Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Burhan el-Hedbî

M. Burhan el-Hedbî

2 görüntülenme 0 beğeni
BABETA SEREKE Her bi navê ew Xwedayê zul celal  Tim bi navê ew Xwedayê bê zewal Dest bi her kar û we şûlan ez dikim     We bi fermana resûl agah dikim Her ji Bismillahî Allah navê wî        Rehîm û Rehman bizan rengdêrê wî Kî bixwaze kar û şulên bi adan     Ber di despêkê de bêj navê Xwedan Bê tixûb hemd û pesin ta cawîdan  Her ji mêj ve yek bi yek bona Xwedan Piştî hemdê pirr selat û we selam   Ta ku ‘erd û asûman bikne dewam Li Mûhemmed ez dikim hûn jî bikin      Yek şev û rojê ji wan xwe dûr nekin Ez bi lêvan vedibêjim lê ji dil    Bê jimar her dem û katan ta wesil   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin   BABETA YEKEM Pesn û qencî her ji Yezdan re bizan   Tu xirabîyê ji nefsa xwe bizan Wê dema Yezdan vîyankir nasbibe Sedema “ez xizne bûm[2]” berze bibe Bo mirovan çêbike ax çêkirî Yê ku tiştên afirand xweşik kirî [3] Heq dibêje min Mûhemmed çêkirî      Bo Mûhemmed kewn û gerdûn çêkirî Her wekî Cabir jî ragihandiye      Wî ji qasidê Xweda ev pirsiye Tiştê ku yekem Xweda çêkir çiye     Gote nûra min ji nûra Wî bûye Paşê nûra min dikir parçe ji hev     Wî ji wan perçan jî tiştên mayî tev Afirand her tişt ji wê nûrê Xweda      Lê bi şêwazek xwumal û pir cuda Yek bi yek peyda dikir şahid dibû       Ne melek cinn û mirov jî yek nebû [4] Hem ewan tiştên ku çêkir wî heman  Kirbû xizmeta mirovan vê bizan Paşê ew peykerkê Adem ji herrî        Afirîndêr afirand ruh puf kirî Bavê insanan ji ax Wî afirand Ji giyanê xwe, giyan da wî livand Ka bila insan biner ji çi afirî Nutfeyek av piştî ew ax bû herrî [5] Wî ji yek nefsê jin û mêr afirand [6] Ji Adem û Hewwa zilam û jin civand Ji wan jin û mêran ‘eşîr pirr çêkirî       Cûrbecûr êlên giran hev naskirî Heq Xweda gote; hesabê min bikin     Mihbeta nav merivan ger hûn nekin Ew bi zatê xwe bi axêr axivî               Wî rûmet da axê bo wê bik herrî Got; “ji te aferîdan dê çêbikim       Bavê wan Adem ji te peyda bikim Ew kesê fermana min bînin bicîh        Ew bihuşta min xelatî dikne cîh Yê li ber ferman û emrê min derên    Dojeh e cîhê herin ew naderên Ka çi ye tişta mirovan xir dike Ew li ber Rebbê Kerîm ser radike [7]   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin   BABETA DUYEM Wê dema Yezdan dixwest paşwerkî çêk   Da li rûkala cîhan emrê xwe lêk Wî j ferişteyan re got agah bibin    Hûn ji paşwerê mi ra secde dibin [8] Cibrîl bi emrê Xweda çû nik axê        Da ji axê cûreyek bîn Taîfê Ax dike zarîn û qîrîn da girîn         Kanîyê avê ji hingî v herikîn Ax dibêje ez ditirsim her ji min          Emr û ferman nasnekir dê çêbibin Min bibexşîn gote axê ez neşim      Çêj bikim şewta cehennem rû reş im Rewşa axê dil li Cibraîl dipaht     Ev sedem bû Cibraîl bê ax dihat Dev ji Israfîl Mikaîl berneda     Herdu dest vala dihatin ba Xweda ‘Ezraîl jî wek ewan dora xwe kir       Ax û zarînan li wî fêde nekir Cûrbecûr beşên ji axê wî bi lez       Danî dîdara Xweda rûyî gewez Heq teala gote ‘Ezraîl here             Stendina ruh jî xelat bû ji te re Ax li dîdara Xweda ma bêguman           Çil dibêjim hin dibên gelek deman Piştî Adem bi ruhê pak şa dibû              Ew ferişte yek bi yek secde dibû Her wekî bo Yûsifê ken’an diçûn           Secdeyê Ye’qûb û zaryê xwey hebûn [9] Lê ‘ezazîl kir qiyas got çêtir im               Secdeyê nakim ji ax ew, agir im Ka bê rewşa me gunehkaran çiye          Bes me îman bi Mûhemmed aniye   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin     BABETA SÊYEM Heq teala j Adem û Hewwa re got      Hûn li cennet radiwestin dibne cot Hem digot Ewî ji wan re mêr û jin       Bes ji vê darê nexwun goh bidne min Tasi wasa wî ‘ezazîlê xedar      Sed mixabin wan ji wê darê jî xwar Wî ‘ezazîlî bi xapan kir bi der Ji bihuşt her ew dihatin cê keder Lê vebirî hate fermana Xweda            Hûn li ‘erdê jî ji hev nabin cuda Bes ji bil wane li pey emrê minin       Herne ‘erdê hûn ji hevre dijminin[10] Dê li rûkala cîhan hevre bijîn       Zaryê Adem dê stûbarî bijîn Kî ji wan radestî emrê min bibin Dê ji wan re tirs û xemgînî nebin Lê ewanê dijî emrê min bijîn  Dê bi agir re heval bin hûn yeqîn Merwî ye Hewwa yekem ducanî bû ‘Ebdurehman nav li zarok danî bû Navê zarokê duyem Salih bizan ‘Ebdulharîs e bizan sêyem cuwan Yê yekem û yê duyem ew qet neman Dimirin ew zar û zêç jî ji wan neman Hin dibêjin ‘Ebdulharîs e jiya Ew li Adem û Hewwa taze giya[11] Wer dibên Habîl beran gorî dida   Pejirand jê ew beran çû nik Xweda Cibraîl ew anî Semretus Sewaf     Hin dibêjin kohê Sebrê kir tewaf Dabû Îbrahîm ku ew dostê Xweda Li Mînayê wî Cerîr kirbû feda Qabîlê mêrkuj zevî û zadê dexel Birye dîdara Xweda rûhî zexel Cibraîl agir bi ser zadî ve rêt    Arî û toza ji zad rû kir kirêt Wî birakujî yekem anî dinê Ev riya netêw wî kir nava jînê Sal bi sal dinyê xwezî tanî bi par Ta Mûhemmed hat ji me re bû star   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin       BABETA PÊXEMBERAN Piştî Adem sî Suhûf pêxem dihat Cibraîl bo Îdrîs pêxember dihat Wî dirûtin bo mirovan kir xelat  Asîmanzanî  bijîjkî kir xebat Her ji salan çarsedê tam saz dibû    Keştiya Nûh hê li derya sardibû Ne Yehûdî û Xristiyan bizan      Îbrahîm dînê Henîf anî cuwan Îsmaîl ji Curhuman jin anî bû       Tali’ û bextê Hecer bûyer dibû Bavik û bingeh ji bona e’reban  Bavê israîl tu Îshaq î bizan Yaqûbê beytul hezen peyda ji wî     Yûsifê zindan vegerya çavê wî Eyyub e lawê keça Lût hûn bizan Min bibexşîn bo dua wî ey Xwedan Cibraîl Tewrat ji Musa r anî xwar  Textê Fir’ewnan li Misrê tar û mar Her li Tûr bû ew kelîmê heq Xweda   Wî li derya Misriyan rê kir cuda Zebûra ristî ji Dawud re dihat  Wî tewandina hesin kirbû xelat Her ji wî nebî Sulêman peyde bû  Xwedyê darazê ku bav pê razî bû Alîkar Îlyas ji bo vê ometê   Ew di bejê de bi hewarê ve tê Hin bi nakokî dibên pêxember e   Xizirê zindî li derya rêber e Bendeyek bê bav ji Meryem afirand    Hê di landik de Xweda ew peyivand Ew wecîh bû her bi hêza la yezal   Navê wî ‘Îsa Mesîh e pirr delal   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin   BABETA ÇAREM Wan resûlan her yekî nîşe di pişt        Ehmedê mew’ûd ji hevdu re dihişt Hate nîrê ometa navîn digot Wî le’înî j dûndeyên xwer cot bi cot Dê vexwînin ew ji olê rastî re             Rast û xwar cuda dikin ew eşkere Bo gunehan navgîniya me nema         Hem ji êla xwer digot bêjin çima? Lew Mûhemmed e reîsê wan bizan    Pirr bi rûmet ew li erd û asûman Yê yekem me ew bi xapan kir bi der Ji bihuşt Adem ku hat cîhê keder Hate bexşandin binavgîniya wî      Wê dema Adem digo navê ewî Her ew e ê ku ji dil wî para me      Tê deranîn wê dema nik Helîme[12] Yê ku Dumrete dibêje min dî şêr    Hate dîdara wî ser anî bi jêr Herwekî Mûsa li derya kir buyer         Yek îşaret ew dike heyvê du fer [13] Dê li mî’rac nêzî dostê xwe bibe        Derfetên ‘ezmên ji iblîsan dibe Bêjimar bêtir ji baranê bihar                Nik Xweda ni’met ji mer anîbû xwar Rehm û rastî wî ji dijberan re xwest    Riya bexş û aştî bo me kir mebest Wê dema insan ji tirban tî diçe           ‘Erda heşrê kefteleft dor dipêçe Ew ji kewser ometa xwe av dide         Şef’eta ‘uzma Xweda bo wî dide [14]   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin     BABETA PESNÊN PÊXEMBER Erdheja eywana Kesra bû yeqîn         Yek nîşana bûyina şahê emîn Gola Sawê micciqî av jê nehat           Wê dema nebyê mezin bo me dihat Wê dema rêwingiya Şamê dikir          Hate Busrayê Buheyra mêzekir Dît ku nîşanê nubuwwet lê heye         Got; bizivrîn hê yehûd hay jê neye Wî yekem erîniya Elestû kir       Qabê qewseynî Xweda nêzî xwe kir[15] Heq dizanî heq digotî ewle bû        Zilm û zorçoyî li ba wî qet nebû Ey Xweda Tu hukmê şer’a wî werîn     Zalim û zordestan dîsa hevdu dîn Rohniya çavê nebînan ka werîn           Nav misilmanan Tu tefrîqê derîn Bo gunehkaran penahî nik Xweda       Tu reîsê şafi’an canêm feda Bo mirovan usweyê ehsen [16] tu yî  Yê bi exlaqê mezin [17] hat her tu yî Ez bi Hûd û Murselat hem Waqî’et      Bi Îzeş Şemsû we ‘Emme Kuwwîret Pîr dibim lê her ji bandora ewan         Wî j eba Bekrê sidîq re got bizan[18] Ey gelî dost û bira hem hadirîn          Bo bi destxin hûn ji dunya û ji dîn Ma’neya van sûreyan xweş fêr bibin   Hê li dunyayê ji xew hişyar dibin Ka Mûhemmed ometa wî ma yetîm    Ew yetîm bû lê wî dinya kir yetîm Ya Mûhemmed ez ji xêran bûm yetîm Her tu wî xwedyê belengazê yetîm Kî sêwî ma jar û lawaz bûn hezin       Sêwîyên xwe girt bi te ew bûn mezin Hêvîdar im ku j yetîman bêm jimar     Xwedyê min bî da di wê heşra xedar   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin   BABETA BAPÎRÊN PÊXEMBER Ey cuwan hûn xweş bizanin jîna wî    Bav û dê pêxember û bapîrê wî Ev li me û hem li we pêwîst yeqîn      Nas bikin wî da ku bê rûmet nejîn Ew li Mekkeyê ji dayik bû bizan         Rewdeya şêrîn Medînê de nîşan Ger bi ya min bik bizan ev katjimêr     Ez ji ‘Ednan dê bibêjim ta bi jêr Bav û bapîrê resûlê ins û can             Guh bidin hûn ev girîng e pîr û can Koka e’raban ji du bavan bizan          Wer dibêjin ehlê dîroka zeman Her li bakur zaryê ‘Ednanî diman       Zaryê Qehtan başûrê Mekkê bizan Her ji ‘Ednan Me’d bizan bavê Nezar Bav ji bo Muder bizan tu vî Nezar Hem tu Îlyas ji Muder re kurr binas     Mudrîke tu kurrkê Îlyas ‘Emr binas Ev Xuzeyme bavê Kînan kalê Nedr    Xalib e ew nevyê Malik bavê Fehr Ka’b kurrê Luey bizan nabêm ji ber    Hem Murre bavê Kîlab e bik ji ber Zeyd e her navê Qusey rastîye ev       Ya dîroknasan dikir kifşî ji hev Tu Muxîreyî binas ‘Ebdîmenaf      ‘Emr e Haşim wî dikir comerdî zaf ‘Ebdulmutelib ev e rengdêrê wî         Şeybetul Hemd e dibêjin navê wî Ebrehe min terş û talan e mebest       Piştî talan wî dibir girtî bi dest Xwedyê beytê ye Xweda her wî digot Lê bi vê peyvê dil û cerg wî disot   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin   BABETA BAV Û DAYIKA PÊXEMBER Her dema ‘eşq û evîn peyda bibe       Li Mûhemmed tim selat pêwîst dibe Lew ji bona wî evîn çêkir Xweda       Hem bi vîna wî îman dibe cuda Ger dixwazin hûn Xweda razî bikin    Hem ji rehma Wî li xwe zêde bikin Ji Muhemmed Mustefa pirr hezbikin   Li Mûhemmed hûn selatan pirr bikin ‘Ebdullah e tu bizan bavê resûl       Wî ji xwer Amîne anî kir qebûl Torina ‘Ebdîmenaf qîza Weheb     Bes dibêjim bo Mûhemmed ev neseb Meh receb bû şev jî neh bû cum’e bû Amîne bi nûra Mûhemmed şa dibû ‘Ebdulmuttelib ku destûrê dide      ‘Ebdullah ji dil ve amade dibe Wî bi bazirganî nêt anî li rê       Çû Medîne hate ser emrê berê Ey Xweda Tu hem Dilovan Ragir î    Çibikî şûlên xwe ra Tu Qadir î Xelk dibêjin rê Medînê tev gul e    Lê mixabin çavê Amîne şil e   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin     BABETA WÎLADETÊ Erd û aso hem li cînişê ewan      Nûçeyê reş da girêdan bêguman Cariya Leheb Suweybe carînan      Xizmeta wê dewletê kirye ji can Kêm dibe şewta cehennem goh bide   Agirê bavê Leheb ew rojî de Rûmeta mewlûdê hûn ji dil bikin      Bêguman hûn dê Xweda razî bikin Ne tenê şevê di kewnê ronî kir     Zahir û mana ewî tev ronî kir Piştî Amîne bi nûra Ehmeda       Şa dibû heta meha heşt û neha Hin suruşt wergirt di xewnê de fesîh   Wê ji Adem ta bi ‘Îsayê mesîh Wer dibên her heyv dihat yek enbiya  Serdidan ewan reîsê sêwiya Yek bi yek hatin bi şêwazek cuda       Bavê me Adem dihat mizgîn dida Amîne an dem heta dwazdê meha      Rebî’ul ewwel bi wê rewşê giha Pirr nîşan û şûlê matmayî dibû    Wê şevê hem dem û gerdûn ronî bû Şev dirêj bû min digo nagêm sibê       Amîne rewşa şeva pîroz dibê Hat ferişte cûrbecûr daket li mal     Ez neşim wesfan bibêjim ew xwumal Pêşîvanê wan bû Cibrîlê emîn     Rûnenişt wî ref bi ref anî yeqîn Her yekî wan karekî taybet hebû        Yek ji wana pirr cuda taybet hebû Arîşen wî yek nîşan da wê demê     Wek xwezayîya jinan bûm wê demê Her bi destê pîreka ‘Ewfî Şifa      Hate dunyayê Mûhemmed Mustefa[19] Wî ji bav bêpar li dinyê çav vekir    Temya bêparan li ometa xwe kir Mefxerê cîhan ew e j dayik dibû    Ew şevên tarî bi wî ronî dibû   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin   BABETA MERHEBA Ew Mûhemmed bû dikir hemdê Xweda   Rûmet û şanê mezin da wî Xweda Bû Mûhemmed Ke’be kir secde ji kêf      Bû Mûhemmed lat û ‘uzza çûne lêf Bû Mûhemmed nav û nîşan gunciya       Agirê bêbaweran jî tefiya Bû Mûhemmed ew serokê enbiya    Kêf dikir wa teyr û lawirên çiya Ew Mûhemmed bû digo dadî dihat   Hem bişavtina gelan rabû nehat Bû Mûhemmed wî mebest dabû li dîn    Keftelefta wî ji ometêr yeqîn Bû Mûhemmed ew şivanê ometê   Her dem û gavê bi hewwarê ve tê Ew Mûhemmed bû we nakokî hilat      Spiy û reş bûn bira kom bû civat Ew Mûhemmed bû guneh mişext dibû Rûmeta xêra li dunyê zêde bû Bû Mûhemmed rûmeta zilmê nema     Ew cihê navê Mûhemmed lê dima Bû Mûhemmed destegîrê bêkesan      Bû Mûhemmed ew ji sergewran bizan Ew Mûhemmed bû biraşîr Hemze bû    Şêrê Bedrê lawiran tirs jê hebû Bû Mûhemmed xwedyê Qurana mezin Mu’cîza wî cawîdan pê bigirin Bû Mûhemmed secdeya şukrê we bû  Deryê tobê li gunehkaran vebû Ew Mûhemmed bû bi Iqre girt emir     Bîst û sê salan vexwendin wî dikir Bû Mûhemmed rik ji dil vavêr dibû      Tu welat îdî nema dagir dibû Bû Mûhemmed tac û boraq dî xwedî   Qet tu nîr û qirnî mîna wî nedî Bû Mûhemmed ew ji tovrindê gelan    Yekî wek wî nayê rûkala cîhan   Ger dixwazin hûn Xweda kêfxweş bikin Hûn selatan li Mûhemmed geş bikin   BABETA DUA Ey Xweda tu yê ku mewlûd daiye       Wî bibexşîn hem ewanê çûyiye Tu vê xêratê ji bo wechê xwe her       Bik qebûl ya Reb ji ba xwe nek bi der Bighê destê bav û bapîrê ewan       Tu bipejrîn bik sedeqa zaryê wan Ger ebû Cehlû we Fir’ewnî hebit      Ey Xweda me b dojehê tedîb nekit Dest vegirtî “ha û dal ba yê” dike   Zar û axînan li ser mazî dike Min bibexşîn ya Îlahî bang dike      Bav û dê bo zar û zêçan dozdike Bo ruhê pakî ji pakan Ehmeda       Ew ji nûra pak ku çêkirbû Xweda Ez we jî vedixwînim gelî bira    Bo stêrkên wî nîşan kir eşkera Bighê destê zindî û miryan teva Ehlê îmanê ji Adem û Hewwa Hem ji bo Huccac û ehlê muslîhe    Hem ji bo “Hedbî” bixwînin Fatîhe   Ji Dîroka Pêxember s.x.lê, Salên Girîng. 570 - Ebrehe hatiye Beytê xirab bike. 570 - Bavê pêxember s.x.lê, wefat kiriye. 571 - Pêxember s.x.lê, hatiye dinyayê. (20 Nîsanê; 12 Rebî’ul ewwelê) 571- 576 - Pêxember s.x.lê, li ba dêşîra xwe maye. 577 - Diya wî Amîne wefat kiriye. 579 - Kalê wî ‘Ebdulmuttelib wefat dike. 591 - Bûye yek ji namzetên Xilfil Fudûlê. 596 - Bi Hz. Xedîce re zewiciye. 597 - Zarokê wan yê yekem (Qasim) dihête dinyayê. 610 - Di heyva rojiyê de, li şikevta Hîrayê pêxema yekem dihêt 615 - 616 - Mişextiya yekem ku misilman diçin Hebeşistanê. 617 - Salên qedexeyî ji hêla mişrikan ve hatibû dayin ser misilmanan. 620 - Digel Zeyd rêwingiya Taîfê. 620 - Bûyera Isra û Mi’racê 621 - Peymana ‘Eqebeyê ya yekem 622 - Peymana ‘Eqebeyê ya duyem 622 - Mişextiya Medîneyê. 622 – 624 - Avakirina mizgeft û medreseyê; xwendina ezana yekem; bûyera biratiyê û peymana Medîneyê. 624 - Cenga Bedrê. 625 - Cenga Uhudê. 626 - Rûdanên Bîrî ma’ûn û Rec’ê. 626 - 627 -  Cenga Xendeqê. 628 -  Peymana aştiyê ya Hudeybiye. 630 - Fetha Mekkeyê. 632 -  Xutbeya wîda’ê (6 Martê). 632 -  Wefata pêxember s.x.lê (8 Hazîranê).    M. Burhan el- Hedbî: mburhanelhedbi@hotmail.com     [1] - Ehzab 33/ 57-56 [2] - 1. Ed-Dureru l-Muntesîre, Celaleddîn-i Suyûtî,125, 2. El-Esraru’l-Merfu’a, ‘Eliyyu’l-Qârî, 273, 3. Keşfu l-Xefa, ‘Eclunî, 2:133, 4. Divan-ı Mevlânâ Câmî, 37, 5. Divân-ı Niyaz-i Mısrî, 2, 6. Divân-ı Şeyh Ahmet Cezerî, 1:190, 7. İşârâtu’l-İ’câz, Bediüzzaman Said Nursi, 23 [3] - Secde 32/7 [4] - El-Mevahîbul-Leduniyye [5] - Tariq 86/5-6 [6] - Nîsa  4/1 [7] - Înfîtar 82/6 [8] - Beqere 2/30-34 [9] - Keşşaf Berg: 1 Rûpel: 95 [10] - Men ‘ade lî welîyen fe qed azentûhû bil herbî (Hedîs) [11] - Bn. ‘Ebbas Tenwîru l- Mîqbas Rûpel: 143; Teberî Tefsîr Berg: 4 Rûpel 146; Ibnu l-  ‘Erebî Ehkamu l- Quran Berg: 2 Rûpel 808-809 [12] - Nûru l- Ebsar Rûpel: 20 [13] - Qemer 54/1 [14] - Cewheret u- Tewhîd Rûpel: 185-187 [15] - Nûru l- Ebsar Rûpel: 19-20 [16] - Ehzab 33/21 [17] - Qelem 68/4 [18] - Nûru l- Ebsar Rûpel: 27 [19] - Nûru l- Ebsar Rûpel: 20 [20] - Ehzab 32/28

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Burhan el-Hedbî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz