû
Wî melek gotye resûlê îns û can
Tu bixwîne vî kelamê ê Xudan.
3-Rabû xwend ew tişta ku emrê Xwuda
Wehya ewwel hatibû ji cem Xwuda.
Piştî wehya ewwel hat, êdî nehat
Heta demkî paşî Cibrîl dîsa hat.
Got Xuda emrê te kir ku bang bike
Lê ewil ji mala xwe dest pê bike.
Got tu bêje Laîlahe îllallah
Hem tu bêje Muhemmed resûlallah.
Banga ewil li Xetîce hat kirin
Zeyd û ‘Elî, Siddîq ew teqîp kirin.
Bê şik û şupe wan xwe teslîm kirin
Ji can û dil wan îslam qebûl kirin.
Wan bi îmanê, nebî pir şad kirin
Sê salan îslameti wan xef kirin.
Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
6.Zilma Muşrîkan
Pir zor û zehmetî dît nebyê Xuda
Wî neberda gotina emrê Xuda
Rojekê nebyê Xuda-l Kabê de bûn
Ebû Cehl û havalên xwe lê kom bûn
Wan kelamê sar û reş gotin nebî
Zêdetir çûn heta êşandin nebî.
Apê wî Hemze dema ku pê hesa
Wî hiland heyfa Muhemmed ji pîsa.
Roja piştî wê çûye cem Mistefa
Hemze teslîm bû Muhemmed Mistefa.
Piştî Hemze ê ku nav û deng dayî
Ummer Îbnû-l Xettab misilman bûyî.
Wextê Ûmmer hat û îman kır qebul
Eşkere-l Kâbe nimej kır tev resul.
Kafir û muşrîkên Mekkê har dibûn
Ezyeta wan bo sehaba zehf dibûn.
Ber ku zilma zaliman çûn cem Neceş
Eshabe hewandî, wî şahê Hebeş.
Piştî wehî hatî, deh sal ser de çûn
Hem Xetîc û Ebû Talîb her du çûn
Mirna wan, nebyê Xweda mehzûn bûye
Navê wê salê huzun wan daniye.
Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
7.Mîrac
Rebbê âlem xwest nebî keyfxweş bike
Hem wî ji derd û kula azad bike
Wextê palvedabu ew nebyê emîn
Rebbê âlem rê kirî Cibrîl emîn.
Gotê rabe da biçine ey emîn!
Da Xwedanê şev û rojê tu bibîn.
Cibrîl û nebî ji Mekkê ew çûyîn
Mescîd-ûl Eqsayê her du sekinîn.
Wê şevê çûye mîracê ew resûl
Piştî nimej kir Xuda ew kir qebûl.
Çû Muhemmed rûyê erdê derketî
Çû Muhemmed banê ezman derketî.
Çû Muhemmed ser bûraqê wek tîrêj
Çû Muhemmed aniye pênc ferz nimêj.
Çû Muhemmed ew ketî nav nîmetê
Çû Muhemmed cem Xwedayê îzzetê.
Çû Muhemmed wî bi çavan dît Xwedê
Çû Muhemmed anî cih emrê Xwedê.
Ger bixwazin emrê xweda pêk bînîn
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînîn.
8.Hicret
Piştî Mîracê, nebî dest dozê kir
Şeş kesê ji Xezrecê qebûl dikir.
Sala dî ew hatibûn duwazdeh zilam
Mûsabê kurê Ûmeyr çû, bû îmam.
Wextê îslam li Medînê belav bû
Nebyê Xuda, îzna hicretê da bû.
Resûl û Ebûbekir xwe dan bi rê
Xwe ji muşrîkan veşartin her derê.
Ew rê de çûn da biçin Medîneyê
Mizgefta ewwel çêkir van Qûbayê.
Xûtba ewil nebî xwend Ranûnayê
Peyre hatin ew gihan Medîneyê.
Tişta ewil wî resûlî çê kirî
Mescîda Nebewî wî înşa kirî.
Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
9.Herbên Nebî
Piştî du sal borî li ser hîcretê
Muşrîkan li wan zêde kir ezyetê.
Rebbê hakim gote wan herbê bikin
Lewra ew kafir li we zilmê dikin.
Herba ewil Bedrê hatiye kirin
Rebbê mezin ew kafir mexlûb kirin
Sala piştî Bedrê kafir rabûnê
Da heyfa şerê Bedrê ew hilînê.
Nebyê Xweda leşkerî xwe kirne kom
Lewra seh kir waye muşrîk tên bi kom.
Ew nebî çû pêşberî wan li Ûhûd
Ew gihan hev, şerek mezin hat wucûd.
Ewil xalîb, peyre mexlûb bûn sehab
Ber ku emrê nebî şikand, bûn xerab.
Piştî herba Ûhûdê xwest muşrîkan
Tarûmar bikin temamê momînan.
Kom bûne ew bi hezaran muşrîkan
Girtine ser cih û warê momînan.
Hem resûl û wan sehabiyên delal
Wan çêkir bûn xendekên kûr wek newal.
Wextê xendek dîtin ewan kafiran
Şaş bûn lewra wan nekir bûn ev guman.
Rebbê âlem ferîştên xwe rêkirî
Ew bi ba û baranê belav kirî.
Wî belav kir komê qewmê kafira
Serfiraz kir wî Muhemmed eşkera.
Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
10.Fetha Mekkehê
Ew resûl û hin sehabê xwey delal
Çûn Mekkehê da bikin umrek kemal.
Hatne Hûdeybiyê muşrîk pê hisan
Got bila nekevê Mekke yek ji wan.
Qasidên muşrik çûn cem nebyê dilan
Nav xwe de danîne ehdek her duwan.
Hêj du sal ne borî li ser ehda wan
Xerab kir sulha kirî wan kafiran.
Deh hezar leşkerê xwe wî kirne kom
Çû Mekka Mukerrem fetih kir bidom
Wî paqij kir beyta Xuda ji pûta
Yek bi yek şikand û ser dev tavêta
Piştî wan dît ‘efwa resûlê Xudan
Kom bi kom kelîma şehdê wan didan.
Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
11.Heca Wedayê
Wextê nêzîk bû wefata wî nebî
Heca dawî-l Mekkehê pêk anîbî
Sed hezar eshab zêdetir kom bûbûn
Tev li xutba pêxember guhdar dibûn.
Wî Resul got; ey kesan zilmê nekin
Kuştin û fitne û fesadyê nekin.
Malê hevdu hûn nexwin, faîz nekin
Hem can û hem irz û malê hev nebin.
Her bikin qencî, îhanet qet nekin
Hem li pêlî heq û mafê hev nekin
Ferqiyê nekin, pê nefsa xwe neçin
Emrê Xuda pêk bînin ji hev neçin.
La îlahe îllallah hûn her bibêj
Bi zikat û hec û rojî û nimêj.
Lazim e emrê Xuda her bête pêş
Ji Xuda re tu şirîkan nedin pêş
Hûn hemî ê bimrin biçin cem Xwedê
Ê ji we bê pirskirin ji her kedê
Ê ku xwe girt bi Qur’an û sunnetê
Ew şaş nabê ji Xwedê û cennetê.
Xutba xwendî de tijî bûn ji şîret
Me hinek ji wan beyan kir pir qîmet.
Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
12.Wefata Nebî
Bîst û sê sal pêxembertî kir emîn
Dînê Xuda wî belav kir ser zemîn.
Deh û sê salê serî-l Mekkê burand
Deh salê paşî-l Medînê wî qedand.
Roj bi roj nexweşiya nebî zêde bû
Pir bêhal bû zehf nexweş bû palda bû.
Ew nexweş bû, wî nikarî bib îmam
Got Ebubekrê Siddîq her bib îmam.
Fatima hat herdû çavan digirî
Eshabe tev kom bibûn li ber derî.
Ayşê serê wî danî-l ser singê xwe
Wî rûyê xwe şil dikir bi destê xwe.
Nefesa wî teng bû nediçû dilê xwe
Heraretê girtibû ser halê xwe.
Şest û sê sal wî temam kir umrê xwe
Ezraîl hat ew çuye cem rebbê xwe
Roj duşem bî, meh Rebîûl ewwel bî
Heyv û roja hatî de çû ew nebî.
Şûştin û veşûştina nebyê Xuda
Pêk anî ku ew ‘Elî şêrê Xuda.
Piştî nimêj hat kirin ser wî nebî
Menzila Ayşê veşartin ew nebî.
Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
13.Mûcîzên Nebî
Ew resûlê serwerê pêxemberan
Mûcîzê wî zehf zêdene ey biran!
Mucîza-j hemya mestir Qur’an pîroz
Ew Xweda, Wê hifz diki, wî daye soz.
Muşrîka xwest nebî heyvê bik du şeq
Wî du’a kir Xuda ew heyv kir du felq.
Goştê jehrî anîn danîn ber nebî
Goşt axivî got tu min nexwe nebî.
Wî nebî destê xwe diavête darê,
Dar pê wî diket heta dera herê.
Wextê av lazim bû ji eshaba re,
Pênc tilyê nebî bû kanî ji wan re.
Ew nebiyê pir şirîn û xwey meqam,
Dar û kuça lê dikir her dem selam.
Ber ku dûr ket dara xurmê ji nebî,
Xutbê de nalîn û zarîn anî bî.
Xwarna hindik, çend cara zêde bûye
Carna hezar însan bi wê têr bûye.
Ger bixwazin emrê xweda pek bînin
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin.
14.Dana Selatan
Ew hebîbê rohniya çavan dibê;
"Kî selatê kî li ser min ew bidê
Rebbê Alem deh selatan li didê
Deh gûnehê wî li ser wî radibê.
Deh xêran cihde ji bo xwe ew dibê,
Deh qetan li cem Xwedê ezîz dibê."
Ey birano tevde rabin bo wefa
Da selatan em bidin ser mustefa.
Esselatû aleyk esselamû aleyk
Esselatû aleyk ya resulallah
Esselatû aleyk esselamû aleyk
Esselatû aleyk ya nebiyellah
1-Min babîsselami Esselatû aleyk esselamû aleyk
2-Evîna dilanî Esselatû aleyk esselamû aleyk
3-Tu ruh û revanî Esselatû aleyk esselamû aleyk
4- Wechê te nûranî Esselatû aleyk esselamû aleyk
5-Tu mîr û sultan î Esselatû aleyk esselamû aleyk
6- Tu cam û mircan î Esselatû aleyk esselamû aleyk
7- Dermanê êşa nî Esselatû aleyk esselamû aleyk
8- Tu can û canan i Esselatû aleyk esselamû aleyk
9-Tu misk û rehan î Esselatû aleyk esselamû aleyk
10-Qasidê Xuda nî Esselatû aleyk esselamû aleyk
15.Duaya Mewlûdê
Bo Xuda bê, hemd û sena her dewam,
Ew Xudayê daye me dînek temam.
Hem li ser ruhê Muhemmed tu bida,
Bê hesap rehm û selatên xwe Xuda.
Ew resûlê ku te qîmet daye wî
Tu me tu carî nekî mehrûm ji wî.
Tu me bêxî nav bihuştan bo sefa
Da bibînin em Muhemmed Mistefa.
Tu bi xatrê ismê e`ezem ey Xuda
‘Êf û rehma xwe bi barîn ser me da.
Em gunehkar hem ne baş û hem xedar
Me bibexşîn ey Xudayê pir Xefar!
Em sîtemkar û ne qenc û bê emel
Hêviya me tu yî ey rebbê ezel.
Em nezan û hem feqîr û hewce ne
Lê tu zengîn, dan li cem te zêde ne.
Tu fêhêtkar nekî me li mehşerê
Rûspî derbas kî me ji her derê.
Tu xelas kî me ji wê roja giran
Tu me nekî dojehê nav agiran.
Ya Rebbê me em dixwazin her ji te
Tu qebûlkî xwestinên me ên ji te.
Ev selat û ecr û xêra mewlûdê
Bighînî tu ruhê wî nebyê Xudê.
Gel Muhemmed al û eshaban tevan
Hem nebiyên heq Xuda şandî heman.
Bighê me û day û bavê me giyan
Hem temamê al û ehlê me tevan.
Hem bighê ruhê hewe tev ey biran
Jin û mêr û sax û miryê me tevan.
Hem bighê ruhê xwediyê mewlûdê
Hem ew kesê xwey mêvan û vê kedê.
Hem bighê ruhê nivîskarê feqîr
Remezanê hewceyê rehma qedîr.
Tu nekî ji xêra mewlûdê riha
Hem ji bo vana tevan elfatiha.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Remezan Temelkûran şiirlerine dön