Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mehmûdê Ako

Mehmûdê Ako

2 görüntülenme 0 beğeni
‘Diyarî canê Pakrawan şêx MAşûQ XEZNEWî’ swarên hespên kumêt Restem û Guhderzin, Xorşîdê jînê ne şêrê şerin, pêşmerge yên azadyê ne Maşûqê min Ne rojhilat ne rojava, ne bakur, ne başûr Qubka serzêr nejî kevrê reş vedgerînî tol û heyfê…….. Masûqê min ji zeviyên bê sînor kêstek wê bihilin li dor gora pakrewan wê bicivin bi kesk û sor wê bixemilin xeml, xemla doza te yî Maşûqê min li her dem û deverê birîn a soza te yî Xwedyê pênûsa XANî ne Hecacîyê dibistana CEZîRî ne Xewna havîna sincirî ne Germa pembûyê tî ne Ava ji çiyayan herikî ne Dicile û feratê bi lehî ne sitêrin di şopê de rohnîya heyva şevê ne Maşûqê min Birîna te çerxek di kezeba demê de veda,veda, vedanek, bi qûnax mîna bêhna pûng û biyoka hermel û dirankiroka Maşûqê min li çara alî yan, AHRIM ANIn agirê ZEREDEşTê kalin, Hilora pêla rêwîne şewata qîra sêwî ne, serhildana adara dawî ne Li serê her kolanekê ZEBENIYEKI bi bazbend in. AVA MEZIN IN Li kêleka zemzema LALEş in ezmanê gotina te Oedêsa y î, Birîndarê derba te ne, Maşûqê min Axa tenûra hebûnê ne Agrê tifka êtûnê ne birûskên rojhilatî ne perwanê ronahî ya dûrbûnê ne çawa di agirê te de neşewitin, Peyamnûrê min Dûrbûna gerdûnê ne Serxweşê êşa bîrbûnê ne Sîka beja û avî ne Roka bêrîvana te ne pilingên berdayî ne, di nêçîrê de, NÊçîRVAN ê dema te ne Maşûqê min tu kuştin wek şÊX SAID QADI MUHEMED kuştarên te em jî zanin kîne, Kîna zikreşî û ne wek hevye CEGERXWîNê birîna te ne TîRÊJê doza te ne kulîlkê NûBIHARa te ne TENGEZARê derdê te ne RûYARê evîna te ne DILYARÊ dêrika te ne HOşENG in di rêka te de dengê Bavê FELEKa te ne Maşûqê min Xelata rojhilata te ne çirûskin li her alî Bayê ber tava te ne Pêjna barana te ne li her alî evîndarê xaka te ne Dengê azadî yê ne Berada yî çola te ne Keskesora bê baranin Agirê hêwana te ne, Zarokê pêçeka mala te ne, afirandink ji afirên xwedê ne. Swarê gotin a rastîyê ne. Li herçar alî yan şûrê şerê xwedê ne, keska li dor gorê ne Maşûqê min.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mehmûdê Ako şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz