Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Marîa Ayaz

Marîa Ayaz

2 görüntülenme 0 beğeni
Xew şiyar bû ji xewna xwe. Kîso dikûliya, Kezeb kûll, Pişt şikestî.. Berî her tiştî Birîn hebû. Xedar bû. Destên heft xortan nedigihîşt milên wê birînê... Berî destê sibê, Ji kirasê xwe difilitî û dikete koncala navika qîzên xama. Bi kûlman bû. Bi bajaran bû. Destê wê di qirika niştimanên li ber bayê azadiyê ketî de bû. Kûll dikir. Kûrm digirt. Serên bi xwîn. Zikên derizî... Kêfên destan bi tevnikên pîran ve xemilî. şer û şêr destbirak. Birîn û baraneke serneşûştî, Kevirên kevzgirtî dialastin li ser bedenên bajêr. Ewr dixûrifîn ji nava vereşandina pirpirînkan. General, Xwîn didoşa ji pêsîrên qîzên xama. Serxweş dibû. Harr dibû. Tîna wî qet nedişkest. General tî bû. Ahd xwarî bû. Kîsoyê bi gûlleya generêl piştşikestî! Gelo generalek bi çend qedeh xwîn serxweş dikevî?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Marîa Ayaz şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz