Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Lezgîn Dêrûnî

Lezgîn Dêrûnî

2 görüntülenme 0 beğeni
Wa Qamişlo: çiqas hêja û rindî Bi gelê xwe çi merd û serbilindî Bi wan şehîdê dozdihê Adarê Bi wê xwînê bawerî bû vê carê Keç û xortê di meydanê de mêrin Ew girtiyê di zindanê de şêrin ************ Wa Qamişlo: dayika Maşûq û Ferhad Ev çi rewşe, îro bi ser te de hat çawa dijmin li te bûye gurê har Xortê kurda zindan dikin bê jimar Lê sûnda me bi şehîdê Newrozê Ku em ne vegerin ji pey vê dozê **************** Wa Qamişlo: birînê te giranin Gelek malin di nav te de wêranin Gelek malin ji nav te bûne koçber Li bajara li kolana der bi der Dest li ser desta danîne bê karin Dil melûlin bê hêvî û bê çarin ****************** Wa Qamişlo: warê şêxo, Cegerxwîn çawa bê tirs dîroka te nivîsîn Bûne çira rê li ber me vekirin Gelek mêrxas û pêlewan rakirin Navê te kirin bajarê evînê Kesek nikarê ji ser te hilînê ******************* wa Qmişlo: silav li te ji dila diyarî te baqê nisrîn û gula navê te şêrîne li ser zimana şêrîntire bi helbest û hozana evîna te li nav hemî dila ye li ba hemî kurda gelek bihaye. 15/9/2009 Rêwî - şûna Cegerxwîn Patak ji tere ji dil û ji can Ji kesên dilsoz yên li kurdistan Kesên divêtin bi te re bimeşin Bi dehkera te ew pir kêfxweşin Hinek ji derdan ji te re dibêjim Meger ji ber wan ez mest û gêjim Bo te dighêzim îska sêwiya Nalîn û of û oxa jinbiya Bav û birê wan bûne pakrewan Ji ber hêja bûn bi rûmet û can Bûbûn nîşana bimbê firinde ji dest rijêmek zirz û dirinde Cidabûn nedan xalî xereza Holdan di birin ser qelatdiza Li qoçegêre li geliyê zîlan Gur êrîş tanî bi lep û qîlan Ziwê û saqiz ta aleqmşê Qada wan tev bû nîgar û neqşê Qet dest dananîn bûbû serfîraz Bi sedan rabûn ji wan sergevaz Ew ne mirîne wek mûm û Findin Herdem bi wana em serbilindin Neyarê kurdan fortê xwe dike Xwe xurt dibîne bi rext û çeke Herkes dizane ne top û ne teng Tu çarê nake li kurdên leheng Lê ez nizanim çima tu tî ma tu serkanî bû bo gelek çema Li raxerî te ew zab û mirad Wan jî diva bû bijîn bi azad Min xweş zanî bû tu wek pêt û ar Te ronî dida şevên reş û tar Te tim dida me omîd û hêvî Me tu didîtî barana zîvî Rêça me dijwar çetin û pir dûr Birînên tey kevin Navêm bibin kûr Xemên Miletan te dît derdê xwe Her gel te didît weke kurdê xwe Karê te bang bû bo mirovatî Ji bo dostaye ji boy haşetî tu bû hevalê jar û xizana te digot bixwînin zû bibin zana qada xwe bişon ji yê pîs û xiniz Ji gelfiroşan meşxer û geldiz te digot jinê berde warê reş Were meydanê serbest û dilxweş tu bû te di got ey heval Robson Rengê wiyî Reş dibû şewl û ron te lê dinêrî wek Ap û pisman li gelê kûba yê çîn û vêtnam te şîret dida li ser têkoşin Hêvî te dida ji dilê birîn Ji Ristên te got em çêkin rêdar Sûda xwe bide di rojên dijwar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Lezgîn Dêrûnî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz