Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mela Ehmedê Namî

Mela Ehmedê Namî

2 görüntülenme 0 beğeni
Me peyman û soze ji bo niştiman Bi zor û bi gazin bixwazin jiyan Bijîn xort û keç, al û ol û welat Ji destê sitem zû derînin welat Welat ger nejî serbilind kurdino Ji bo me çi hêjaye jîn merdino!? Bijîn xort û keç, al û ol û welat Ji destê sitem zû derînin welat Bihayê mezin jêre her dem bidin Bi wî jî nebê mal û can pê bidin Bijîn xort û keç, al û ol û welat Ji destê sitem zû derînin welat Welat em mûdam can fidayê tene Hemi leşkerin, bendewarê tene Bijîn xort û keç, al û ol û welat Ji destê sitem zû derînin welat Kurên te bi carek li karin bizan Heval û birane bi kar û ziyan Bijîn xort û keç, al û ol û welat Ji destê sitem zû derînin welat Hemî şêrê cengin, cihan rêberin Ji bo serxwebûnê bi xwîn û mirin Bijîn xort û keç, al û ol û welat Ji destê sitem zû derînin welat Bijî pêşewayê mezin, her bijî Bi azadî kurd û welat, her bijî Bijîn xort û keç, al û ol û welat Ji destê sitem zû derînin welat

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mela Ehmedê Namî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz