Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mela Selîmê Gonigî

Mela Selîmê Gonigî

2 görüntülenme 0 beğeni
Hûn guh bidin ey hazirîn islam û cumle mû’minîn Ewil ji bo dînê mûbîn Vêk ra bikêşin xeyretê Xeyret bikêşin roj û şeb Kurd û hem rom û ereb E’wnê bixwazin hûn ji Reb Elah bidet her nûsretê Nûsret ji heq daxwaz bikin Yar û biran hîşyar bikin Silah bi kar û bar bikin Ban kin bi şahê qudretê Ban kin bi wî şahê letîf Bi hurmeta şera’ şerîf îslam tu car nabit zeî’f Ger ew bikin edaletê Ey begler û axa û mîr Ehlê şeca’et hem ‘eşîr Vêk ra hemû dest din bi şûr Ji bêdînan ken nefretê Nefret bikin hûn xas û am Te’n den keşîş û hem aram înçixan û serkîsêd heram Ehlê ‘ezab û sirketê Ehlê azab daîm mudam Her dem ji wan tê ev kelam Rabin herin Bexda û şam Bar kin ji vî memleketê Bar kin herin erdê Hîcaz Fikran dikin her ew beraz Be’zek ji wan tirkên qewaz şukran û ehlê ‘uşretê Be’zek ji wan kurdên me jî Ehmeq sefihên bêmejî Ji ber qelsî tem’a xwe jî Vêk ra dikin qurbiyetê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mela Selîmê Gonigî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz