Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Kayan

M. Zahir Kayan

2 görüntülenme 0 beğeni
De bibihîze deng dikin em Mirî sax in, zindî nemirî Xeyalan biafirîne, bide hev herdû çavan Dilqê me bibîne tu Em di erdê hencirîde veşartî ne Di birîna şervanekî de xwîna kel in em Em giliyên li ser têla zimanê te ne Qiyametên dizgînderizî dibînin di nav kefa dilê te de Qetyayî tu ji gelek dildariyên bêkêr Li ser şirîta kesera te çivîkên baskşikestî rêz / rêzî bûne Hewara te bêdeng maye di nav nikulê wan de Xwe bernede bayê şiyariyê bêhemd Cer feleka dirantûj kutane li ser riya te talûkeyên peyvtenî Bawer nakin em, ku te text û payên yarê ji dil û hinavên xwe avêtibe Defa rizgariya îro xweş tê guhê te Dibe ku serxweş bûyîtu bi vî dengê kewken Em ê destûrê bidin te vekin deriyan li pêş wan lingên xam yên ku çiya û banî nedîtine Em ê te bifroşin bayê Arzebayê Di şerekî agirhelîn de, em ê li benda şervaniya te bisekinin Dema te dilberdanên biçûk kirin şohleyekê û darda kir bi arîkên evîniyên mezin de, em ê di herikîna te de bibin bombeyên felatiyê wê demê Wê mirin bi senfoniya me bê kuştin ricaf bi ricaf Slav li te ey mîrê gumanê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Kayan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz