Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mahmûd Ako

Mahmûd Ako

2 görüntülenme 0 beğeni
‘çendî ciwan e rengê ezmanê te, çendî xweş e bêhna bayê te, çendî çeleng û nazdar e bihara te. Lê mixabin ez îroj jê dûr ketime.’ Carekê. Ez û çenteyê xwe tevlî xwepêşedanekê dibûn. Carekê Ez û pelên rojnameyeke qermiçandî dibin ewrekî de hundadibûn.. Carekê jî. Ez û êşekê lihev dibaniyan. me tevan hêvî dikir. û di xewnên Boxê Birîvan de Em hundadibûn liser danîşgehekê li hêviya tirênê çend destên derewîn li hev dinerîn, Danîşgeh swar dihat û ew li şûn xwe jibîrdikirin.. çend beşişandinên kelovajî di xaçirêkên jibîrbûyî de xwe dilivandin. Carekê swarekî ji min dipirsî: - Kîjan rê diçe rojhilatê? Min destê xwe ber bi rojavade vekir û gotê: - Rojhilat di kitanên jinbiyan de hundabûye. çi rojava yan rojhilat, mane erd girovere. Carekê jî li keçeke çeleng rast dihatim. xwe dexîlî min dikir û dipirsî: - Wa xorto, ma te destgirtiyê min birêde nedît? çê li kîjan rê dikir min nizanîbû. Bi can zarokî ez û wî li qehweyekê rûniştin. me du peyalên meyê bi ser canê xwe de dadikirin. ew canê zarokî dibû kalekî heftê salî, Zembîlfiroş weke xunavekê. xwe berdida dilê me. û bêhna demên çûyî ji çixareyên me dihatin. û roj kelogirî dima di cihê xwe de. êvarê bi mehrevanî em pêşkêşî tabloyên paşerojê dikirin.. dîsan em ser gêj vedgeriyan tobedarîya şêxan.... l ê birêde swarna ji mere digotin: - Ma we nebhîstiye ku Gurî girtine. û hespê Ahmedê Silêman jê dizîne. Em di kolanên bê xwedî re dîsan derbasî xwepêşedanê dibûn. û xwepêşedan ji hev perçe dibû, xwepêşedan diçû, û em perçebûyî li şûn wê diman. havîn 1997 Bonn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mahmûd Ako şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz