Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mamou Adam

Mamou Adam

2 görüntülenme 0 beğeni
pişta xwe da me roj û şevê sar nema zivistan nema befir bar û baran û birûsk û çirûskê ji ar û gum guma tava mirov lê guhdar nema me divê êzing û qurmê ji dar ji birca şîşek hemû bi hejmar yekê wê bircê sersal û him tar dem di zîvici îroj bû buhar kesk û sor û zer xemilîn ew dar kulîlk tev vebûn tev li wa gul nar û denga xweş dikin şalûl û kenar û şeva roja nûh bû dûman û ar hatin pêxistin ew mûm û fenar rewşa vê şevê li çar hawêr jî ar polîsê dijmin dibin gurê har min gotî: çiye îroj çi bazar ji îsal ev ro weke roja par serê vê sibê hînjî tar û bar bû qîr qîr û deng zarok bi war war rabûne ji xew tev bûne şiyar keç û kal û xort tev neçûne kar berê xwe dane nav lata û zinar kes nema li cî li gund û li sar tev hatin bi pêl derbûn ji bajar gihane çolê ew çola beyar çadir û konê reş bûne cî û war bi govend û dîlan bi def û gîtar desta didin hev hin dost hin yar li nav kesê me nemay xem xwar kula davê jin dev davên neyar dêmekî îroj roja newroze li wê bi dil xweşî em dikin pîroze cejnik hejaye cejna kurdaye azadî û xweşî têre xuyaye li hezarê sala ev roj her maye li nav gelê kurd sitem nemaye roj derbasdibe bi xweşî her car di feriki dawet gava dibi êvar al têne hilan dijî kure mar bijî hey welat bimre koledar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mamou Adam şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz