Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melevan Resûl

Melevan Resûl

2 görüntülenme 0 beğeni
Kewkebin estêr numayin hem çirîsk û pertewin şevçiraxin rûşemalin dêm ji mah û gewherin Nitrik û Eşwa li gerden pêk xelat û durdene Dahelîn berjêr û banî lê ji bejnê natewin Em di efsana hebûnê qasekî dûrin ji vir Hê mirovî pir nezanî qamet û mêj û zikir Mûxekî Zerdeştî kal bûm şînkirin bax û zevî Sîsika evra di yasa min ji hevdû kir du bir Pake ev xaka mirov lê serdijîtin û dixwin Hem ji av û ba û agir tev temîzin pêkewin Rêz û dewrana dixwînin vê tu kes wê wernedê Ehreman ger ku şiyar bê erd û ezman wê livin Em kurê yezdanî pakin bê cudahî mêr û jin Tuxmekî yekza di jînê lê li gerdûnê pijin Rojhilat, ava û bakur ew li başûrî hene Keşwera av û beja lê bê binasin, paqijin Bawerin gerdûn tekûze hem di nîv û navike Ê li ser têt û dirêtin pûşberin wek qalike Lê dema zanîn bikar be xisleta zanaye ew Gewhera jînê di xakê bûye luxz û mamike Em bi dîdan seyre hoşin ka berî kî afirî Ta wekî namê ji banî Ademî, Can û Perî Pê gihan rastî xuya bû hem di ram û hiş û bîr Ev derûna gelkî aza j`ev dû hûnandin, çirî Navika jînê mirove ew li asta baleye Vê timî paqij bimînê mîna xas û xameye Lê dema xilwaş di xewnê pî bidê ser dar û hest Lew felaket wê li rûdin yên di hizr û saweye Hey mirov guhdêre namê em mirovin hevbeşin Ev xwezaya ku dibînê hevşirîk û dabeşin Hin reşin hin jê sipî ne hin jê bozin zerdene Têkilî hevdû di jînê serzemîna laleşin Em di semta hev xuyan e pakiya yezdan ku vî Na meyê xwîna mirova parezûn û naguvî Xwîn û kuştara gunehkar sûcekî mez`n û bilind Xûze pişta min ji ber wê qof û tawandî çuvî Nameya îro bi dest min tê qulos û hilperî Kes nema guhdar dixwînê bûye gog û gindirî Gawir û talanî rû da lew revî pakî bijon Ez dikim şêl û şetî bim her bi efxan û girî 22/1/2009

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melevan Resûl şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz