Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Nureddîn Yekta

M. Nureddîn Yekta

2 görüntülenme 0 beğeni
Bêrivana min çû bêriyê, elbê darîn di mil da Silav neda û nenhêrî, miraz hîştî di dil da Bi wê bejna bilind meşî, gav fireh avêt û çû Wekî mara bi min geztî, dil ma di xem û kul da Xezala şengal û Cûdî, ji lêvan şekir dibarin Hingivê şana mîsal in, di guh da zêr guhar in Kemera zîvîn li pişt e, dil girîftdar xedar im Herçî kesî ku wê dîtin, nexweş in birîndar in Qêrîn ji min çûne felek, ta heft qatê asîman Ez bi lez rabûm, ji ber wê keboka şahî cîhan Ku bi destan bigirim carek, bi hurmet bikim selam Min bi bexşine! Razîme bibim kole û xulam! Lê guh neda min got ka ez yar bim ji kê ra çima şerr nakin li hember dijmin hûn wekî şêra Ez ne Dîlbera we me! Li rûyên we nanhêrim Heta ku dîl û esîr bim li bin lingên neyara Ez im bûka rojhilata navîn, ez im Kurdistan Bihîşta rûyê zemîn im, ez im gul û gulîstan Ez ne yara we me hetta ku hûn min azad bikin Ji dijminê rezîl ra bikin gorr û gorristan!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Nureddîn Yekta şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz