Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Lewend Dalînî

Lewend Dalînî

2 görüntülenme 0 beğeni
di dergehê dîroka te de min baca jiyana xwe da û di deryayê asîmanê te de gemiya min newq bû! Sînorê têkveçûna min di mûmê bejnate de hate biriştin! û nêrgizên semayê dila pelên wan çilmisîn û tevde dane kuştin! Di taristana sikakên te de û dibin dilopên dîwar û mezrîban de giyan ji can hate kişandin?! û dikete nêv bablîsoka pût û latên te de! Sitêrkê asîmanê te miç û bell dibûn û di kepez û kolanên te de sar dirijîn û winda dibûn. Bêhna pêt û kizorê li seranserî cendekê te şan vedida û domanê xwe li sawîrê te dipêça û tîn dida! Zar û zaravên dilê te dihatin gemkirin û di xewnên reş de ji şîr vedibûn!? Hêlana tevgera cîhanê ters gerî û canê te perçe û zîvar zîvarî dikir û ew bê rawestan dihejand! Pîjên sînora dil û canê te dirî dikir û keleman damarên xwe kûr û berjêr berdidan!? Bajarên dilê te nav û zarên wan di dane guhertin û navên biyanî şûna wan koçê xwe datanîn!? Perçebûna dilê te kînên wan hênik nedikirn û di tîbûna xwîn mijîna te de peymanên şofînizmê li dar dikirin!? Têhna yekîtiya dilê te deng jê hat û awazê wê li guhên saîsên xaka te ne xweş dihat!! Hêviyên zarokên tey bê semax geş dibûn! û di asîmana de awaz û çepikên wan stêr nêzî hev dikirin!? Di dîmahîka sohtin û sorbûna te de tevna nûjeniyê dihate ristin û tekiyan xaç û selîb; û laleş didane hembêz kirin! Vejîna navê te hate jenîn û saza xêzê sînora hate li darxistin û govenda nûbûnê hate gerîn!? Li ser qeseba sînga te hespê neyara pîkol kirin û xewna şeva "Meydana çarçira" dîtin û mat pûnijîn!? Qelsbûna dilê te bi dîmahîk dibû kêl û zemên wî hûrdibûn! û birîn nema axivîn!? Bijîjkê dilê te raporta nûjeniyê dida û hêviyên neyarên te bin ax dibûn!?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Lewend Dalînî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz