- I -
ne xeme
go zivistan tune be
û kulîlkê biharê vene be
ez û te ji hêsirên çavên xwe
zimîna welatê xwe
şîn û geşbikin
- II -
ne xeme
bilûra şivana bişkê
yan winda bibe
ji evîna me
saz û awazan
emê lê din
- III -
ne xeme
go dil-reş
şevê li xwe bipêçe
demek wê bê
roj wê derkeve
wê gavê
dilovaniya min û te
li ber çavan
wê xuya bibe
- IV -
ne xeme
go maf winda be
û tirazoya dadiyê xwar be
demek wê bê
ez û te ferên vê tirazoyan bin
û mafê gel wek hev
li wan vegerînin
- V -
ne xeme
go ez û te
ji hev cuda bibin
demek wê bê
rewanê min û te
li ezmanê Kurdistanê
wê bighên hev
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mahîn Şêxanî şiirlerine dön